Başaran: Îstîsmar di serdema AKP’ê de 3 qat zêde bû

  • rojane
  • 14:34 21 Gulan 2020
  • |
img

AMED - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku di bûyerên îstîsmar û tecavüze de Tirkiye li dinyayê di rêza 3’yemîn de cih digire û ev bûyer di 10 salên îqtîdara AKP’ê de 3 qat zêde bûne.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran li avahiya partya xwe ya Amedê têkildarî mijarên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist.
 
YASAYA ÎSTÎSMARÊ
 
Başaran da zanîn ku AKP’ê di pêvajoya pandemiyê de îradeya xelkê desteser kiriye û destkeftiyên jinan tune dike. Başaran destnîşn kir ku 4 sal in îqtîdar kiryarên îstîsmarkirina zarokan di bin navê “zewacê” de dixwaze wan berde û bi vê yasaya îstîsmarê ne zarokan kiryaran diparêz in. Başaran anî ziman ku AKP bi her awayî dixwaze pêşî li zarokan bigire û ji qada civakî dûr bike. Başaran got tecawizkaran û kiryarên îstîsmara zarokan dixwazin bi vê yasayê xelat bikin.
 
TIRKIYE DI RÊZA 3’YEMÎN DE YE
 
Başaran diyar kir ku di bûyerên îstîsmar û tecavüze de Tirkiye li dinyayê di rêza 3’yemîn de cih digire û got: “Ev bûyer di 10 salên îqtîdara AKP’ê de 3 qat zêde bûne. Ji sedî 46 sûcên cinsî li dijî zarokan tê lipêşxistin. Ji sala 2002’yan vir ve 440 hezar zarokên temenê wan di bin 18 saliyê de welidî ne. Her wiha 15 hezar û 937 zarokên temenê wan di bin 15 salî de jî welidî ne.
 
ÎSTÎSMARÊ REWA DIKIN
 
Mixabin di demek meseleya tecawizkirin û îstîsmarkirina zarokan ewqas meseleyek dilê mirov dişewitîne, îqtîdara AKP’ê meseleyê kiriye amûra propagandaya xwe. Mixabin gotin û daxuyaniyên AKP’ê wîjdanê civakê birîn dike. AKP îstîsmarên zarokan meşrû dike. Herî dawî duh serokek giştî yê partiyek zewaca zarokan meşrû dikir. Ev kes sûc dikin. Dewlet jî van kesan teşwîqî sûc dike. Heke ev der dewletek hiqûqî ya demorkatîk bûya wê li dijî van kesan lêpirsîn bida destpêkirin.”
 
HIKUMET NE MEŞRÛ YE
 
Başaran, diyar kir ku AKP’ê tenê ji bo meşrûkirina istismara zarokan dixebite û wiha got: “Li gel ku tundiya li ser jinan gelek zêde bûye jî li dijî vê tundiyê planek aşkera nake. Lewre êdî desthilata AKP’ê ne meşrû ye. Pêwîstiyên civak, jin, zarok û xîzanan nabersivîne. Ji 7’ê Hezîrane ve desthilata darbeyeke bi rengî sivîl e. Ji bo têkçûna destkeftiyên jinan bingeh amade dikin. Bi wezîrên xwe şer dixwaze civak ji re serî deyne.”
 
MEXDÛRIYETA DARBEYÊ
 
Başaran, bal kişand ser êrîşa li Enqereyê ya li hemberî partiya wan û ev tişt got: “Bi mexdûriyeta darbeyê hebûna xwe didomîne. Weke darbekarên 28’ê Sibatê ji wê tirê qê ku wê darbe hezar sal berdewam bike. Hemû muxalefeta civakî lê di serî de jinan dixwaze bike bin kontrola xwe û siyaseta hebûna xwe didomîne. Vê bi êrîşên xwe yên li hemberî şaredariyên me aşkera raxist ber çavan. Li gorî me ferqa vê darbeyê û darbeyên din tuneye. Şaredariyên me dagir kirine. Dîmenên dagirkirinê û polîtîkayên fetihkirinê jî li holê ne.”
 
JIN DI HEDEFA QEYÛM DE NE
 
Rêveberiya Şaredariyan, piştî tayinkirina qeyûman; ji şaredariya Jinê, ji şaredaiya ku bi pergala Hevşaredariyê tên birêvebirin û alîgirê aştiya civakî ne û xizmeta civake dikin, hatin asta şaredariyên ku saziyên jinan digirin, xebatên jinan asteng dikin, mêr tayînî midûriyeta jinan dikin. Di sala 2002'an de Dema AKP bi hilbijartinê hat îqtidarê di peymana xwe ya hilbijartinê de qala rêveberiyên heremî dikir. Lê niha feraseta ku xwe li ser hêzê ava dike li pêş me heye. Niha hedefa ewil a qeyûman jin û xebatên jinan e. Ji ber ku li hemberî rejîma yekperest jin hilberîna alternatif ava dikin. Li aliyekî îstizmar û tacîza zayendî dike zagon, li aliye din dixwaze jin bi tecawizkarê xwe re di malekê de bijî. Yên li dijî vê yekê derdikevin jî dixwaze wan li girtîgehan terkî mirine bikin. Dixwazin siyaseta azadiya jinê tune bikin.
 
JINÊN LI BER XWE DDIN HENE
 
Dema ve yekê dikin li aliyê din qala demokrasiyê dikin. Berê jî darbekaran digotin 'Em ê demokarsiyê bînin' Darbekaren berê jî ewil êrîşî jinê û destkeftiyê jinan kiribû. Bi êrîşê li dijî jinê xwestibû hemû civakê teslîm bigirin. Em carek din bi bîra wan dixin. Tu darbekaran darbeyên xwe Hezar salî berdewam nekir. Ev qitîdar jî nikare siyaseta darbeyê hezar salan berdewam bike. Ji ber ku li dijî wê jinên berxwedêr hene. Li qadan, li girtîgehan û li her qadên jiyanê jinên li ber xwe didin hene. Em bang li îqtîdarê nakin. Em bang li rêxistinên jinan dikin. Em bi mexduriyet û hêza xwe hatin cem hev. Îro roja ku jin bên cem hev û piştevaniye bikin e. Ev êrîş ne tenê li dijî HDP’ê ye. Ne tenê li dijî jinên HDP’î, Jinên Kurd û gelê Kurd e. Li dijî hemû jinên têdkoşin e. Êrîşa li diji hemû jinên siyasetê dikin e. 
 
Niha Canan Kaftancioglu, Feyza Altun, Ayşe Sarisu Pehlivan, Ebru Timtik a li Girtîgehê di greva birçîbûnê de ye û bi sedan jin di bin êrîşên AKP'ê de ne. Ger ku ev êrîş tev ji cihekî tên, wê demê divê em hemû jin bibin yek û bi yek dengî bersîv bidin. Divê em bêtir bi rêxistin û dengekî hêl bersîv bidin. 
 
Êrîşa li dijî destkeftiyên jinan yek e. Em jî bibin yek em bi hêz in. Em bi hevre bi hêz in. Em ê bi hevre têbikoşin em ê bi hevre vê feraseta îqtîdara mêrê serdest belav bikin. Ji ber vê yekê em bang li îqtîdarê nakin. Werin em li dijî siyaseta cudakarî û siyaseta êrîşa nasname û nirxên jinê dikin bibin yek û bi hevre piştevaniya xwe xurt bikin. Em berê bi ser ketin. Em cardin jî dikarin bi ser bikevin. Em bawer dikin ku em di pêşerojê de welatê ku jina azad û demokratîk ava bikin. Ez hemû jinan bi hurmetî silav dikim." 

Sernavên din

23/05/2020
09:58 Li Mêrdînê erzaniya qeyûm: Îro heye sibê tune ye
09:26 Di nava dêzên çopê de koçberiya masîpankan!
09:16 Gergerlîoglu: Êrîşa polîsan li pişt kamerayan jî berdewam kir
09:02 Mele Zekî: Li dijî êrîşên goristana divê em bibin yek
09:01 Li girtîgehan tevdîr tunene, Rewşa Awarte heye
09:01 Ji ber germa zêde û bayê kur berê genim kêm bûye
09:00 'Em ê nehêlin efûya îstismarê pêk bê'
09:00 Dr. Yilmaz: Li Lîbyayê 'welatê şîn' hincet e, mesele berbelavbûn e
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2020'AN
22/05/2020
19:59 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 276
17:23 Girtiyê nexweş qeyrana dil derbas kiriye
16:21 'Em ê li dijî zilm û tundiyê serî netewînin'
16:07 Hinceta binçavkirinan beşdarî daxuyanî û çalakiyan bûyîne
15:38 Ocalan: Em ê hesap ji wan bipirsin
15:37 Hêrsa li dijî binçavkirina siyasetmedaran: Em ê hin bêtir bi hêz bibin
15:13 Dayika Gulîstan Doku: Me dixapîn in
14:58 Goristana li Licê cara 3’yemîn hat rûxandin
14:49 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê daxwazname dan
14:30 Malbata Kaya: Li benda mirina wî bûn
14:29 Berî cejnê goristan ziyaret kirin
14:13 Gokkan: Em gav paşde navêjin
14:02 Jinan ji Cûdî bang kirin: Dest ji vê şaşiyê berdin
13:53 'AKP dê wekî partiya herî zêde ji jinê ditirse derbasî dîrokê bibe'
13:42 Gunay: AKP di van rojên pîroz de êrişî nirxê gelê kurd dike
13:09 MEBYA-DER'ê cejna malbatan pîroz kir
13:03 Cenazeyê Kaya bi gumana koronayê nedan malbatê
12:50 Dayika Aştiyê Hava Kiran a 63 salî jî hat binçavkirin
12:46 Di rojên vîrûs belav dibe de qelebalixiya kolanan balkêş e
12:41 Korona û krîza aboriyê li esnafan da
12:38 Polîsan ‘navbeyna fîzîkî’ îhlal kirin
12:13 HDP: DEDAŞ bi feraseta Qeyûm nêzîk dibe
11:40 Polîsan bi ser Komeleya Jinan a Rosa de girtin
11:32 Cenazeyê girtiyê nexweş Kaya rakirin ATK’ê
11:11 HDP'iyên hatin îşkencekirin axivîn: Em ê serî netewîn in
11:00 Ji ber ‘Sirûda Îstîklalê’ îşkence li welatiyan hat kirin
10:55 Rejîma Îranê kolberek birîndar kir
10:19 Guzel: Bi qeyûman tenduristiya gel xistin talûkeyê
09:54 Li Dersimê erdhej pêk hat
09:11 George Dîrîl: Dibe ku hin kesên ji hebûna me aciz in heb in
09:10 Giştînameya wezaretê tenê ya li ser kaxezê ye
09:09 Jina ku 11 caran gilî kir: Dengê min bibhîzin
09:08 Keça Ozkanê girtî: Bila emrê xwe yê mayî li cem me derbas bike
09:07 'DEDAŞ di bin banê dewletê de dest xistiye qirika me'
09:05 4 sal in bê delîl girtiye
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2020'AN
08:35 Li dijî siyasetmedarên kurd operasyon: Gelek kes hatin binçavkirin
08:05 Girtiyê nexweş roja hat berdan jiyana xwe ji dest da
21/05/2020
21:43 Îdianameya polîsê ku Hemdanê 18 salî kuştibû hat amadekirin
20:56 MEBYA-DER û HDP'î serdana goran kirin
19:37 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 249
16:56 Dermankirina zarokê bi mermerê TOKÎ birîndar bû didome
16:51 Ji Ocalan re nameya cejnê şandin
16:49 Li Wanê tayînkirina qeyûman hat şermezarkirin
16:39 KCD, DBP û HDP'iyan Sûr ziyaret kirin
16:30 Ji Goristana Kilyosê bang kirin: Dawî li vê bê ehleqiyê bînin
16:17 Wê firotina neguhêzbarên şaredariyê veguhezînin darazê
15:39 Li Stenbolê ji bo girtiyan berdin bang kirin
15:32 Mirina bi Covît-19 xwezayî nîşan dan
15:22 45 parlamenteran pêşniyaznameya derbarê qeyûman de da Meclîsê
15:12 150 jinên pêşeng ji 20 welatan banga yekitiyê kirin
15:06 Ji bo cejnê çûn serdana gorên Ayhan û Yazar
15:02 Li Qersê 'Mexazeya Piştevaniya Civakî' hat vekirin
14:34 Başaran: Îstîsmar di serdema AKP’ê de 3 qat zêde bû
14:33 Li ser sînorê Îranê mirin
14:03 Girtiyên nexweş dernaxin revîrê
13:39 Berpirsê êrişên li Kobanê û Şengalê yê DAIŞ’î hat girtin
13:36 Biryara berdewamkirina girtina Yuksekdag hat dayîn
13:17 HDP’ê êrişa polîsan şermezar kir: Em ê serê xwe netewînin
13:10 Di mehekê de 271 binpêkirin û 561 îşkence
13:08 Nelirêtiya qeyûman gelo tê pirsîn?
12:51 HDK'ê kesên di komkujiya Çerkezan de hatin kuştin bibîr anî
12:42 Rêxistinên jinan ji bo girtiyên siyasî dest bi kampanyayê kirin
11:52 Komeleya Jiyana Nû Akademiya Aborî û Civakê vekir
11:01 Bac biha bû, 5 hezar û 430 ton zebeş xera bûn
11:01 HDP: Divê Rûsya û Tirkiye Qirkirina Çerkezan nas bikin
10:37 Qeyûm qadên dibistan, park û tesîsên tenduristiyê difiroşe
10:20 Kultaş a 17 salî hat qetilkirin
10:09 Ciwana HDP’î: Em dixwazin vê xakê bikin cihêkî ku jiyan lê bê domandin
09:58 Çelîk: Kesên ku pişta xwe dispêrên dewletê Hurmuz û Şîmonî Dîrîl winda kirine
09:29 Erdogmuş: Divê muxalefet gavan bavêje
09:20 Li dijî sererastkirina ‘efûya bi rêya zewacê’ berxwedana 2016’an bi bîr xist
09:18 Prof. Ulusoy: Peymana Qatarê maqyaj e
09:17 Cenaze wiha xistine bin peyarêyê!
09:17 200 hezar xwendekar di çerxa sermayeyê de ne
09:16 30 hezar esnafên Mêrsînê dikanên xwe girtine
09:16 Bendavê barê koçeran girantir kir
09:08 Bang li cerdevanan kir: Dev ji vê şaşiyê berdin, xwezayê qirêj mekin
09:06 DER-MEZ’ê bi zimanê zikmakî piştevaniya derûnî-civakiyî da destpêkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê GULANA 2020'AN
07:48 Bajaroka Weyselqeranî 14 rojan xistin qerantînayê
07:38 HDP'iyên polîsan ew bi îşkenceyê binçavkirin hatin berdan
20/05/2020
19:36 23 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
19:06 MEBYA-DER: Dest nedin nirxên me
16:56 'Mertalên Firatê dexl û çandiniyê Rojava şewitandin'
16:38 Ji bo Tîmtîk û Unsal dest bi kampanya îmzeyan kirin
16:25 Li Payîzavayê taxekê kirin qarantînayê
15:42 Hevşaredara Îdirê Çelîk hat berdan
15:35 4 siyasetmedarên ku 25 sal ceza li wan hat birîn hatin berdan
15:17 Endamên OHD’ê li Goristana Kilyosê lêkolîn kirin
15:15 Li Nexweşaneya Zarokan a Amedê tundî li jinê kirin