* George Dîrîl, ji bo windabûna apê xwe Hurmuz Dîrîl ku 133 roj in windaye diyar kir ku xebatên ji bo lêgerînê kêm in û got, dibe ku hin kesên ji hebûna wan aciz in ev yek kiribin.
* Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Dev Saglik-Îş'ê Erdogan Dermîr, anî ziman ku Wezareta Tenduristiyê giştînameyek parve kiribû û têde gotibû wê kes ji kar neyê derxistin lê belê bi sedan xebatkarên tenduristiyê şandine destûra bêheq û got, giştîname tenê li ser kaxezê heye.
* Hevşaredara Pirxûsê Servîn Karakoç ku bi îfadeyên şahidên veşarî û aşkere sal in girtiye, çendî ku fatûreya tamîrkirina wesayîtê ku di îdianameyê de behsa wê tê kirin berpêşî dadgehê hat kirin jî dîsa nehat berdan.
* DEDAŞ'ê ceryana bi dehan gundên Mêrdînê qut kiriye. Ji ber vê gundî bi rojan e hem bê ceryan in hem jî bê av. Welatiyan destnîşan kir ku ya tê kirin zilm e û gotin: "DEDAŞ, di bin banê dewletê de dest xistiye qirika me."
* Selma Ozkan keça Mehmet Emîn Ozkan 82 salî û 24 sal in girtiye got: “Ez bang her kesî dikim ku ji bo girtiyên nexweş û temenmezin zû tiştekî bikin. Ji ber ku sibê ji bo wan dereng e.”
* Mêrê bi navê M.Y.B. 6 salin zext û tundiyê li S.T. dike. S.T., heta niha 11 caran gilî kir. Lê tenê cezayê dûrxistinê dan M.Y.B. S.T. bertek nîşanî rayedaran da û got: "Mirin li ser pişta min e. Ez naxwazim bimirim. Denge min bibhîzin.
* Pêşketinên derbarê şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) de wê bên şopandin.
* KCD, DBP, HDP, TJA û rêxistinên civaka sivîl wê li avahiya MEBYA-DER'ê têkildarî serdanên cejnê de civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00)
* Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê, wê bi boneya Cejna Remezanê, wê goristanên li baharê ziyaret bike. (11.00)
* Komeleya Jinên Ciwan a Azad, ji bo pirsîna aqûbeta Gulîstan Doku ya li Dersimê winda bû, wê li ber edliya Çaglayan a Stenbolê daxuyanî bide çapemeniyê. (14.00)