Siyasetmedarên li Şirnexê: Em ê bêdeng nemînin û hesab bipirsin

  • jin
  • 09:32 16 Tîrmeh 2020
  • |
img

ŞIRNEX - Jinên siyasetmedar ên li Şirnexê bertek nîşanî destdirêjiya li dijî zarokekê keç pêk hat dan û gotin: “Bûyera ku îro li Şirnexê qewimî bûyerek ne ji rêzê ye. Ev bûyer encamên polîtîkayên ku hikûmetê bi salane li Şirnexê bicîh kirine. Em ê hesap bipirsin û bêdeng nemînin.”

Li Şirnexê bertekên li dijî çawişê pispor A.A. yê li taxa Yenî ya navenda bajêr êrişa zayendî li dijî zaroka keç a 13 salî pêk anî, dewam dikin. Duh heta derengiya şevê li navend, navçeyan û ser medya civakî nerazîbûna li dijî bûyerê dewam kirin. Ji her qadên civakî û siyasî bertekên li dijî bûyerê zêde dibin. Jinên siyasetmender yên li Şirnexê derbarê bûyerê de bertekên xwe anîn ziman û gotin ku ew ê bêdeng nemînin û heta dawiyê şopdarê bûyerê bin. 

 
‘EV BÛYER ENCAMA POLÎTÎKAYÊN DEWLETÊ NE’
 
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Nûran Îmîr diyar kir ku bûyera ku qewimî bi polîtîkayên heyî yên îqtîdarê re girêdayî ye û wiha axivî: “Helbet rojek derbasnabe ku li Tirkiyeyê êrîşeke zayendî pêk neyê Bi salane, li Şirnex û navçeyên wê bi dehan bûyerên destdirêjiya ji aliyê hêzên ewlehiyê ve pêk hatin. Bûyerên bi vî awayî gelek caran ketin rojevê jî, lê belê ji aliyê  dadgehan ve bi biryarên sosret hatin girtin. Zagonên dewletê tenê ji bo dewletê dixebite.Bûyera ku îro li Şirnexê qewimî bûyerek ne ji rêzê ye.  Ev bûyer encamên polîtîkayên ku hikûmetê bi salan li Şirnexê bicîh kirine. Armanc tunekirina vîna jinan û qelskirina vîna wê ya azad e. Bi girtinan û binçavan dixwazin pêşiya van bûyeran bigirin.”
 
‘WALÎ DIXWAZE SER BÛYERÊ BIGIRE’ 
 
Îmîr bal kişand ser daxuyaniya ku ji hêla Walitiya Şirnexê ve hat dayîn û got: “Daxuyaniya ku ji hêla Walîtiya Şıirnexê ve hatiye dayîn eşkere ye ku wî kesî diparêzin. Di daxuyaniyê de bi tu awayî kiryar nayên sûcdarkirin. Hewl didin ku ser vê bûyerê bi serxweşiya alkolê bigirin. Hewl dide ku mijara sereke vala bike û bûyerê ji civakê re bidin jibîrkirin.”
 
‘HIŞMENDIYA BAJARAN ŞEWITANDIN ÎRO JÎ DEST DIRÊJÎ ZAROKÊN ME DIKIN’ 
 
Îmîr, anî ziman ku ji bo faîl bi cezayê herî giran bê darizandin ew ê tebikoşin û wiha bi dawî kir:”  Mijara destdirêjiya zayendî , pirsgirêkek civakî ye, ne ya kesane. Heya ku  qanûnan de cezayên giran neyên dayîn, dê çareseriyeke domdar nebe. Li Şirnex û navçeyên wê, ji her kesê yekî cerdevaniya ewlekariyê ye, li her deverê li sûkê, li taxê ne. Ev jî mafê jiyanê binpê dike.  Her dem bi polîtîkayek bêbandorkirinê didin meşandin. Em ê bibin şopdarên bûyeran û heya ku tawanbar bi rastî bên cezakirin, em ê têkoşîna xwe  bidomînin. Hişmendiya ku bajarên me dişewitîne û hişmendiya ku dest dirêjî zarokên me dike heman hişmendî ne.” 
 
‘EV ÊRIŞA Lİ DIJÎ ÇAND Û NIRXÊN ME YÊN CIVAKÎ NE’
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zozan Aksu li dijî êrişê bertek nîşan da û wiha got: “Em ê wek TJA’yê bêdeng nemînin. Em dibînin ku îro li Şirnexê îstîsmara zarokan encama siyaseta destdirêjiyê ya AKPê ye.  Di demên dawî de li herêmê ev polîtîkayên kirêt gelek tên kirin. Di berê de gelek xwendekar li dibistanek li Cizîrê bi destdirêjiyê re rû bi rû man.  Ew mamoste jî ji aliyê kesên ku îro wî leşkerî diparêzin ve hatibû parastin. Ger ew nehatiba parastin, keçek ji hêla 10 cerdevanên li Elkê nedihat îstîsmarkirin. Paşê li Silopiya zarokek 12 salî bi îstîsmarê re rûbirû nedima. Hemû destdirêjiya li Kurdistanê encamên polîtîkayên  pergalê ne. Ev êrişeke li ser çanda me û nirxên me yên civakî ne. Wekî jinên Şirnex û TJA, em ê tu carî li dijî vê yekê bêdeng nemînin û em ê van kesan teşhîr bikin. Ez bang li gelê Şirnexê dikim, dem dema yekîtiyê ye, divê em bibin qêrîna zarokên xwe.”
 
‘EM Ê ŞOPDARÊ BÛYERÊ BIN’
 
Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Cizîrê Gûler Tunç jî destnîşan kir ku ew ê li her derê hesabê vê bûyerê bipirsin û wiha got: “Waliyê Şirnexê daxuyaniyek da û dibêje ‘Pir alkol vexwariye pê sermest bûye.’ Ew dixwazin bûyera ku qewimî wek her carê nêz bibin û serweriya zilam wisa rewa bikin. Em wekî HDP û aktîvîstên TJA’yê em ê şopdarê bûyerê bin. Em ê li her deran wan û hişmendiya wan teşhîr bikin.”
 
MA / Zeynep Dûrgût