Keça Sabrî Kaya: Bavê min kuştin

  • rojane
  • 09:12 29 Gulan 2020
  • |
img

EDENE - Dîlan Kaya anî ziman ku bavê wê Sabrî Kaya ji ber îhmalkariyê jiyana xwe ji dest daye û got, wê giliyê kesên ku tiliya wan di mirina bavê wê de heye bikin.

Girtiyê nexweş Sabrî Kaya ku di Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa T a Osmaniyeyê de bû, di 20'ê Gulanê de hat berdan. Lê belê roja hat berdan jiyana xwe ji dest da. Piştî karên otopsiyê yê li morga Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê malbatê cenaze di 23'yê Gulanê de wergirt û li Ceyhanê defin kir. Keça wî Dîlan Kaya destnîşan kir ku bavê wê ji ber îhmalkariyê jiyana xwe ji dest daye û got, wê giliyê kesên ku tiliya wan di mirina bavê wê de heye bikin.
 
Kaya, diyar kir ku di Mijdara 2019'an de bi hinceta li gor jimariya şipyakî tev negeriyane gardiyanan li bavê wê û hevalên wî yên qawîşê xistiye û got, bavê wê girtiyê nexweş bûye lê dîsa jî mafê wî yê tedawî û tenduristiyê hatiye astengkirin. Kaya, anî ziman ku bavê wê ji ber îhmalkariyan jiyana xwe ji dest daye û got, ji ber ku Girtîgeha Osmaniyeyê dermanê "Cûamadîn" ku ji bo bavê wê dermaneke pir girîng bûye peya nekiriye, bavê wê di 25'ê Adara 2020'an de qeyrana dil û derbas kiriye û xwîn çûye ser mêjiyê wî û ji ber vê mehkûmî ereboka biteker bûye.
 
Kaya, got: "Girtîgehê, tam mehekê ev derman neda bavê min. Gava me sedema wêd ipirsîn digotin, 'tuneye, bila îdare bike.' Me got, em peyda bikin bînin. Qebûl nekirin. 10 salan vî dermanê navbirî bi kar dianî. Xwîna wî rohn dikir. Lê ji ber ku nedanê qeyrana dil derbas kir û xwîn çû ser mêjiyê wî. Ji ber vê felcî bû. Hişê wî ji sera çû. Piştî ket komayê wî rakirin beşa awarte. 5-6 rojan di beşa awarte de ma. Wî tabûrcî kirin û cardin şandin girtîgehê. Kesekî ku ketiye komayê dîsa birine girtîgehê. Her kes bi şert û mercên girtîgehan dizane. Piştî vê me serî li Desteya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyeyê da. Ji ber ku ketiye komayê êdî ne kesekî asayî ye. Gava telefonî me dikir êdî nikaribû biaxive. Di 10 deqan de ancax karibû du deqeyan biaxive. Ji xwe tiştên me digot fêm nedikir."
 
BIJÎŞK MIKUR HAT
 
Kaya, anî ziman ku ji ber şewba coronayê heyeta tenduristiyê kom nebûye û ji ber vê ji bo bavê wê rapor nehatiye amadekirin û tenê li gor biryraa bijîşkekî ku gotibû "dikare di girtîgehê de bimîne" tev geriyane. Kaya, behsa hevdîtina bi bijîşkê Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyeyê re jî kir û got bijîşk jê re gotiye: "Ez nikarim mehkûmekî ji girtîgehê derxînim, ditirsim. Qaweteke min î wisa tuneye. Heger wisa bikim wê min sirgûn bikin."
 
MAFÊ WÎ YÊ TEDAWIYÊ HAT ASTENGKIRIN
 
Kaya, bilêv kir ku Serbijîşktiya Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyeyê ji wan re gotiye "Rewşa bavê te pir baş e, ne hewce ye li nexweşxaneyê bimîne." Kaya, bilêv kir ku wan pir israr kiriye ku bavê wê li nexweşxaneyê bimîne lê belê bijîşkan gotiye "Covîd heye, em nikarin wî bidin razandin. Tiştên hewce be em ê bikin." Kaya, got bi vî awayî mafê tedawîkirinê yê bavê wê hatiye astengkirin.
 
Kaya, diyar kir ku hema bêje her roj bavê wê rakirine nexweşxaneyê û got: "Her roj tew carina rojê du caran wî rakirin beşa lezgîn. Me pir israr kir ku li nexweşxaneyê bimîne, lê gotin 'Covîd heye' nehiştin li nexweşxaneyê bimîne. Piştî bavê min ket komayê sê caran wî rakirin beşa awarte. Her carê bêyş wê têxin serwîsê cardin wî dibirin girtîgehê. em çend caran çûn girtîgehê lê guh nedan me, nehiştin em têkevin hundir jî. Min ji gardiyanan pirsî, çima her roj bavê min radikin nexweşxaneyê gotin 'Ji ber ku hişê wî ji sera çûye, nikare dermanê xwe bi kar bîne.' Mirovekî 17 nexweşînên wî yê kronîk hebûn û nikaribû bi tena serê xwe dermanên xwe bixwe, dan ber mirinê. Di wan şert û mercan de pêdiviya wî bi me hebû. Heta carekê girtîgehê dixwest em malavayiya wan bikin, digotin 'Tiştekî bavê te tuneye. Bi zanebûnî wiha dike. Em bi rîngê nabin, bi ambulansê dibin. Şikir bikin. Em dikarin wiha nekin.' Her cara wî radikirin nexweşxaneyê hebeke êşbir didanê, dîsa wî dişandin."
 
Kaya, diyar kir utêkildarî rewşa bavê wê ne li girtîgehê ne jî li dozgeriyê muxatabek nedidîtin û got, bijîşk û rayedar mafê tedawî û tenduristiyê yê girtiyan asteng kiriye. Kaya ku got "Girtîgehê bavê min bi qedara wî re rû bi rû hiştiye" anî ziman ku di endoskopiya ku di 15'ê Gulanêd e hatiye kirin derketiye holê ku bi awayekî cidî xwîn ji made, rovî û soriçka wî hatiye.
 
‘EZ Ê DEV JÊ BERNEDIM'
 
Kaya, bibîr xist ku berî ku bavê wê jiyana xwe ji dest bide bi çend rojan wî rakirina Nexweşxaneya Balcali ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Çûkûrovayê û got: "Li Nexweşxaneya Balcaliyê wî rakirin beşa awarte Di beşa awarte de bijîşk got, êdî tiştekî ku bikin nemaye, dibe ku ji nişka ve jî bimire. Piştî ev xeber girtin çend saet şûnde bi awayekî şertî biryara berdana wî dan. Vê yekê bi awayekî lihevkirî kirin. Bavê min mir dû re ew berdaan. Gava biryara berdanê hat dayîn esker û gardiyan hemû reviyan. Heya wê kêliyê jî bavê min kelemçekirî bû û nehiştin em wî bibînin. Ez ê dev ji vê yeê bernedim. Tiliya kê di mirina bavê min de hebe ez ê dev ji wan bernedim. Ez ê giliyê hemûyan bikim. Li ber çavan bavê min kuştin. Ez ê dev ji vê dozê bernedim."
 
MA / Hamdûllah Kesen

Sernavên din

29/05/2020
14:31 Platforma Jinan a Enqereyê: Em ê bîat nekin
14:17 Hevdîtinên girtî yên li girtîgehan di 1’ê hezîranê de dest pê dike
14:16 Di çayfiroşê şaredariyê de Covît-19 derket
14:16 Di mudaxileya şermezarkirina sirgûnan de 8 kes hatin binçavkirin
13:52 Jinan li Mêrdînê bang kir: Jinên hatin girtin berdin
12:29 Lêpirsîna parastinê li Demîrtaş vekirin
12:04 Li Başakşehîrê di fabrîqeyekê de teqîn rû da
11:35 HDK: Komkujiya Çorûmê di avakirina pergala nû de peyamek bû
10:59 Dayika Gulîstan Dokû: Gulîstan li ku derê ye, kezeba min dişewite
10:59 Turkdogan: Bêyî dîtina pergalê axaftina tundiya polisan şaşî ye
10:17 Aydogan ê CHP’: Sedema tundiya polîsan zimanê siyasetê ye
10:16 Birayê Safîturk: Amîrê midûrê polîsan bombe bi cih kir
10:16 Elvan: Heta ku ev erk di destê polîsan de be wê zarok werin kuştin
09:14 Cenazeyên bi kes li goristana bêkesan defin kirin
09:13 Bi Rosa peyam dan hemû jinan
09:12 Keça Sabrî Kaya: Bavê min kuştin
09:12 ‘Heger hiqûq pêk bê wê daxwaza Tîmtîk û Unsal pêk bê'
09:10 Kurmên hevrîşimê ji pelên tuyan têr nabin!
09:09 JES mêşan dikujin
09:08 Qeyûm got 'em ê baştir çêbikin, lê ji a berê xirabtir kir
09:08 Ji ber ava lexemê nikarin erdên xwe bajon
09:07 Terezê li fisteqan xist, cotkaran ji bo piştgiriyê bang kir
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2020'AN
07:53 2 tax li Elbakê xistin qerantînayê
28/05/2020
20:49 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bû 160 hezar û 979
17:28 Polîsan kesên li pêş AKP'ê çalakî li dar xistin binçav kirin
17:03 Giliya êrîşên goristanan hat kirin
16:07 Seta ‘Stranên Arşîva Radyoya Êrîvanê’ çap bû
16:00 Duh bi apoletê darbe kirin îro bi qerewatê darbê dikin
15:46 101 meh derbas bû: Rêya edaletê di Roboskî de derbas dibe
15:38 BTS’ê bertek nîşanî sîrgûnan da
15:30 Armanca erîşên li dijî HDP’ê çiye?
15:07 HDP dê li dijî êrîşê li ser avahiya Cizîrê serlêdana sûc bike
14:59 Ji bo ‘Hefteya Dayikên Şemiyê’ pêşniyara qanûnê hat kirin
14:55 Qûrbaniyên Geziyê bi bîr anîn
14:47 ÎTO Dr. Ertugrul li pêş nexweşxaneyê bibîr anî
14:36 Grup Yorûm ji bo konser bide serlêdan kir
14:25 Tanrikûlû rapora windayan eşkere kir: Peymanê îmze bikin
13:32 Kesê bi ‘rûpoş’ hewl da avahiya HDP’ê bişewitîne
13:13 Girtiyan li Kirşehîrê dest bi greva birçîbûnê kirin
13:08 Ji 2 karkerên ji selika vînçê ketin 1 jê mir
12:53 Di Bendava Ilisû de zarokek xeniqî
12:33 'Êrîşa li dijî Rosa ne tenê li dijî jinên kurd, li dijî hemû jinên cîhanê ye
12:13 Li Qersê Xeta Mor vebû
12:13 Li gel qedexeyê jî li Gola Wanê 16 ton mesî hatin girtin
12:05 Şahidê nepen 'A53T61MCTS21SS92' dibe ku polîs be
11:42 Girtiyê nexweş Fîlîz: Ez terkî mirinê hatime kirin
11:06 Jinan li tevahiya cîhanê li dijî tundiyê dengên xwe bilind kirin
10:49 Komeleya Jinan a Rosa çima bû armanca operasyonê?
10:41 Dapîra Dilgeş ji bo Dilgeş bang kir
10:03 Nivîskar Temel: Yekitiya neteweyî bi qasî hewa û avê pêwîst e
10:02 Ji bo 3 girtiyên berasteng ên di heman qawîşê de dimîn in bang
09:57 Xwarina hewce nadin girtiyên di qerantînayê de
09:27 Fîncanci: Definkirina cenazeyan a li peyarêyê sûcê îşkenceyê ye
09:26 Tûrsûn: Sedama tundiya polîsan ne cezakirine
09:25 Wê giliyê kesên goran xera dikin bikin
09:24 'Berxwedan her didome'
09:24 Vê carê ji bajêr berê xwe dan gund
09:23 Yildiz: Şideta polîsan nayê lêpirsînkirin
09:23 Girtiyê nexweş salek e bi tena serê xwe di odeyekê de ye
09:10 Dêra ku di nav çopê de maye bê kes û kûs maye
09:06 Dixwazin bi 'pêşbaziya resman' santralên nukleerê rewa bikin
09:04 2 girtiyên extiyar û nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin
09:02 Rojnamevanên girtî: Sûcê esil veşartina rastiyan e
09:00 Can Atalay: Îqtidar hê jî ji Geziyê ditirse
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2020'AN
27/05/2020
20:41 34 kesên din jî ji ber şewba Cvîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:37 'AKP bi girtin û binçavkirina dixwaze jinan bitepisîne'
17:02 'Qatilê Sabrî Kaya îqtîdar bi xwe ye’
17:01 Mismarî: Erdogan dixwaze Ereban bi Ereban bide kuştin
16:39 Malzemeyên parastina şexsî hêj pirsgirêk e
16:12 Rapora girtîgehên Wanê: Bila şandeyên serbixwe biçin girtîgehan
16:01 ‘Heke bergirî bihata girtin Huseyîn nedimir’
15:52 Di dema AKP'ê de 704 hezar û 831 zarok bi zorê hatin zewicandin
15:24 Li Licê cezayê pereyan li welatiyan tê birîn
14:59 94 rewşenbîran rizgarkirina Efrînê xwestin
14:23 Sendîkayên karkeran îttîraza projeya “qampên xebatê” ya MUSÎAD’ê kirin
14:21 Dayikên Şemiyê astengiya polisan nas nekir û qurnefil danîn Galatasarayê
13:48 Li Amedê tundiya polîs û bekçiyan
13:16 Ciwanên HDP'ê karne da AKP'ê
Edalet, demokrasî = 0
Tundiya Polisan = 100
12:56 TTB: Divê daneyên nexweşên ku Hîdroksîklorokîn bi kar tînin bên parvekirin
12:00 DAD: Çorûm komkujiyeke di bin kontrola dewletê de ye
11:55 ‘Di pêvajoya koronayê de dermankirina girtiyên nexweş hat astengkirin’
11:29 Ustun: Erdogan ji bo ku AKP belav nebe xwe avêtiye bextê Bahçelî
10:48 Bi angaşta endambûna “nefermî” ya komeleya jinê hatine girtin
10:14 Herêma Derya Reş bi projeyên cuda tê talankirin
09:19 Ji bo Mûsa Anter xebata pirtûkê tê destpêkirin
09:16 Berxwedana Gezî 7 sal li pey xwe hişt: Ruhê Gezî her tim zindî ye
09:15 Dogan: Rizgarî bi şoreşeke çandî pêkan e
09:14 ‘A hatiye kirin mudaxilekirina li têkoşîna jinê ye'
09:14 Ji ber şewbê êdî karê wan jî nabe
09:13 Di pêvajoya pandemiyê de dîsa jin bûye dengê jinê
09:12 Ji bo cenazeyên ku li peyarêyê hatin veşartin dê li NY û DMME'yê gilî bikin
09:12 ‘Em bibin yek, li goristana xwedî derkevin’
09:11 25 sal in heman daxwazê dikin: Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2020'AN
26/05/2020
20:44 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 397
16:40 25 maşîneyên zirxî yên TSK'ê derbasî Idlibê bûn
16:29 SOHR: Tirkiye û Rûsya komên çekdar dişîne Libyayê
16:14 Li Sêrtê kesê di qerantînayê de bû mir