HATAY – Platforma Ked û Demokrasiyê ya Samandagiyê, bertek nîşanî xistina parlamenteriya 3 parlamenteran da û banga têkoşîna hevpar kir.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Samandagiyê, bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî xistina parlamenteriya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari û Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Enîs Berberoglû da.
Paltformê, destnîşan kir ku bi xistina parlamenteriya parlamenteran dengê bi milyonan welatiyan tune hatiye hesibandin û wê ev dizîn di dîroka demokrasiyê de weke lekeyeke reş bimîne. Platformê, xwest ku beşên civakê û partiyên muxalefetê li dijî van êrîş û binpêkirinên mafan dest bidin hev û ev bang kir: “Em xistina parlamenteriya parlamenteran şermezar dikin û bang li hemû hêzên demokrasiyê dikin ku bi awayekî berfireh li ser tifaqê bên gel hev.”