STENBOL – Kesê ku peyamake gefxwarinê ji Weqfa Hrant Dînk şandibû, hat girtin
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komare ya Stenbolê ve hat destpêkirin de, H.A. ku bi rêya postaya elektronîk peyameke gefxwarine ji Weqfa Hrant Dînk şandibû, hat binçavkirin. H.A li Stenbolê derket pêşberî dadgehê û bi sûcdariya “Gefxarina xwe bi nameya bê îmze û nişane taybet” hat girtin û şandin girtîgehê.