25 sal in heman daxwazê dikin: Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin

  • rojane
  • 09:11 27 Gulan 2020
  • |
img

STENBOL – Dayikên Şemiyê bi laçikên xwe yên spî, qerenfîlên sor û wêneyên windayan 25 sal in li edaletê digerin. Masîde Ocak got “Çalakiya Dayikên Şemiyê bêdeng e lê bele qêrînek ku dinyayê dihejîne ye. Zarok û neviyên windayan têkoşîn Şemiyê birêve dibin.”

Li Arjantînê darbeya leşkerî çê dibe û însan di binçavan de tên windakirin. Dayikên windayên Arjantînê ji bo li aqûbeta zarokên xwe bi pirsin di 13’ê Nîsana 1977’an de li Meydana Plaza de Mayo dest bi çalakiya rûniştinê dikin. 14 dayik dest bi çalakiyê dikin û her ku diçe ev hejmar zêde dibe. Tevî hemû zextan jî dest ji lêgerîna windayên xwe bernadin. Her roja pêncşemê ew dayikên ku wek “Dayikên Plaza de Mayo” tên nasîn derdikevin Meydanê û di encama têkoşîna dayikan de dîktator Jorge Rafael Videla tê darizandin.
 
ÇALAKÎ BÊNAVBER DIDOME 
 
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jî ji darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî heta îro însan tên windakirin. Dayikên Şemiyê ku bi laçikên xwe spî, qerenfîlên sor ên di destê wan de û hilgirtina wêneyên windayan tên nasîn ji bo li aqûbeta windayan bi pirsin û kiryar werin darizandin ji 27’ê Gulana 1995’an ve li Meydana Galatasaraya Stenbolê çalakiya Roja Şemiyê li dar dixin. Çalakiyê ewil bi 4 malbatan dest pê kir û di nava du hefteyan de hejmar bû 30 malbat. Di wan demên ewil de polîsan bi dehan car êrişî çalakiya dayikan kir. Dayikên Şemiyê guh nedan êrişên polîsan û her hefte derketin Meydana Galatasarayê û li aqûbeta zarok û xizmên xwe pirsîn. Her ku êriş li dijî dayikan dihat kirin û dayik bi israr derdiketin meydanê her wisa hejmara beşdaran a çalakiyê jî zêde dibû. Dayikên Şemiyê ango malbatên windayan bi binçavkirin, êriş, îşkence û mudaxeleyan re rûbirû man. Dayikên Şemiyê ji ber zext û zordestiya dijwar a polîsan neçar man ku di 13’yê adara 1999’an de navberê bidin çalakiya xwe. Piştî bi salan şûn ve Dayikên Şemiyê di 31’ê Çileya 2009’an de li Meydana Galatasarayê kom bûn û ji wê rojê ve bênavber çalakiya xwe didomînin.
 
Dema ku di 25’ê Tebaxa 2018’an de çalakiya Dayikên Şemiyê gihîşt hefteya 700’emîn li ser fermana Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû, Qeymeqamiya Navçeya Beyoglûya Stenbolê çalakiyê qedexe kir. Di vê roja çalakî hat qedexekirin polîsan êrişek tund li dijî dayikan pêk anî û gelek kesan binçav kir. Tevî qedexeyê jî Dayikên Şemiyê ragihandin ku ew ê çalakiya xwe li Meydana Galatasarayê bidomînin. Piştî hefteya 700’î her hefte çalakiya rûniştinê ya Dayikên Şemiyê hat qedexekirin û polîsan destûr neda dayik biçin wê Meydanê. Li ser vê yekê Dayikên Şemiyê çalakiya xwe li kuçeya Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Stenbolê li ber avahiya wê berewam kirin.
Dayikên Şemiyê ji ber parastina ji vîrûsa koronayê (Covîd-19) çalakiya xwe ne li kuçeyê li ser hesabên medya civakî birêve dibin.
 
HEFTEYA WEINDAYAN HAT RAGIHANDIN
 
Komcivîna Windayên Di Binçavan De ya Navnetewî di navbera 17-19’ê Gulana 1996’an de kom bû û Dayikên Plaza De Mayo yên Arjantînî, Dayikên Şemiyê û malbatên windayên li gelek deverên dinyayê anî ba hev. Di vê komcivînê de biryara avakirina Komîteya Li Dijî Windayên Di Binçavan De ya Navneteweyî (ICAD) bi armanca têkoşîna dayikan a yekgirtî bidome hat dayîn. Her wiha ji bo bîranîna Hasan Ocak ê bi îşkenceyê di binçavan de hat kuştin û dîroka ku bedena wî mirî hat dîtin di navbera 17 û 31’ê Gulanê de wek “Hefteya Têkoşîna Navnetewî ya Li Dijî Windayên Di Binçavan De” hat ragihandin.
 
Xwişka Hasan Ocak, Masîde Ocak û birayê Ridvan Karakoç ê di binçavan de hat windakirin Hasan Karakoç ji ajansa me re behsa têkoşîna Dayikên Şemiyê û zextên li ser wan pêk hatine kirin.
 
KARAKOÇ: EM NIKARIBÛN BÊDENG BIMÎNIN
 
Hasan Karakoç diyar kir ku polîtîkaya windakirinên li Nazî ya Elmanya, Şîlî, Başûrê Amerîka û gelek welatên pêk hatine bi armanca ku muxalîfan bêdeng û bêzar bikin hatiye birêve birin û li Tirkiyê û Kurdistanê jî bi hezaran însan hatin qetilkirin, di binçavan de hatin îşkencekirin, wan avêtin bîrên asîtê û di gorên komî de veşartin.
 
Karakoç anî ziman ku li Tirkiyê bi ser 4 hezar însan di gorên komî de hatine dîtin û got: “Em nikaribûn ji vê yekê re bêdeng bimînin. Dema me li Meydana Galatasarayê dest bi çalakiyê kir, gelek însan hatin û piştevaniya me kirin. Gelek însan hatin û gotin windayên wan hene. Heta sala 1995’an grafîka windayan pir zêde dibû. Piştî ku me dest bi çalakiyê kir, grafîka windayan hêdî hêdî kêm bû.”
 
DAYIK BI ERDAN RE HATINE KAŞKIRIN
 
Karakoç da zanîn ku bi destpêkirina çalakiyê re gelek derdoran piştevanî daye wan û wiha got: “Dewletê bi yek carek hêzek wiha muxalîf li hember xwe dît û pir tengav bû. Dewletê ewil dest bi êrikirina me kir. Em bi israr û enyad xwedî li wê Meydanê derketin. Me anî ziman ku em ê bi tu awayî dest ji Meydanê bernedin. Dema êriş dikirin bi porê dayikan digirtin û li erdê kaş dikirin. Polîsan û kuçikên xwe bi hev re êrişî me dikirin û polîsan bi jopan li me didan. Gaza îsotê berî ser me didan û me binçav dikirin. Dîmenên îmaja dewletê bipelêxê derdiketin holê. Dem bi dem dixwestin me qanih bikin. Digotin ‘werin em bi hev re li windayan bigerin.’ Otobusan dianîn cihê çalakiyê. Wêneyên windayan bi otobusê ve dadileqandin. Xwedêgiravê ew jî li windayan digeriyan. Lê me pişta xwe dida otobusan. Me got hûn me bi vê yekê dixapînin û me tînin leyîstikê. Çimkî yên însanan winda kiribûn ew bi xwe bûn. Biçin li dosye û qeydên xwe binêrin. Pişt re bi awayek tundtir êrişî me kirin.”
 
10 SAL NAVBER DANE LÊGERÎNA EDALETÊ
 
Karakoç anî ziman ku ew piştî hefteya 200’emîn ji ber êrişên giran dayik neçar man navber bidin çalakiya xwe û got: “Ev navber 10 sal dewam kir. Piştî ku îtîrafkar Ayhan Çarkin got ‘însanên di binçavan de me wan winda kir.’ Dîsa em li Meydana Galatasarayê kom bûn û çalakiya xwe dewam kir.”
 
Karakoç diyar kir ku ji wê rojê ve heta hefteya 700’emîn polîsan gelek caran xwest çalakiyê asteng bike lê dîsa wan dewam kir û wiha domand: “Li Tirkiyê têkildarî pêşketina dosyeyên windayan hêj tu pêşketin nîne. Dosyeya Ridvan Karakoç di refên gemar girtî yên Dozgeriya Beykozê de tê sekinandin. Hêj derbarê tu kesî de lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Çimkî derdek dewletê ku wê windayan bibîne û kiryaran bidarizîne nîne. Ya ku van însanan qetil kiriye jî dewlet e. Çeteyên di hundirê dewletê de. Heke ev dewlet ji xwe re dibêje ‘ez dewleta hiqûq û edaletê me’ divê li tavilê windayan eşkere bike û kiryaran derxe holê.”
 
NEVIYÊN WAN TÊKOŞÎNÊ DIDOMÎNIN
 
Karakoç da zanîn ku têkoşîna wan jiyana gelek însanên muxalîf rizgar kiriye û got: “Ji bo me ev têkoşîn wezîfeyek e. Me bi vê çalakiyê re herikîna Tirkiyê guherand. Têkoşînek gelek bi rûmet û hasiyet e. Ji bo me çûna li wir bûye mîna îbadetê. Niha zarok û neviyên windayan têkoşînê birêve dibin. Heke ev têkoşîn tunebûya niha dê bi hezaran însan winda bûbûna. 25 sal in em didomînin. Ji niha şûn ve jî em ê qet dest ji têkoşîna xwe bernedin. Heta em nefesê bidin û bistînin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
MASÎDE OCAK: ME ISRARA XWE JI DAYIKA BERFO WERGIRTIYE
 
Xwişka Hasan Ocak, Masîde Ocak jî bi bîr xist ku ji roja wan dest bi çalakiyê kiriye bi dehan car hatine astengkirin û êriş li dijî wan pêk hatine û wiha got: “Ji astengkirina hefteya 700’emîn vir ve 92 hefte ne me çalakiya xwe li Meydana Galatasarayê pêk neaniye. Dixwazin me li kuçeyek teng heps bikin. Me bawerî û israra xwe ji dayikên wek Asiye, Berfo, Kîraz û gelek dayik û bavê din wergirtiye. Me têkoşînê ji wan dewr girtiye û bi salane em xwedî li mîrateya têkoşîna wan derdikevin. Ev sê nifş in em bi serbilindî vê heqîqetê û edaletê birêve dibin. Ji bo jiyandina windayên xwe em ê her li ber xwe bidin û têbikoşin.
 
HETA KU EDALET PÊK WERE
 
Ji 1995’an vir ve ji bo edaletê kêliyek me paş de gav neavêtiye. Çi dibe bila bibe em ê mafê jiyan û mirovan biparêz in. Bêdeng e lê bele nav û qêrîna Dayikên Şemiyê dinya hejandiye. Raperîna dayika min û mîrateya bavê min e. Em wek Dayikên Şemiyê bang li we dikin; em windayan ji bîr nakin û hûn jî ji bîr nekin. Em kiryaran efû nakin û hun jî efû nekin. Heta windayê me dawî were dîtin û heta edalet pêk were em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”
 
MA / Mehmet Aslan

Sernavên din

29/05/2020
14:31 Platforma Jinan a Enqereyê: Em ê bîat nekin
14:17 Hevdîtinên girtî yên li girtîgehan di 1’ê hezîranê de dest pê dike
14:16 Di çayfiroşê şaredariyê de Covît-19 derket
14:16 Di mudaxileya şermezarkirina sirgûnan de 8 kes hatin binçavkirin
13:52 Jinan li Mêrdînê bang kir: Jinên hatin girtin berdin
12:29 Lêpirsîna parastinê li Demîrtaş vekirin
12:04 Li Başakşehîrê di fabrîqeyekê de teqîn rû da
11:35 HDK: Komkujiya Çorûmê di avakirina pergala nû de peyamek bû
10:59 Dayika Gulîstan Dokû: Gulîstan li ku derê ye, kezeba min dişewite
10:59 Turkdogan: Bêyî dîtina pergalê axaftina tundiya polisan şaşî ye
10:17 Aydogan ê CHP’: Sedema tundiya polîsan zimanê siyasetê ye
10:16 Birayê Safîturk: Amîrê midûrê polîsan bombe bi cih kir
10:16 Elvan: Heta ku ev erk di destê polîsan de be wê zarok werin kuştin
09:14 Cenazeyên bi kes li goristana bêkesan defin kirin
09:13 Bi Rosa peyam dan hemû jinan
09:12 Keça Sabrî Kaya: Bavê min kuştin
09:12 ‘Heger hiqûq pêk bê wê daxwaza Tîmtîk û Unsal pêk bê'
09:10 Kurmên hevrîşimê ji pelên tuyan têr nabin!
09:09 JES mêşan dikujin
09:08 Qeyûm got 'em ê baştir çêbikin, lê ji a berê xirabtir kir
09:08 Ji ber ava lexemê nikarin erdên xwe bajon
09:07 Terezê li fisteqan xist, cotkaran ji bo piştgiriyê bang kir
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2020'AN
07:53 2 tax li Elbakê xistin qerantînayê
28/05/2020
20:49 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bû 160 hezar û 979
17:28 Polîsan kesên li pêş AKP'ê çalakî li dar xistin binçav kirin
17:03 Giliya êrîşên goristanan hat kirin
16:07 Seta ‘Stranên Arşîva Radyoya Êrîvanê’ çap bû
16:00 Duh bi apoletê darbe kirin îro bi qerewatê darbê dikin
15:46 101 meh derbas bû: Rêya edaletê di Roboskî de derbas dibe
15:38 BTS’ê bertek nîşanî sîrgûnan da
15:30 Armanca erîşên li dijî HDP’ê çiye?
15:07 HDP dê li dijî êrîşê li ser avahiya Cizîrê serlêdana sûc bike
14:59 Ji bo ‘Hefteya Dayikên Şemiyê’ pêşniyara qanûnê hat kirin
14:55 Qûrbaniyên Geziyê bi bîr anîn
14:47 ÎTO Dr. Ertugrul li pêş nexweşxaneyê bibîr anî
14:36 Grup Yorûm ji bo konser bide serlêdan kir
14:25 Tanrikûlû rapora windayan eşkere kir: Peymanê îmze bikin
13:32 Kesê bi ‘rûpoş’ hewl da avahiya HDP’ê bişewitîne
13:13 Girtiyan li Kirşehîrê dest bi greva birçîbûnê kirin
13:08 Ji 2 karkerên ji selika vînçê ketin 1 jê mir
12:53 Di Bendava Ilisû de zarokek xeniqî
12:33 'Êrîşa li dijî Rosa ne tenê li dijî jinên kurd, li dijî hemû jinên cîhanê ye
12:13 Li Qersê Xeta Mor vebû
12:13 Li gel qedexeyê jî li Gola Wanê 16 ton mesî hatin girtin
12:05 Şahidê nepen 'A53T61MCTS21SS92' dibe ku polîs be
11:42 Girtiyê nexweş Fîlîz: Ez terkî mirinê hatime kirin
11:06 Jinan li tevahiya cîhanê li dijî tundiyê dengên xwe bilind kirin
10:49 Komeleya Jinan a Rosa çima bû armanca operasyonê?
10:41 Dapîra Dilgeş ji bo Dilgeş bang kir
10:03 Nivîskar Temel: Yekitiya neteweyî bi qasî hewa û avê pêwîst e
10:02 Ji bo 3 girtiyên berasteng ên di heman qawîşê de dimîn in bang
09:57 Xwarina hewce nadin girtiyên di qerantînayê de
09:27 Fîncanci: Definkirina cenazeyan a li peyarêyê sûcê îşkenceyê ye
09:26 Tûrsûn: Sedama tundiya polîsan ne cezakirine
09:25 Wê giliyê kesên goran xera dikin bikin
09:24 'Berxwedan her didome'
09:24 Vê carê ji bajêr berê xwe dan gund
09:23 Yildiz: Şideta polîsan nayê lêpirsînkirin
09:23 Girtiyê nexweş salek e bi tena serê xwe di odeyekê de ye
09:10 Dêra ku di nav çopê de maye bê kes û kûs maye
09:06 Dixwazin bi 'pêşbaziya resman' santralên nukleerê rewa bikin
09:04 2 girtiyên extiyar û nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin
09:02 Rojnamevanên girtî: Sûcê esil veşartina rastiyan e
09:00 Can Atalay: Îqtidar hê jî ji Geziyê ditirse
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2020'AN
27/05/2020
20:41 34 kesên din jî ji ber şewba Cvîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:37 'AKP bi girtin û binçavkirina dixwaze jinan bitepisîne'
17:02 'Qatilê Sabrî Kaya îqtîdar bi xwe ye’
17:01 Mismarî: Erdogan dixwaze Ereban bi Ereban bide kuştin
16:39 Malzemeyên parastina şexsî hêj pirsgirêk e
16:12 Rapora girtîgehên Wanê: Bila şandeyên serbixwe biçin girtîgehan
16:01 ‘Heke bergirî bihata girtin Huseyîn nedimir’
15:52 Di dema AKP'ê de 704 hezar û 831 zarok bi zorê hatin zewicandin
15:24 Li Licê cezayê pereyan li welatiyan tê birîn
14:59 94 rewşenbîran rizgarkirina Efrînê xwestin
14:23 Sendîkayên karkeran îttîraza projeya “qampên xebatê” ya MUSÎAD’ê kirin
14:21 Dayikên Şemiyê astengiya polisan nas nekir û qurnefil danîn Galatasarayê
13:48 Li Amedê tundiya polîs û bekçiyan
13:16 Ciwanên HDP'ê karne da AKP'ê
Edalet, demokrasî = 0
Tundiya Polisan = 100
12:56 TTB: Divê daneyên nexweşên ku Hîdroksîklorokîn bi kar tînin bên parvekirin
12:00 DAD: Çorûm komkujiyeke di bin kontrola dewletê de ye
11:55 ‘Di pêvajoya koronayê de dermankirina girtiyên nexweş hat astengkirin’
11:29 Ustun: Erdogan ji bo ku AKP belav nebe xwe avêtiye bextê Bahçelî
10:48 Bi angaşta endambûna “nefermî” ya komeleya jinê hatine girtin
10:14 Herêma Derya Reş bi projeyên cuda tê talankirin
09:19 Ji bo Mûsa Anter xebata pirtûkê tê destpêkirin
09:16 Berxwedana Gezî 7 sal li pey xwe hişt: Ruhê Gezî her tim zindî ye
09:15 Dogan: Rizgarî bi şoreşeke çandî pêkan e
09:14 ‘A hatiye kirin mudaxilekirina li têkoşîna jinê ye'
09:14 Ji ber şewbê êdî karê wan jî nabe
09:13 Di pêvajoya pandemiyê de dîsa jin bûye dengê jinê
09:12 Ji bo cenazeyên ku li peyarêyê hatin veşartin dê li NY û DMME'yê gilî bikin
09:12 ‘Em bibin yek, li goristana xwedî derkevin’
09:11 25 sal in heman daxwazê dikin: Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2020'AN
26/05/2020
20:44 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 397
16:40 25 maşîneyên zirxî yên TSK'ê derbasî Idlibê bûn
16:29 SOHR: Tirkiye û Rûsya komên çekdar dişîne Libyayê
16:14 Li Sêrtê kesê di qerantînayê de bû mir