TJA: Emê têkoşînê qet nerawestînin

  • jin
  • 14:13 18 Tîrmeh 2020
  • |
img
AMED – TJA’yê bertekî nîşanî girtina jinan ku endam û rêveberên wê jî di nav wan de hebûn da û diyar kir ku dê têkoşîna xwe ya li hemberî êrîşan nerawestînin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê binçavkirin û girtina jinan de daxuyaniyeke nivîskî da. TJA’yê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser êrîşên ku li hemberî jinan tên kirin û destnîşan kir ku desthilata AKP’ê êrîşên xwe yên li hemberî beşên siyasî û nasnameyan bi dijminahiya jinan berdewam dike. TJA’yê di berdewamê de bertek nîşanî binçavkirin û girtina jinan ku endam û rêveberên wê jî di nav wan de hebûn da û diyar kir ku dê têkoşîna xwe ya li hemberî êrîşan qet nerawestînin.