Kav: Jinan di 2017’an de bi berxwedanê bersiv da êrîşan

  • jin
  • 09:08 30 Kanûn 2017
  • |
img

STENBOL – Nûnera Giştî ya KCDP’ê Gulsum Kav, anî ziman ku di sala 2017’an de cinayetên jinan zêde bûne û wiha got: “Jin di sala 2017’an de bi berxwedanê bersiv dan her cure êrîş û şideta li dijî mafên xwe.”

Li gor daneyên Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP); di 11 mehên ewil ên sala 2017’an de 365 jin hatin kuştin. Nûnera Giştî ya KCDP’ê Gulsum Kav, ji hêla jinan ve sala 2017’an nirxand. Kav anî ziman ku di sala 2017’an de cinayetên jinan zêde bûne û li gel vê wesfa wan jî guheriye û ev tişt gotin: “Emanî li ber çavên zarokên xwe hat kuştin, jinên bi kezavê hatin kuştin hebûn. Xwendekarên lîseyê hatin kuştin. Rêjeya kuştina bi çekan zêde bû. Xwendekara lîseyê Helîn Palandoken bi tivingê hat kuştin. Ev cinayet, me berê ev nedîtibûn, ev bi rejîma Rewşa Awarte re çê bûne, wisa difikirim ku semptomên nû ne.” Kav destnîşan kir ku di vê salê de ew bi rewşên ku bi wan re rû bi rû nemabûn rû bi rû mane û mînaka Nezîr T.’yê ku li Fatîha Stenbolê zarokên xwe kuşt bi bîr xist. 
 
Kav anî ziman ku li hemberî Qanûna Parastina Şideta li Hemberî Jinê û Malbatê ya Jimare 6284’an jî êrîş çê dibin û wiha domand: “Ji bo jin jiyana xwe îdame bikin û bijîn yekane qanûna ku pê bawer in, tê xwestin ku ji destê wan bê stendin. Helbet ev ne pekan e. Ev qanûn mafê me yê sereke ye. Ev qanûn berpirsiyariya divê dewlet jinê biparêze li dewletê bar dike, lê belê naparêze.” Kav got ku dema jin tên parastin an jî parastina wan diqede tên kuştin û wek mînak jî kuştina Şehrîban Dînç ku li Wanê hevjînê wê Esat Dînç wê kuşt da.   Kav got ku li gel vê qanûnê jî, dem bi dem dema jin di bin parastinê de ne jî tên kuştin û ev yek jî nîşanî wan dide ku divê dema parastinê dirêj bibe û dema dem qediya divê demildest bê nûkirin. 
 
‘FATÛRE TIM LI JINAN TÊ BIRÎN’ 
 
Kav, diyar kir ku jiholêrakirina şideta li hemberî jinan bi civakek demokratîk, aştiyane û wekhev pekan e û ev tişt di Peymana Stenbolê de cih digirin. Kav destnîşan kir ku fatûreya hemû şert û mercên rewşên awarte, şeran, krîzên aborî, bobelatên xwezayî li jinan tê birîn û ya ku niha li Tirkiyeyê xwe dide der ev e û bi awayekî giran bandorê li jinan dike. 
 
'BI BERXWEDANÊ BERSIVA ÊRÎŞAN HAT DAYÎN’ 
 
Kav got ku jin di sala 2017’an de bi berxwedanê bersiv dane her cure êrîş û şideta li dijî mafên wan û wiha got: “Di şertên Rewşa Awarte de meşên mezin ku tu dînamîkan nikaribû bike ji aliyê jinan ve hatin kirin. Di çalakiyên dest nede kincên min daketin kuçeyan û meşiyan.”  Kav got ku di sala 2017’an de tenê ne li Tirkiyeyê li cîhanê jî jin daketin kuçeyan û ev tişt gotin: “Li gelek deverên cîhanê jinan li hemberî Trump çalakî li dar xistin. Li Polonyayê jin li hemberî mudaxileya li dijî mafê kurtajê meşên mezin li dar xistin. Li Erebîstana Suûdî her çi qas jin zanibûn dê ceza li wan bê birîn jî wesayît ajotin û mafê ajotinê bi dest xistin. Li Rojhilata Navîn jinan li hemberî DAIŞ’ê li ber xwe da. Kes nikare ji bo çalakî û berxwdanên jinan ên îsal tiştekî bibêje. Yanî wisa difikirim ku me saleke girîng û bi têkoşîn derbas kir.” 
 
Kav diyar kir ku di sala 2017’an de ferhenga Merriam-Webster a navnetewî peyva “femînîzmê” wek peyva salê hilbijartiye û wiha domand: “Em sala 2018’an jî bikin sala têkoşîna feminist. Madem peyva salê feminizm bû, ya ku dikeve ser milê me jî ew e ku em 2018’an jî bikin sala femînîzmê. Hêviya min a ji 2018’an têkoşîneke wisa ye. Bi hêviya bibe salake ku jin bêtir ji bo mafên xwe bitêkoşin û neyên kuştin.”