Başaran: Li dijî êrîşan em ê li her derê têbikoşin

  • jin
  • 09:41 12 Hezîran 2020
  • |
img

ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, bal kişan ser êrîşên li dijî jinan û got: "Li ku derê êrîş hebin, li wê derê bersiva herî mezin rêxistinbûyîna parastina çewheriye. Lewra, ji bo ku em rêxistinbûyîn û dengê xwe bilindtir bikin, em ê bêjin 'Jin li her derê ne.'"

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 8’ê Adarê de li Enqerê starta kampanyeya bi şîara “Em li dijî îstîsmar, înfaz û qeyûman hene, têkoşîna jinan li her derê ye” ya mehekê dewam bike, da. Meclîsa Jinan a HDP’ê, di heftiya yekîn a kampanyayê de wê li dijî “îstîsmarê”, di heftiya duyemîn de “qanûna înfazê”, di heftiya sêyemîn de “tayînkirina qeyûman” û di heftiya dawî ya mehê de jî wê li dijî “tundî û komkujiyên li ser jinan” çalakiyên cur bi cur li dar bixin.
 
Hevberdevka Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran derbarê kampanyaya bi şîara “Jin li her derê ne” dan dest pê kirin de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin kirin.
 
Başaran, diyar kir ku bi pêvajoya pandemiyê re li her derê li dijî vîn û destkeftiyên jinan êrîşên mezin pêk hatin û wiha axivî: “Bi taybetî li welatê me, ev êrîş di asta herî jor de pêk hatin. Bi tayînkirina qeyûman, vîna gel tune hesibandin û bi destên qeyûm jî êrîşî destkeftiyên jinan kirin. Pêvajoya pandemiyê ji bo xwe veguherandin firsetê. Pişt re jî Qanûna Înfazê derxistin.”
 
TEVKOJİYA ZAYENDΠ
 
Başaran, Qanûna Înfazê ya jin li dijî wê derketin û desthilatdariyê di Meclîsê de da qebûl kirin bibîr xist û wiha got: “Em mantiqê Qanûna Înfazê baş dizanîn in. Desthilatdariyê bersûcên jin û zarokan, çete, tecawîzkar û mafya berdan. Lê mirovên li ber xwe didin, têdikoşîn di girtîgehan de terkî mirinê kirin. AKP’ê herî dawî ‘Qanûna îstîsmarê’ ya ku weke ‘Zarokan bi kesên tecawîzê wan kirine re zewicandin’ tê zanîn, kirin rojevê. Êrîşên li dijî jinan êdî gihane asta ‘tevkojiya zayendî.’”
 
ÊRÎŞ BIRÊKÛPÊKIN
 
Başaran, da zanîn di her demê de li dijî jinan êrîşên polîtîk û bîrdozî hene û wiha bilêv kir: “Lê di vê demê êrîş birêkûpêk bûn. Li aliyekê di nava civakê de kuştinên jinan rewa kirin û li aliyê din jî bêcezakirin meşrû kirin. Bi rêya profesor, pispor, nivîskar, rojnameger û siyasetmedaran ve ev yek meşrû kirin, teşwîq kirin, têkoşîna jinan terorîze kirin û hişmendiyeke êrîşê jinan bike, çalak kirin. Meclîsa Jinan a HDP’ê li dijî tundiya birêkûpêkirî, ji bo ku xeteke têkoşînê bi rêxistin bike, dest bi vê kampanyayê kir. Ji bo ku em bi komî bertek nîşan bidin, bi sazî û rêxistinên jinan re têkoşînek hevpar bi rêve bibin, me biryara kampanayê girt. Di vê demê li dijî van êrîşan têkoşîn pêwîstiya herî mezine.”
 
LI HER DERÊ RÊXISTINBÛYÎN
 
Başaran, anî ziman ku ew armanca dikin ku li dijî êrîşan deng derxînin û wiha domand: “Îro bi qanûna îstîsmarê, armanc dikin ku zarokên keç bi kesên tecawî wan kirine re bên zewicandin. Dibin navê ‘zewacê’ de wê zarokên keç mehkûmê tecawîzkar, tacîzkar û tundiyê bikin. Di vîr de têkoşîna hevpar pir girînge. Di vê çarçoveyê de emê hewl bidin rêxistinbûyîna jinan jî pêş bixin. Li cihekê êrîş hebin, li wê derê bersiva herî mezin rêxistinbûyîna parastina çewheriye. Lewra, ji bo ku em rêxistinbûyîn û dengê xwe bilindtir bikin, em ê bêjin 'Jin li her derê ne.' Ger di hemû qadên jiyanê de êrîş hebin, wê demê divê têkoşînek topyekûn bê bi rêve birin. Divê ku em li her derê têkoşînê bi rêxistin bikin.”
 
BERNAMEYA ÇALAKIYAN
 
Başaran, derbarê bernameya xwe ya çalakiyan de jî agahî dan û wiha rêz kir: “Emê di demekê ku em hespî malan kirine, em bê ewlekarî hiştine û terkî mirinê kirine de, dengê xwe herî zêde li kolanan bilind bikin. Emê bi jinên Roman, karker, penaber û Elewî re bên gel hev. Em di navbera 17-18’ê Hezîranê de li Mêrsîn, Edene, Îzmîr, Antalya, Mûgla, Wan, Dersim, Amed, Êlih, Mêrdîn, Qers, Enqere, Stenbol û her wekî din kursiyên xemrî danîn. Jin wê bi van kursiyên xemrî pirsgirêkên xwe nîqaş bikin û tiştên dijîn binîn ziman.”
 
DEKLARASYONA HEVSEROKATIYÊ
 
Başaran, dest nîşan kir ku ew ê di heftiya 3’yemîn a kampanyayê de, têkildarî pergala hevserokatî û nûnertiya wekheviyê deklarasyonekê aşkere bikin û wiha got: “Emê deklarasyonê di 24’ê Hezîranê de bi weşînin. Di heman demê de, em ê di heftiya qeyûm de jî, li Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn, Edene, Wan û Enqerê daxuyaniyan bibin û meşan li dar bixin. Di heftiya dawî de jî emê li Edene, Stenbol, Aydin, Agirî, Dersim û Mêrdînê li dijî komkujiyên jinan û cînayetên jinan meşên bi girseyî li dar bixin.”
 
TÊKOŞÎNA ENTERNASYONALIST
 
Başaran, bal kişand ser krîsa kapitalîzm a di navê deye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kapitalîzm di nava krîza heyî de cardin dixwaze xwe bi rêxistin bike. Ji ber vê di her qadê de êrîşî jinan dikin. Em jî armanc dikin ku li dijî vê têkoşîna enternasyonalîs û yekgirtî bihonin. Êrîş, tenê ji navendê û bi yek nêrînê tên kirin. Ji ber vê em xebatên xwe yên dîplomatîk ên qada navneteweyî jî bi rêve dibin û hewl didin bi hemû jinan re bên gel hev.”
 
MA / Bêrîvan Altan
 

Sernavên din

14/06/2020
20:39 Herêma Egeyê dest bi 'meşa demokrasiyê' kir
20:04 Li 11 gundên Dihê qedexeya derketina derve hat rakirin Qedexeya
20:00 Pervîn Bûldan destek da Başak Demîrtaş
19:11 Polîsan 13 karker binçav kirin
18:56 Li Çewligê erdhej: Qûleya nobetê hilweşiya û birîndar hene
17:55 Ji bo vemirandina şewata li Omeriyan banga lezgîn hat kirin
17:39 Li Kanîreşê erdheja hêza wê 5.9 pile çêbû
16:59 HDP'yî li Wanê bi horonê hatin pêşwazîkirin
16:38 Kesê êrîşa zayendperest kir hat binçavkirin
16:33 ‘Em ê ji bo jiyanek azad têbikoşin'
16:04 Meşvan wê li Amedê bi awayekê bi hêz bên pêşwazîkirin
15:53 Gundê Tewlê 3 rojin di qerantînayê de ye
Welatî nikarin pêdiviyên xwe temîn bikin
15:40 Rêxistinên civakî: Rojên zor bi piştevaniya civakî derbas dibin
15:23 Şandeya Rûsyayê serdana xwe ya Tirkiyeyê betal kir
15:15 Li Rihayê banga 'meşa demokrasiyê' hat kirin
14:57 Şenyaşar: Berê pirtûk didan, êdî pirtûkan jî nadin
14:44 ‘Em ê ji bo daxwaza bi mîlyonan bimeşin’
14:42 Komek çekdar êrîşî Kakeyiyan kirin û 7 welatî kuştin
14:08 Polîsan bi TOMA'yan avahiya HDP'ê ya Stenblê dorpêç kirin
13:54 Li Tûrgûtlûyê 15 xebatarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
13:42 TJA: Ji zimanê kîn û nefretê re êdî bese
13:33 Demîrtaş bi wêneyê dimeşe banga 'meşa demokrasiyê' kir
12:49 Ciwanê ku eskeran gule berdayê mir
12:48 Onlu: Meşa me dest pê kiriye
12:05 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Başak Demîrtaş ne bi tenê ye
11:57 Gergerlîoglû giliyê dozger ji HSK'ê re kir
11:57 Platforma Tenduristiyê ya Mêrdînê: Armanca asayîbûnê vekirina demsala turîzmê ye
11:11 Ji TEV-DEM'ê hişyariya 'Qanûna Qeyserê'
10:55 Jinek li Bûrsayê hat qetilkirin
10:37 'Wan bi qedexeyan bû welatê OHAL'ê'
10:34 Li Omeryan şewatek din rû da: Bi zanebûn di şewitîn in
10:06 Parêzerên malbata Şenyaşar banga 'Li dozê xwedî derkevin' kir
09:13 Hiqûqzan û siyasetmedaran bertek nîşanî astengkirina meşa HDP'ê dan
09:06 'Piştgiriya ji bo meşa demokrasiyê zêde dibe'
09:03 TUAY-DER: Tiştekê hevalên me sûcdar bikin tuneye
09:02 Ji bo têkoşîneke hevpar bang li jinan kirin
09:02 Qeyûm alîkariya ji bo Amedsporê hatibû kirin xwest!
09:02 Ji ber tedawiya girtiyê nexweş bi derengî hatiye xistin tiliya wî hatiye jêkirin!
09:01 Piştî têkoşîneke 22 mehan bi ser ket
09:01 Ji bo karkeran dojeh, ji bo kardêran bihuşt e!
09:00 Ji ber betaliyê li kuçeyan maye
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:54 Ketin û derketina Şirnexê jî qedexe kirin!
08:39 Li Edeneyê 10 kes hatin binçavkirin
13/06/2020
20:43 Di 24 saetên dawî de hezar û 459 kesên din jî bi şewbê ketine
17:08 Ji bo HDP’ê bang li Hikûmeta Îngilistanê kir
16:51 Li Wanê bertek nîşanî mirinên jinan ên bi guman dan
16:19 Li Mersînê hejmara binçavkirinan derket 11’an
16:19 Li qiraxa Çemê Firatê qêrîya: Her der ji bo jinê qada berxwedanê ye
15:57 Aqûbeta girtiyê siyasî Kemal Hesen ne diyare
15:50 Ji bo girtiya nexweş a tedawiya wê hatiye sekinandin bang kirin
15:49 Şewata li Omeryan ji nû de dest pê kir
15:49 Rewşenbir û ronakbirên navneteweyî zextên li ser HDP’ê şermezar kirin
15:35 Walîtiya Tekîrdagê jî ‘qedexe’ kir
15:22 Turmen: Dewlet nikare mudaxaleyî ‘mafê rapêşî û civînê’ bike
15:14 HDP’ê serdana ‘têkoşîna demokratîk’ li Malêngel kir
15:04 Aqûbeta Bulmuş û 6 gundiyan pirsîn
14:23 Walitiya Wanê ji bo ku HDP’î nemeşin ketin û derketin bajêr qedexe kir
14:19 Aqûbeta Guneyê ku di 12’ê Îlonê de bi qanûneke taybet hat darvekirin pirsîn
13:48 CÎSST'ê rapor aşkere kir: Nexweşan naşînin nexweşxaneyê
13:29 Di laboratûvara zanîngehê de teqîn çêbû
13:14 Ji bo siyasetmedar Aksoy banga berdanê kirin
12:30 Demîrtaş: Ji bo Tirkiye ya herî xêr bi HDP'ê re diyalogê pêş bixin
12:06 Rewşa malbata Tavas bir Meclîsê
12:05 BTS duh hişyar kir trênê îro qeza kir
10:52 Wezaretê xwest xizmetkaren tenduristiyê heta 14'ê mehê wargehan vala bikin
10:38 Leşkerî çopa xwe davêje Çemê Hêzil
10:23 Ji Muglayê banga tevlêbûna meşê kirin
09:57 Keç û bav 26 sal şûnde di gorê de gihiştin hev
09:38 Emîne Şenyaşar: Çavên min ji girînê kor bûn
09:08 Yukkol ê ji sedî 73 berasteng dibin çavan de bi tenê tê girtin
09:07 Parêzer Işik: Îqtidar îtaeteke mutleq dixwaze
09:06 MEBYA-DER: 22 malbatan gilî kirin
09:06 Ji bo qaleqolê cardin dar qirkirine!
09:00 ROJEVA 13Ê HEZÎRANA 2020'AN
12/06/2020
20:46 Serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê dest pê kirin
19:58 34 penaber li Deryaya Spî xeniqîn
15:06 Meclîsa Jinan a HDP'ê Malên Gel ziyaret kir
15:04 Li Agiriyê di 35 rojan de 6 jin bi guman mirin
14:51 Şaredarê Cizîrê yê berê Sabri Vesek bi vîrusa Covît-19 mir
14:45 Li Mahsertê 200 dolim zevî şewitî
14:40 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiya amadekariya 'operasyonê'
14:34 150 dolim zeviya genim li Derikê şewitî
14:20 Bêyî kujerên zarokên xwe bibîne koça dawî kir
13:58 Li Licê êrîşên li ser goran dewam dikin
13:42 Çalakiya BTS’ê rastî astengiya polîsan hat
13:38 TTB hişyar kir: Bi tedbîrên şexsî rê li pêş Covît-19 nayê girtin
12:07 Colemêrg, Wan û Bedlîs ji bo 'Meşa Demokrasiyê' amade ne
11:56 Ciwanê ku polîsan ‘xayîn' îlan kir ji tirsa polîsan nikare ji mal derkeve
11:44 Ji Amedê peyama bi pankart!
11:40 Polîs pozê xebatkarekê tenduristiyê şikand
11:40 Li Ebexê gundek hat karantînekirin
11:30 Armanc gelê Edîrne û Colemêrgê bigînin hev
11:28 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:48 Twîtterê 7 hezar û 340 hesabên têkildarî AKP'ê girtin
10:46 Psîkolog Tatar: Dê întîhar zêde bibin
10:34 Cenazeyê Mûrat Hantaş spartin axê
10:32 'Rojbûna te pîroz be Apê Mûsa'
10:22 Li dayik û bavê xwe yê hatin girtin digerin!
09:57 Wezaretê Raropa ÇED'ê ya jibo RES'ê erênî dît
Komeleya Ekolojiyê: Talankirina xwezayê rewa dikin