TJA'yê êrîşên li ser Mexmûr û Şengalê şermezar kir

  • jin
  • 12:50 15 Hezîran 2020
  • |
img
AMED - TJA'yê bi daxuyaniyek nivîskî êrîşên li ser Wargeha Mexmûr, Şengal û Qendîlê şermezar kir û banga hestiyariyê li Neteweyên Yekbûyî, sazî û dezgehên navneteweyî kir.
 
Balafirên şer ên Tirkiyeyê saet nîvê şevê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), Şengal û Qendîlê bi awayekê hemwext bombebaran kirin. Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê êrîşan de daxuyaniyeke nivîskî weşand û bertek nîşanî êrîşan da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em wekî TJA'yê êrîşên li hemberî Mexmûrê şermezar dikin. Mexmûr û Şengal di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de ye û li vir jî êrîş pêk tê. Neteweyên Yekbûyî jî li hemberî êrîşan bêdeng e. Divê di serî de Neteweyên Yekbûyî, sazî û dezgehên navneteweyî û neteweyî, hêzên demokrat û rêxistinên sivîl li dijî êrîşan helwestek nîşan bide."