Neviyê Şêx Seîd: Em dagirkeran nas bikin û zilmê qebûl nekin

  • rojane
  • 09:07 26 Gulan 2020
  • |
img

AMED - Neviyê Şêx Seîd Mehmet Kasim Firat, bertek nîşani êrîşên li dijî gor  û goristanan da û xwest tu kes vê zilê qebûl nekin û li her kes li goristanan xwedî derkevin. Firat, xwest her kes li dijî êrîşan li berxwe bidin û ji zilmê dersê derxin û wiha got: "Divê em dagirkerên axa xwe nas bikin û zilma wan tu carî qebûl nekin." 

 
Esker û polîs êdî aşkere û di nava rojê de gorên zarokên kurdan xera dikin, dişkînin. Hin caran jî zorê li malbadan dikin ku bi destê xwe gorên zarokên xwe xera bikin. Esker û polîsan heta niha li Erdîşa Wanê, Gevera Colemêrgê, Farqîna Amede, Gimgima Mûşê, Çewlîk û Hezexa Şirnexê gorên endamên PKK'ê şikandin. Herî dawî êrîşî Goristana Gundê Sîsê kirin û gelek gorên endamên PKK'ê xera kirin. Li Gundê Şemsê yê Navçeya Heskîfa Êlihê jî Tirba Şêx Îbrahim xera kirin. Tekildarî êrîşên li dijî gor û goristanan Serokê Komeleya Şêx Sêîd û Neviyê Şêx Seîd Mehmet Kasim Firat ji Ajansa me Mezopotamya (MA) re nirxandin kir. 
 
‘DIVÊ EM DAGIRKERAN NAS BIKIN' 
 
Firat, diyar kir ku definkirin, kefenkirin û veşartina cenaze li ser misilmanan wacib e û wiha got: “Dema mirovek mir ol, mezheb û nasnameya wî çi bibe bila bibe wacibe ku wî mirovî kefen bikin, defin bikin û gora wî biparêzin. Ev nêrîneke îslamî ye. Lê divê em dagirkeran nasbikin. Kî ne û heta niha çi kirî ne? Tu dinêrî di dirokê de Cengîzhan, Tîmûrlengê wan û bi tevahî Osmaniyan, ku her dagirkirine çand û temamê nirxên ku mirov bibîrtîne îmha kirine. Divê mirov van bizane. Kemalîzm jî heman pergalê didomîne. Di dîroka tirkan de ev tişt her tim hebûne. Ev hovîtî ye. Ermenî kuştin û çiqas tirb, îşaret û xaçên wan hebûn hemû ji holê rakirin. Li ser goristanan xanî ava kirin. Di dîroka tirkan de ev tişt nehatiye guhertin. Hezar sal berê çi bûn niha jî ewi in. Em êrîşan lanet dikin.”
 
‘DIVÊ MALBAT SERÎ NETEWÎNIN' 
 
Firat, bal kişand zilma ku esker û polîs li malbatan jî dike û wiha axivî: “Xwedê jî vê yekê qebûl nake. Qebeheteke mezin e. Ew malbatên ku esker li wan ferz dike ku bi destê xwe gorên zarokên xwe bişkînin divê tu carî vê yekê qebûl nekin. Kemasiye, ku biçin gora xwe bi destê xwe hilweşînin. Raste malbatan ditirsînin û gefan dixwin. Lê divê malbat li ber xwe bidin. Bi sedan sal in li  Kurdistanê zilm heye. Divê em ji vê zilmê ders derxînin. Goristanên me di hilweşînin. Berhem, çand û diroka Kurdan talan û wêran dikin û di bin avê de difetisînin." 
 
'PARTIYÊN KURDAN JÎ GUNEHKAR IN' 
 
Firat, sekna partiyên Kurdan a li dijî êrîşan jî rexne kir û got: "Partiyên kurdan li dijî vê yekê gunehkar in. Ji ber ku berjewendiyên xwe yên şexsî li pêş berjewendiyên gel digirin û yekitiyê pêk naînin. Divê partiyên Kurdan berî her tiştî nirxên gel biparêzin û Yekîtiyê ava bikin." 
 
‘GORAN BIPARÊZIN’
 
Firat, xwest partî û malbat li dijî êrîşa goran biparêzin û li goran xwedî derkevin û got: “Bi çi şeklî bibe bila bibe divê malbat li berxwe bidin. Pişta xwe nedin nirxên me. Pergal ditirse. Dibêje ‘heke ez gor û goristanên wan ji holê ranekim sibê du sibe wê bikeve bîra zarokên wan û nebêjin ev mirov ji bona vê tiştê hatin şehîd kirin.’ Divê em li dijî van êrîşan û zilmê li ber xwe bidin. Wan ji bo me canê xwe da em jî gorên wan biparêzin. Me ji bo gorên Şêx Seîd û hevalên wî serlêdan kirin. Lê cihê gorên me ji mere nabêjin û nadin me. Me nêzî 10-15 saziyên sivîl ên Amedê civîn çêkir ku ji bo gorên Şêx Seîd û hevalên wî serî lêbidin. Lê pêvajoya şewba Virûsê ket navberê. Ew nirxên gel in û emê lê xwedî derkevin. Nediyarbûna gorên Şêx Seîd, Seyîd Riza û Seîdê Kurdî hovîtî ye. Di dîrokê de cihê wê tune. Divê em xet û doza wan biparêzin." 
 
‘YEKÎTIYEK BI RÛMET AVA BIKIN'
 
Firat, herî dawî nêzîkatiya 261 cenazeyên ku li Goristana Kilyosê jî bi tundî rexne kir û wiha got: “Divê em vê yekê qebûl nekin. Ev zilm û heqareta herî mezin e. Em vê yekê bi hemû cîhanê re parve bikin. Bi sedan sal in me dikujin. Em êdî dersê ji dirokê derxin. Em îtîfakeqek bi rûmet ava bikin. Êdî wisa naçe. Bila malbat li cenazeyên zarokên xwe û hestiyên xwe xwedî derkevin. Divê destûr nedin cenazeyên wan di bin rêyan û peyarêyan de bi komî bê definkirin. Ev ji cenazeyên kurdan ditirsin. Ji kesên dibin pêşeng û xetekê li pey xwe dihêlin ditirsin. Divê Kurd yekîtiyek bi rûmet ava bikin." 
 
MA / Fahrettîn Kiliç - Ayşe Surme 

Sernavên din

26/05/2020
16:07 15 rêxistinên civakî yên Amedê xwestin girtiyan serbest berdin
15:36 Li Cîhanê Covid-19: WHO li dijî pêla duyemîn hişyar kir
14:46 Zrîngê cenazeyên di bin peyarêyê de hatin veşartin xêz kiriye
14:44 Xwendekarên Tipê bi vîrûsa koronayê ketin
14:05 Derya Aydin: Jenosîda hiş û bîra civakî
13:26 Orhan mirina bi guman leşker bir rojeva meclisê
12:50 Ocalan her tim di çareseriyê de israr kir
11:17 ‘Em ê dest ji têkoşîna mafên xwe bernedin’
10:51 Vê carê jî polis û notirvanan li Sûltanbeyliyê êrîş kirin
10:31 Li Wanê 18 hezar kes di karantînayê de ye
10:18 Beriya bê kuştin alîkarî ji polîsan xwest
10:06 Temaşevan dikarin belgefîlma Siya Avê di înternetê de temaşe bikin
09:46 Weke çavên xwe li çinara 800 salî dinêrin
09:22 ‘Divê dest ji polîtîkayên şaş ên çandiniyê berdin’
09:07 Çalakiya hezaran deriyê Îmraliyê vekir
09:07 'Zarokên me dîrok nivîsandin'
09:07 Îxrac bû dest bi çêkirina gubre kir
09:07 Neviyê Şêx Seîd: Em dagirkeran nas bikin û zilmê qebûl nekin
09:06 Di pêvajoya Covît-19 de lez dan avakirina HES’an
09:01 Dayika Gezen: Ji bo azadiya gel lawê min çalakî pêk anî
09:01 Bazara heywanan vebe jî firotin tuneye
09:01 Vegeriya gundê xwe dest bi xwedîkirina mirîşkan kir
09:01 Bertekên rêxistinên civakî: Em li dijî şerma Kilyosê bibin yek
09:01 Bulbul: Ku êdî zilm li cenaze û goristanan tê kirin wê demê îktîdar xelas bûye
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2020'AN
25/05/2020
22:30 Bekçî lêxist polîs kelepçe kir
21:02 Li Tirkiyeyê 4 hezar û 369 kes bi Covît-19 mirin
16:54 Dilgeş ê nexweşê gurçikê ye nikare dermanên xwe bigire
16:16 Ji girtiyê li Bunyanê re gotin: Hûnê hêza dewleta Tirk bibînin
16:08 40 gund 11 rojin bê av û bê ceyran in
15:52 Gundê Gendelovayê xistin qerantînayê
15:47 Ji bo parêzerên di rojiya mirinê de bang kirin
14:39 Wezaret dê mudaxîlbûyîna lêpirsîna Komeleya Rosa binirxîne
12:27 Berf heliya maşîneyên di bin aşûtê de man derketin derve
11:52 Li Wanê malek hat şewitandin
11:21 Tirb hilweşandin û ala tirk bi daran vekirin
10:26 Rojnameya Yenî Yaşamê dusalî ye
10:03 Apê Musa 100 salî ye!
09:45 Komkirina kîvarkên bejî dest pê kir
09:19 Hatîmogûllari: Îşkencê li civakê dikin
09:18 Çotkar deyn dike û diçîne
09:02 ‘Girtiyên nexweş terkî mirinê kirin
09:02 Jinan: Ji vê şaşiya xwe paşve vegerin
09:01 Qedexeya Nisêbînê vegot: Me heta dawiyê li ber xwe da
09:01 Hewl dan peykerê 6 hezar sal ji cihê wê bikin
09:01 Hilberînerên çayê bi derdin
09:00 ‘Asta zilmê ya herî jore’
09:00 ROJEVA 25’Ê GULANA 2020’AN
24/05/2020
17:58 100 endamên DAİŞ'ê vegeriyan Almanyayê
17:49 SOHR: Heta niha Tirkiye 10 Hezar û 100 eskerên bi pere ji Sûrî şandine Lîbyayê
17:31 OHD'ê rapora goristanan parve kir: Hem gorên wan şikandin û hem lêpirsîn vekirin
15:33 Li Wanê eskerek kuştî hat dîtin
14:31 Dilgeş ê 3 salî jî bi diya xwe re ket girtîgehê
14:12 Goristan îsal vala man
13:12 MED TUHAD-FED: Dawî li bê hiqûqiyê bînin
HDK: Em ê aştî û edaletê bi hevre pêk bînin
12:36 26 sal berê bira û birazê revandin, lê hêj kujer nehatine cezakirin
11:59 Gelê Rojava Cejna Remezanê li ser goristanan pîroz kir
11:24 Şaredariya AKP'î di cejnê de welatî bê av hişt
10:57 KÎD: Bila cejn bibe wesîleya vejîn û raperînê
10:15 Piştevaniya Mor, li dijî tundiyê xwe digînin hev
09:56 Aydenîz: Ji tora têkoşîna jinê ditirsin
09:30 KCD: Em dixwazin cejn li gorî wateya xwe bê pîrozkirin
09:13 HDP dest bi têkoşînek nû dike
09:03 'Me Komkujiya 1938’an anî rojevê
09:02 Mele Kaplan: Dest nedin nirxên me yên pîroz
09:01 Cerdevantiyê li zozanvana ferz dikin
09:00 'Dest nedin xwezaya me'
09:00 Işik: Bi hilbijartinê nikarin bi qeyûman xesp dikin
09:00 Zimanê zikmakî bi weşaneke hevpar diparêzin
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2020'AN
08:27 Dadgehê 12 siyasetmedarên kurd şandin girtîgehê
02:33 Kurd li korîdorên dadgehan cejnê pêşwazî dikin
23/05/2020
23:15 Endamê Meclîsa Şaredariya Rezanê Kûzû hat girtin
19:55 32 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
19:14 Rojnamevan Dogrû hat girtin
16:44 Cenazeyê Sabrî Kaya di bin dorpêça polîsan de defin kirin
16:30 Xizmên windayan vegotin: Ne hestî û ne gorên wan hene
16:01 Dozger bêyi îfadeyên wan bigire xwest bên girtin
15:54 Rojnameger Rojhat Dogrû di binçavan de ye
15:42 Keça min întîhar nekiriye, ez bi guman im
15:42 Çûyîna komeleya xwe ji sûc hesibandin
15:14 Ji bo girtiyê 70 salî bang kirin
15:07 'Operasyon li dijî hemû jinan e'
14:23 17 sal in hestiyên bav û apê wî nadin wan
14:22 Malbatê cenazeyê Kaya girt
14:04 ÎHD'a Îzmirê azadiya girtiyên nexweş xwest
13:50 Parêzvanên Jin ji 30 welatan bang kirin: Bêdeng nemînin
13:09 715 rojan girtî ma hêj nû îdeaname amade kirin
13:01 Bi wêneyan bêdengiya li Sûrê û Deriyê Çiyê
13:01 Notirvanan li ciwanê ku ji bo avêtina çopê derket derve xistin
12:51 OHD'ê rapora çavdêriya Kilyosê parve kir: Bila rayedar bên darizandin
12:04 Agir bi konteynerê ket: Karkerek mir
11:48 Keskîn: Bêdengiya mûxaletefê Kaya kuşt
11:46 Testa Kaya ya vîrûsê negatîf derket
11:40 Azadiyê binpê dikin
10:58 Fîlmê Dilop li ser youtube weşandin
10:58 Konseya Ewropa Tirkiye hişyar kir: Êrîşên li ser rojnamegeran rawestînin
10:20 Ji Rosa banga piştevaniyê
10:19 Tê payîn siyasetmedar û aktîvîstan îro sewqî dadgehê bikin
10:05 Nameya ji bo ‘goristanan'