Li Kanîreşê dem dema bihar û zozanan e

  • rojane
  • 09:15 1 Hezîran 2020
  • |
img

ÇEWLÎG  – Ji zozanên bajarê Çewlîgê xweştirîn zozan ên Kanîreşê ne. Li Kanîreşê dema zozanan dest pê kiriye. Li lûtkeyên çiyayan belekiyên berfê û xemla biharê bi hev re bûne yek. Zozanên Kanîreşê cih û warê koçeran in. Yên dixwazin zozanan bibînin, zozanên Kanîreşê hêjayî dîtinê ne.

Em ji Amedê ji bo biçin bihar û zozanên navçeya Kanîreşa Çewligê bibînin derdikevin rê. Li Amedê êdî demsala havînê dest pê dike û hewa germ dibe. Em ji nav germa Amedê hêdî hêdî ber bi hewa hênik a zozanan ve diçin. Dema em gihîştin Licê, me dît her der hêj hêşînayî ye, bihara li vir xilas nebûye û seranserî rê bi rengên biharê xemilandî ye. Piştî Licê em gihîştin Çewligê, li vê derê jî zozanên bi rengên biharê pêçandî em pêşwazî kirin. Hewayeke sar ji nav dilê zozanan tê. Her ku em ber bi Kanîreşê ve çûn belekiyên zozanan û xemla biharê xwe nîşanî me dan. Ji Amedê heta Kanîreşê em leqayî kamyonên sê çar qatî yên keriyên pez ên koçeran dibin zozanên Kanîreşê û deverên din ên herêma Çewligê tên.

 
KOÇERÎ XWEŞ E LI ŞEREFDÎNÊ
 
Bi nêzîkbûna me ya ber bi Kanîreşê ve ewil Çiyayê Şerefdînê yê bi zozanên xwe bi nav û deng e, em pêşwazî dikin û belekiyên wê yên berfa li lûtkeya wê li ber çavên me dikevin. Dema rêberê me zozanên Şerefdînê nîşanî me dide, bêguman gotina “Koçerî xweşî li Şerefdînê” tê bîra mirov. Ev gotin li herêma Kanîreşê û di nav koçeran de gelek tê gotin. 
 
KANÎREŞ DI NAV ÇIYAYAN DE YE 
 
Tê gotin ku ew belekiyên berfê yên li Şerefdînê heta nîvê havînê jî nahelin. Em di ber Şerefdînê re diçin navenda Kanîreşê û vê carê jî deşteke heta çavê te dibîne xuya dibe. Kanîreş li deşta di navbera çiyayan de hatiye avakirin û li başûrê çiyayê Şerefdînê, li bakurê wê çiyayê Qertalixê û li rojhilatê wê jî çiyayên Bîngolê (Tepê Koxê) hene. 
 
HATINA BIHARÊ XELKÊ KÊFXWEŞ KIRIYE 
 
Em li navenda Kanîreşê kelecan û kêfxweşiya destpêkirina biharê li ser rûyê mirovan dibînin. Xelkê navçeyê gelek mêvanperwer e û ji mazûvaniyê hez dikin. Piştî me silav da çend esnafan helbet di rojeva wan de jî pandemiya koronayê heye. Lê li ser koronayê zêde nafikirin. Tişta wan kêfxweş dike hatina biharê ye. Ji ber ku Kanîreş û derdora xwe bi mehan di bin berfê de dimînin. Esnafekî yê titûnê û çaya qaçax difiroşe, yekser bi kêfxweşî mazûvaniya xwe nîşan dide û ji me re dibêje “hûn ji Amedê hatine hevalno?” Piştî bersiva erê ji me bihîst bêtir kêfxweş bû û hema yekser stranên dengbêjiyê û hesabê xwe yê medyaya civakî nîşanî me da. 
 
TAŞTÊYA ZOZANAN 
 
Piştî me hin tişt mişt li navenda navçeyê kirîn, vê carê me berê xwe da gundên qûntara çiyayê Qertalixê yê belekiyên berfê lê spî dikin. Aveke cemidî ji bin van belekiyên berfê diherike gelî û mêrgên gundan. Dê û bavê rêberê me li ber malê me pêşwazî dikin. Wan taştê amade kiriye li benda me ne. Hingiv, mast û penêrê zozanan ên li ser sifreyê hêjayî dîtinê ne. 
 
XEMLA ZOZANAN Û BELEKIYA BERFÊ 
 
Piştî xwarina taştê em qasek li ser taybetmendiyên navçeyê suhbet dikin. Ew ji me re qala zor û zehmetiyên zivistanê yên li navçeyê û gundan dikin. Her wiha behsa dar û sebzeyên li gund danîne dikin. Piştre me dest bi kişandina wêne û dîmenên zozanan kir. Li aliyekî belekiyên berfê li pişt kulîlkên zer û şînahiya zozanan raseriya xwe li lûtkeyên çiyayan dikin û li aliyekî din jî li gelî û newalan aveke zelal bi şireşir diherike. Ava van geliyan û rûbarên biçûk diherike ser çemê Mûradê. 
 
KOÇER JI QEREJDAXÊ DIÇIN ZOZANÊN KANÎREŞÊ 
 
Gundî jî ji niha ve dest bi amadekariyên zivistanê dikin. Hin şêniyên gundan gomên pez çê dikin hin gundî jî axûrên dewaran çê dikin. Her wiha gundî mast, penêr, rûnê nivîşk û gelek tiştên ji bo zivistanê amade dikin. Hin gundî jî înşatên xaniyên wan ku nîvco mane çê dikin. Hinek gundî li ber pezê xwe ne û hinek ji wan jî bi kar û barên gund re mijûl in. Kamyon li ser kamyonê pezên koçaran ji Amedê û derdora Qerejdaxê tînin zozanan. Her dever beyar e û keriyên pez lê diçêrin. Li gorî şêniyên Kanîreşê agahî didin me, di demên berê de zozanên Kanîreşê bi taybetî li derdora çiyayê Şerefdînê û deverên din zozanên koçerên Bêrtî lê danîne û ev dever wek warê wan dihat zanîn. Lê tê gotin êdî koçerên Bêrtî kêm tên zozanan û dev ji koçeriyê berdane. Şêniyên Kanîreşê dibêjin ku rewşa siyasî û qedexeya derketina zozanan jî bandoreke neyînî li koçeran dike û ji ber vê koçer kêm derdikevin zozanan.  
 
GOLA KANÎTAHTÊ HÊJAYÎ DÎTINÊ YE 
 
Piştî gera me ya li gundê quntara çiyayê Qertalixê em berê xwe didin qeraxê Gola Kanîtahtê. Ev gol li ser rêya Kanîreş, Gimgim û Erziromê ye. Ava golê şîn dike û xweşikiya belekiyên berfa li ser lûtkeyên çiyayê Bîngolê xuya dibin. Her çiqas bayek sar tê jî, xelk ji xwe re diçe benda golê û li xweşikiya golê temaşe dike.  
 
ÇIYAYÊ BÎNGOLÊ Û GUNDÊN ELEWIYAN XWEŞ IN 
 
Em ji qeraxê golê berê xwe didin quntara çiyayê Bîngolê yê nêzî Gimgimê ye. Dema em ber bi Gimgimê ve diçin deştek ku bihar lê şên bûye li pêş Kanîreşê ye û hemû tê xuyakirin. Deştek bê ser û ber e. Em di gundê Qerqebazarê de ber bi Gimbimê ve diçin. Golek biçûk derket pêşiya me û koçerên ji deştê hatine lê danîne. Ev dever sînorê Kanîreş û Gimgimê ye. Deverek wek bihuştê xuya dibe. Keriyê pezê qerqaş ku ji hezaran serî pêk tê li derdora golê di mexel de ye. Em li vir keriyê pezê koçeran ê li bin belekiyên berfê diçêrin dikişînin. 
 
RÛGEŞIYA LI SER RÛYÊ MAMÊ BÎLAL 
 
Ji vir jî em çûn quntara çiyayê Bîngolê. Bi dehan gund li vê deverê hene û ev gund hemû yên kurdên elewî ne. Gundê Emera yê nêzî 70 mal e yek ji gundên elewiya ye. Gund girêdayî navçeya Gimgimê ya Mûşê ye. Li derdora gund kar û berx di nav keriyê pez de ne û hesp û cenîka xwe lê mêrgê li nav ketê diçêrin. Bîlal Surmelî yê 63 salî li ber pezê xwe ye û ew ji gundê Emera ye. Wek me destpêkê got, hatina biharê kêfxweşiya mirovên herêmê dide nîşandan. Ev heman rûgeşî û kêfxweşî li ser rûyê mamê Bîlal jî yê pişta xwe daye belekiyên berfê û bi devlikenî berê xwe daye objektîfa me tê dîtin.  
Surmelî ji me re qala serpêhatî û jiyana zozanan û kar û barê gundan dike. Ew dibêje xwe dîtiye û nedîtiye sewalkariyê dike. Her wiha dibêje, her çiqas jiyana li gundan zor be jî û karê sewalkariyê çetin be jî lê ew neçar in vî karî bikin. Surmelî anî ziman ku li herêma wan biharê dest pê kiriye û ew ê heta meha îlonê kêfxweşiya biharê bibînin. 
 
BIÇIN MASIYÊN WIR TEHM BIKIN 
 
Dilê me heye em biçin heta Gimgimê lê bes dereng dibe û em neçar in vegerin Amedê. Ji nav gundên elewiyan ên li quntara çiyayê Bîngolê me careke din berê xwe da navenda Kanîreşê. Vê carê em dîsa hatin qeraxê gola Kanîtahtê û wek tê gotin masiyên li vir çêdikin bi nav û deng in. Tesîsa masiyan a li qeraxê golê masiyan xweş çêdike. Kesên rêya wan bi wir ket dikarin masiyên vê derê tehm bikin. 
 
SUHBETA LI ZOZANAN XWEŞ E  
 
Xwediyê tesîsê û hevalên xwe li derdora me civiyan û li ser qal û belayên kurdan û dinyayê me kêliyek suhbetek xweş kir. Helbet suhbet li gel vexwarina çaya serhedkî şên dibe. Êdî êvar bi ser ger û geşta me ya li zozanên Kanîreşê tê. Helbet em ji ger û geşta li zozanan û hewa wê ya hênik têr nebûn lê dem bû êvar û me berê xwe dîsa da Amedê. Heta em hatin Amedê mele banga eşayê da.
 
MA / Bîlal Guldem
 

Sernavên din

01/06/2020
13:14 Bi deh hezaran muzîsyen tevlî kampanya ji bo Ocalan bûn
13:11 Gelo bi copê tecawizî M.E.C. kirin?
13:01 Heman îşkence û heman wêne!
12:51 Ji bo gora komî Kerboranê daxwaza lêkolînê hat kirin
12:27 Ji bo cenazeyên li Kîlyosê bang li Meclîsê kir
12:01 Di 82 rojan de tundî li 83 kesan hat kirin
11:50 Piştî emeliyata mejî paşve şandin girtîgehê
11:34 Îşkenceya li qereqolê li gorî midûriyeta polîsan 'Hêza bi kontrol e'
11:25 Xwepêşandanên li Amerîka gihîştan Qesra Spî
11:10 Di 2019'an de 50 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan
11:01 Muslim: Pêngava diyalogê wê di demek nêz de dest pê bike
10:35 Parlamenterê HDP’ê Koç: AKP welat ber bi tundiyê ve didefîne
10:34 Polîsan cenazeyê Kartal ê girtiyê nexweş revandin û definkirin
10:15 Serokê ATO Bulut: Dê nexweşên Covît-19 zêde bibin
09:43 Keskîn: Êrişkirina goristanan binpêkirina Peymana Cenevre ye
09:24 Li Şirnexê bikaranîna rûpoş bû mecbûrî
09:21 Psychology Kurdî bi hejmarek taybet derket
09:19 Bûn bêhna zaravayeke li ber xeterê
09:18 Şertên girtîgehê bandorekê çawan li zarokan dikin?
09:17 Kesê 2 meh berê emeliyata dil bûbû hat girtin
09:16 Amed bi rêjeya hejmara nexweşên xwe yên herî zêde ket pêvajoya asayîbûnê
09:15 Li Kanîreşê dem dema bihar û zozanan e
09:14 Li dijî Santralên Nukleerê seri li şûreya dewletê dan
09:13 ‘Şerê taybet li ser malbatan didin meşandin’
09:13 Li Edeneyê binçavkirina Qorsan
09:12 Kujerê siyasetmedarê Kurd Melik 26 salin hêj mechûl e
09:00 ROJEVA 01'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:08 Ciwane li muzîka Kurdî guhdar kir kuştin
31/05/2020
22:09 Kesê ku gef li Weqfa Hrant Dînk xwar hat girtin
21:13 Hejmara miriyên vîrûsa koronayê derket 4 hezaz û 540 kesî
19:33 Ji şêwirmendê parlamenterê MHP'ê wêneyên îşkenceya li emniyetê
16:35 37 kesên din li Êlihê bi şewba Covît-19 ketin
16:02 Osman: Kurd bi yekîtiya neteweyî dê bi ser bikevin
15:17 Polîsan bi lêdanê binçav kirin
14:48 Walî derketina derve li 19 gundên Bedlisê qedexe kir
14:42 Îdîaya polîs û zabiteyan tundî li firoşkarên seyyar kirin
13:59 Dê cenazeyê Kardal li Manîsayê defin bikin
13:41 Rêxistinên jinan xwest Tirkiye ji Efrînê derxin û bersûcan darizanînin
13:07 Di bûyera êrîşa li dijî polîsan de hejmara kesin hatin binçavkirin derket 3’yan
12:51 Welatiyên hatibûn îşkencekirin, cardin hatin binçavkirin
12:41 TEV-DEM: Ji bo Efrînê komîsyoneke lêpirsînê ava bikin
12:31 HDK: Berxwedana Gezî pir zimanî fêr kir
12:20 Hêzên Rejîma Îranê li Serdeşt û Pîranşarê 4 kolber birîndar kirin
11:12 Geliyê Bertul qedexe kirin
10:12 Akay 2 sal in di tecrîd û îzolasyonê de ye
09:55 Prz. Kûzû: Hêviyên winda bên dîtin cardin nû bû
09:03 Şewata li daristanê îxbar kir, cezayê muebetê lê hat birîn
09:02 Tûran: Pêdivî bi mudaxileyeke şoreşgerî heye
09:01 ‘Bila îthalkirina bermayiyên plastîkî yên dibin sedema belavbûna şewbê bê rawestandin'
09:01 Li gor giştînameya heywanên li kuçe û kolanan tev negeriyan
09:00 Ji bo yekîtiyê ne gotin, pratîk divê
09:00 Li vî gundî her tişt bê pere ye
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2020'AN
08:34 2 kes li Rezanê hatin binçavkirin
08:08 Girtiyê Nexweş Kartal jiyana xwe ji dest da
30/05/2020
21:07 26 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane, 983 kesên din jî bi şewbê ketine
20:43 Qeyûmê pirtûkxaneya bi navê Celadet Alî Bedirxan xera kir!
18:41 Hevserokên HDP'î hatin berdan
17:02 Nivîskarê Ermenî Mihçi: Piştî Erdogan got 'Bermahiyên şûr' êrîş zêde bûn
16:20 Li Rezanê polîsek birîndar bû
16:11 Ji bo girtiyê nexweşê giran Ozkan ê 81 salî bang kirin
15:56 Pirsa faîlên bapîr û neviyê wî kirin
15:48 Platforma Jinan a Şahmaranê: Têkoşîna jinan nayê darizandin
15:20 Meclîsa Jinan: Bêdeng nemînin
14:53 Li Çadê pevçûna çekdarî: 5 kes mirin
14:46 Balafirên TSK'ê bombe kir: Kur û bav hat kuştin
14:44 25 sal in li dû edaletê ye: Hestiyên me bidin me
14:37 Jinan çalakiya rûniştinê li dar xistin
14:12 Rapora 77 girtîgehan: Hêj tedbîr nehatine girtin
14:05 Buldan piştgirî da Rakel Dink: Hûn ne bi tenê ne
14:05 Di gora komî ya Kerboranê de hestiyên 40 kesan hatin komkirin
13:34 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
13:26 Xizmên windayan: Bila kujerê Hasan Ocak bê dîtin
13:11 Kesê bi Qanûna Înfazê hat berdan Nûrcan Polat kuşt
12:51 Girtiyê nexweş 2 salin bi tenê tê girtin
11:34 HDP'ê piştgirî da şermezarkirinên li Mînnetapolîsê
11:21 Rêxistinên civakî piştgirî dan Vakfa Hrant Dînk
10:45 Ji polisê ku Floyd kuşt re 35 sal ceza hat xwestin
10:01 Prof. Dr. Mustafa Durmuş: Ev aboriyek xapînok e fêdeyê nade aramiya civakê
09:34 Li Cizîrê karantîna zêde dibe
09:27 Thomas Lovejoy: Qeyranên pêş dikevin qêrîna ji bo modela parastina xwezayê ye
09:11 Li Rezanê jinek hat kuştin
09:09 Hevseroka Meclîsa Mexmûrê: Em birçî jî bimînin em muhtac nabin
09:09 Ji ber DEDAŞ'ê nexweşên astimê nikarin tedawî bibin
09:09 Tevî çop û bermayiyên bi xwe re Gola Wanê qirêj dikin
09:09 Rêwîtiya ji bo rêvasan
09:09 Ji niha ve dest bi amadekariyên zivistanê kirine
09:09 Malbat 2 salin ketine şopa hestiyan
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2020'AN
08:12 Lêpirsîn li 19 jinên ji derveyê qawîşê hejmar nedan vekirin
29/05/2020
20:45 Polîsan avêt ser avahiya HDP'ê ya Êlihê: Hevserok hatin binçavkirin
19:51 28 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:14 Jin çûn cihê Kocabaş lê hat kuştin: Em ê bêdeng nemîn in
15:50 Di 4 mehan de li Egeyê 8 hezar û 283 maf binpe kirin
15:19 HDP'î çûn serdana Dilgeş: Pêdiviyên wî bi cih nayin in
15:19 Çalakiya Zeytinburnê 769 roj in didome
15:10 Bi roketê êrîşî înşeata kalekolê kirin
14:40 Rapora Girtîgeha Sîlîvriyê: Haletên koronayê zêde ne, tevdîr kêm in
14:39 MMO: HES'ên li Zilanê tên avakirin polîtîkaya bê bîr hiştinê ye
14:35 Li ber girtîgehê daxuyanî: Qada jiyana girtiyan teng kirin