Piştevaniya Mor kampanya ‘Em dikevin tevgerê’ da dest pê kirin

  • jin
  • 09:27 22 Tîrmeh 2020
  • |
img
EDENE – Piştevaniya Mor li dijî her cûre tundiya ser jinan kampanya “Em dikevin tevgerê” da destpêkirin. Endamê Piştevaniyê Pelîn Çîçek got divê jin hemû li dijî tundiyê bi hev re bikevin tevgerê. 
 
Jinên endamên Piştevaniya Mor li dijî her cûre kuştin û tundiya li ser jinan kampanya bi dirûşma “Em dikevin tevgerê” dan destpêkirin. Endama Piştevaniyê Pelîn Çîçek behsa kampanyayê kir. Çîçek da zanîn ku dema ew li van kuştinên jinan ên dawî û tundiyên cûr bi cûr dinêrin ew neçar bûne kampanyayê bidin destpêkirin. Çîçek got her roja ku diçe tundî, îstîsmar, kuştin û êrişên zayendî yên li dijî jinan û zarokan zêde dibin û îqtîdar dixwaze mafên bingehîn ji destê jinan bigire û ji bo ew ji tundiyê re bêjin ‘raweste’ ketine tevgerê. Çîçek got bi berdanên guhertina yasaya înfazê re kuştin, îstîsmar û tundî li dijî jinan zêd ebûye. Çîçek destnîşan kir ku ew li dijî tundiya zilaman dest bi tevgerê ango kampanyayê kirine û ew dixwazin bi vê kampanyayê pêşî li cinayet û tundiyê û êrişên zayendî bigirin. Çîçek anî ziman ku di çarçoveya vê kampanyayê de êdî dem dema ku jin piştevaniya hev bikin û bi hev re tevger bikin hatiye.