ÊLIH - Polîsan avêt ser avahiya HDP'a Qubînê. Hevserokên HDP'a navçeyê Hasan Şakar û Şefîka Çetîn hatin binçavkirin.
Polîsan avêt ser avahiya HDP'a Qubîn a Êlihê. Polîsan ber destê êvarî saet li dor 4 û nîvan avêt ser avahiyê û di dema avêtina ser avahiyê partiyê de nehiştin kes têkeve hundirê avahiyê. Piştî lêgerîna li avahiya HDP'ê hevserokên partiyê Hasan Şakar û Şefîka Çetîn hatin binçavkirin