Koçyîgît: Tetîkkêşê resen AKP ye!

  • jin
  • 11:18 22 Tîrmeh 2020
  • |
img

MÛŞ - Parlamentera HDP’ê Gulîstan Koçyîgît, diyar kir ku Fatma Altinmakas a hat tecewazîkirin û paşê hat qetilkirin bi awayî nehatiye parastin û got: “Yê ku Fatma Altinmakas kuşt hevjînê wê ye, lê tetîkkêşê wê yê resen AKP ye.”

 
Fatma Altinmakas a li Gundê Qêranlî ya navçeya Melazgirê yê Mûşê dijiya, di 14’ê Tîrmehê de ji aliyê hevjînê xwe Kasim Altinmakas ve hatibû qetilkirin.
 
Derketibû holê ku Fatma Altinmakas a dayika 6 zarokan rastî tecawîza birayê hevjînê xwe Sînan Altinmakas hatiye û di 12’ê Tîrmehê de çûye Qereqola Cendirmeyan a Melazgirê û gilî kiriye. Sînan Altinmakas ê li ser gilîkirina Fatma di heman rojê de hat binçavkirin, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê yê Melazgirê tê kirin û dadger bi şertê kontrola edlî wî di 14’ê Tîrmehê de serbest berdide.
 
Dozger berdana Sînan Altinmakas îtîraz dike, lê Altinmakas bi hinceta “Rewşa delîl a heyî, navnîşana wî ya sabît û ne mimkune delîlan ji holê rabike” cardin hat berdan. Roja ku Sînan Altinmakas tê berdan, bi birayê xwe Kasim Altinmakas re Fatma Altinmakas qetil dikin.
 
‘BERDANA BERSÛC’
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mûşê Gulîstan Koçyîgît, bal kişand ser qetilkirin Fatma û wiha axivî: “Qetîlkirinên jinan ji polîtîkayên AKP’ê ne serbixwe ne. AKP’ê di sala 2011’an de Peymana Stenbolê qebûl kir û di 2014’an de ket meriyetê. Lê ji wê rojê heya niha bi tu awayî ev peyman bi cih ne anî. Ligel ku Fatma Altinmakas dibêje rastî tecawizê hatiye jî, dadger bersûcê wê serbest berdide. Dadger bi vî awayî xalên bingehîn ên Peymana Stenbolê bin pê dike. Di Peymana Stenbolê beyanname û serlêdanên jinan esase û bi taybetî ji bo parastina jinan jî berpirsiyariya bingehîn dikeve ser milê dewletê. Lê dewlet vê berpirsiyartiya xwe bi cih aniyen. Yê ku vê bi cih nayîne rayedarên edlîne. Mixabin dadgehek vê berpirsiyartiya xwe bi cih nayîne. Jin êdî tabûyên civakî yên li ser xwe dişkînin, diçin qereqolan û alîkariyê ji dewlet û hêzên ewlekariyê dixwazin. Lê dewleta xwedî mercên darazê Fatma Altinmakas paşve dişîne malê, bersûcê tecawizê serbest ber dide û bi vî awayî kuştina wê qebûl dike.” 
 
REWŞ VEGOHERÎ KOMKÛJIYA CINSÎ
 
Koçyîgît, da zanîn ku yê ku Fatma Altinmakas kuşt hevjînê Kasim Altinmakas e, lê tetîkêşê wê yê resen AKP ye û wiha got: “Bi vê bûyerê mafê jiyana jinê hatiye binpêkirin. Ev rewş ji polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê ne serbixwe ye. AKP’ê bi nîqaşên guhertina Peymana Stenbolê, carek din ev hişmendiya xwe danî holê.” 
 
Koçyîgît, dest nîşan kir ku feraseta kuştina Fatma Altinmakas, Peymana Stenbolê xistina nîqaşê û serbest berdana tecawîzkar, heman ferastete û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê em hemû jin li dijî vê ferasetê têbikoşin. Êdî em naxwazin bên kuştin. Pêwîste em li dijî rewşa ku vegoheriye komkujiya cinsî dengê xwe bilind bikin.