NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê ji 17'ê Adarê heta niha di nava 80 rojan de 4 hezar û 692 welatî bi vîrûsa Covît 19 mirin. Ji 10'ê Adarê heta niha jî 170 hezar û 132 welatî bi şewbê ketin.
Li Tirkiyeyê her rojê herî kêm 20 kes bi vîrûsa Covît-19 dimirin. Li gorî daneyen Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca îro jî 23 kesên din bi vîrûsê mirin û 914 kesên nû bi nexweşiyê ketin. Ji 17'ê Adarê heta niha di nava 80 rojan de li Tirkiyeyê bi giştî 4 hezar û 692 welatî bi şewba vîrûsa Covît-19 mirin. Ji 10'ê Adarê heta niha 170 hezar û 132 kes jî bi şewba vîrûsa corona ketin.