* Bavê Îsmaîl Dag ê ku yek ji kesên cenazeyên wî li Kîlyosê di peyarêyê de hatin veşartin, Zekî Dag diyar kir ku piştî du salan nû testa DNA’yê aşkere kirin û got: “Me di nava 2 salan de bi dehan caran encam ji dozgeriyê pirsî. Lê piştî 2 salan hêj nû got 'Mînakên DNA li hev nehatine'. Niha jî emê dîsa xwînê bidin."
* Parazvanê têgeha Pircureya-Zindî Prof. Dr. Thomas Lovejoy, têkildarî talankirin û wêrankirina xwezayê diyar kir ku qêrîna ji bo modelek nû ya parastina xwezayê bilind dibe û got: “Ji bo mirov bêtir bi tenduristî bijî divê mirov berî her tiştî hurmetê nîşanî xweza û pircureyên zindiyan bide û wan biparêze."
* Hevseroka Meclîsa Kampa Mexmûrê Çîçek Cengîz, diyar kir ku bi ambargo û êrîşên ku 10 meh in didin hedef jiyan û rêxistinbûyîna li kampê ye û got, gel birçî jî bimîne wê xwe muhtacî kesî neke.
* Li gundên Qilebanê welatiyên ku diçin zozana dest bi topkirina gihayan kirin û ji niha ve haziriyên zivistanê dikin.
* Li Pasûrê her sal welatî ji bo rêvasan berhev bikin 30 kîlometre rê dimeşin.
* Robarên Akkopru, Kirman û Kûrûbaş saloqat çop, bermayî, hafriyata înşeatan û ava gelek qenalîzasyona ber bi Gola Wanê ve dibin.
* DEDAŞ'ê ji 14'ê Gulanê ve ceryana gelek gund û taxên Mêrdînê biriye. Ji ber vê girtiyên astim bi wan re heye û mecbûr in makîneya dûkelê bi kar bînin, ji roja ku ceryan hatiye birîn nikarin tedawî bibin. Mehmet Irmak ê astim pê re heye got: "Nikarim bê av û oksîjen îdare bikim."
* Dayikên Şemiyê dê di hefteya 792'an de aqûbeta windayan bipirsin. Dê dîsa li ser medya civakî çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 427'an de çalakiya "Rûniştina F" li dar bixe. (13.30)
* Înîsiyatifa Ji girtiyên Nexweş re Azadî dê di hefteya 299'an de li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.00)
* Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê çalakiya xwe ya hefteyî berdewam bike. (12.00)