Ji ber ku pergalê tê xwestin asteng dikin jin di hedefê de ne

  • jin
  • 12:13 15 Tîrmeh 2020
  • |
img
AMED – Siyasetmedarên jin bertek nîşanî operasyonên li dijî jinan dan û diyar kirin ku jin, bi têkoşîna xwe pêşî li civakê vedikin û ji ber ku pergalê tê xwestin bê avakirin asteng dikin jin di hedefê de ne.
 
Di demên dawîn de li bajarên herêmê, di hedefa operasyonên ku bi destê darazê pêk tên de jin hene. Di vê çarçoveyê de hefteyên borî li dijî Tevgerê Jinên Azad (TJA) û Komeleya Jinan a Rosayê operasyon pêk hatibûn û gelek jin hatibûn binçavkirin. Weke ku di mînaka Sevîl Rojbîn Çetîn de jî hat dîtin jin bi îşkenceya ku bi kûçikan hat kirin re rû bi rû man. 
 
Piştî van operasyonan duh dîsa li Amedê rêveberên komeleyên mîna MED TUHAD-FED û TUAY-DER, endamên meclisên şaredariyan, sendîkavan, Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê û edîtora Jinnewsê Ayşe Guney jî di nav de 22 jin hatin binçavkirin. Di operasyona ku di heman demê de li Dîlokê li dijî HDP, DBP Û SYKP’ê pêk hat de jî jin hatin binçavkirin. 
 
OPERASYON BI PLAN IN
 
Hevseroka DBP’ê Salih Aydenîz ku me bi taybetî hedefgirtina jinan jê pirsî, diyar kir ku tê xwestin li welat pergaleke dîktatoryal ku xwe dispêre feraseta tekperest, olî û millîtarîst bê avakirin û di vê pergalê de cih ji jinan re tuneye. Aydenîz, destnîşan kir ku operasyon ji hêla desthilatê ve bi plan û bernameyî ne û wiha got: “Ji ber têkoşîna jinan ji civakê re mînak e hedef tên girtin. Armanca operasyonan di civakê de avakirina tirs û xofê ye.”
 
JINEK TENÊ JÎ BIMÎNE DÊ TÊKOŞÎN BIDOME
 
Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca jî derbarê mijarê de destnîşan kir ku di du salên dawîn de jinên kurd bi êrîşên topyekûn re rû bi rû mane û ev nirxandin kirin: “Piştî xebatên ku dimeşîne TJA bû hedef. Herkes dizane ku tenê jinek jî bimîne dê têkoşîn bê berdewamkirin. Heke em îro li pêşiya van êrîşan nesekin dê dor bê saziyên din jinan. Ez bang li hem û jinan dikim ku têkoşînê bilind bikin.”