‘Bila kuştina jinan en bi gumanbar eşkere bikin’

  • jin
  • 09:08 15 Hezîran 2020
  • |
img

ÎZMÎR – Endama Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin Hîlal Sûsûz diyar kir ku di pêvajoya koronayê de kuştina bi guman a jinan zêde bûye û divê dewlet van kuştinan eşkere bike. 

Li gorî rapora Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin di meha gulanê de 21 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin û 18 jin jî bi awayek gumanbar kuştî hatine dîtin. Endama Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin Hîlal Sûsûz diyar kir ku kuştina bi guman a jinan zêde bûye û derbarê van kuştinan de lêpirsînên bi bandor nayên birêvebirin û ev kuştina xwezayî an jî întîharî tên nîşandan. Sûsûz bi bîr xist ku dosyeya dozên gelek jinên hatine kuştin tê xwestin ser wan were girtin û xwest dewlet lêpirsînên bi bandor birêve bibe û hemû kuştinên jinan ronî û eşkere bike. Sûsûz da zanîn k udi pêvajoya şewbê de kuştina jinan, kuştina bi guman û tundiya li ser jinan zêde bûye û jin di pêvajoya jixwe re jiyanek ava bikin de ne tên kuştin. Sûsûz got divê wezaret û saziyên dewletê daneyên di destê xwe de yên derbarê kuştin û tundiya jinan de eşkere bikin. Sûsûz diyar kir ku bi yasayên rêkûpêk ku bixin meriyetê dikare rê li ber kuştin û tundiyê were girtin. Sûsûz anî ziman ku ew ê li dijî kuştin û tundiyê têbikoşin û destûrê nedin kuştina jinan û îstîmarkirina zarokan. 
 
MA / Sevda Aydin