Destpêkê tecawiz û piştre jî qetil kirin

  • jin
  • 10:11 20 Tîrmeh 2020
  • |
img

MÛŞ – Jina bi navê Fatma Altinmakas ku li gundê Qêranlî yê Milazgirtê dijiya, destpêkê di nav malbatê de tecawizê hat kirin û piştre jî ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin.  

 
Li gundê Qêranlî yê navçeya Milazgirtê ya Mûşê jina bi navê Fatma Altinmakas ji aliyê hevjînê xwe Kazim Altınmakas ve hat qetilkirin. Cenazeyê dayika 6 zarokan Fatma Altinmakas ji aliyê malbata wê ve hat girtin û li gundê Hozdemîr ê navçeya Panosê ya Agiriyê hat veşartin. Piştî bûyerê Kazim Altinmakas hat binçavkirin û bi sûcdariya “kuştina mexsûs” hat girtin. Her şeş zarokên malbatê jî ji bo parastinê ji aliyê dewletê ve hatin desteserkirin. 
 
TECAWIZA NAVMALÎ
 
Hat angaştkirin ku beriya cînayetê Fatma Altinmakas di nav malbatê de hatiye tecawizkirin. Malbata Altinmakas, ragihand ku keça wan di 12’ê tîrmehê de bi hevjînê xwe re çûye Qereqola Cendirmeyan a Milazgirê û giliyê tiyê xwe yê S.A. ku ji aliyê wî ve hatiye tecawizkirin, kiriye. Malbatê, destnîşan kir ku li ser giliyê S.A. hatiye binçavkirin û piştî 2 rojan careke din hatiye berdan. Hat hînbûn ku roja ku S.A. hatiye berdan Fatma Altinmakas hatiye qetilkirin.
 
Wê malbata Fatma Altinmakas, hem giliya hevjînê wê Kazim Altinmakas û hem jî giliyê ferdên malbatê yên din bike.