Sykes-Pîcot a nû di dewrê de ye: Divê hêzên Kurd bibin yek

  • rojane
  • 09:25 20 Gulan 2020
  • |
img

ENQERE - Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya KNK'ê Selahattîn Soro, ji bo pêvajoya nû ya li Rojhilata Navîn îşaret bi civîna Tel Avîvê kir û destnîşan kir ku ji bo kurd di vê serdemê de destkeftiyan bi dest bixin, divê dînamîkên leşkerî û polîtîk hemû bi hevkariyî tev bigerin. 

 
Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Selahattîn Soro ku polîtîkayên Rûsyayê yên der barê Sûriyeyê de ji nêz ve dişopîne, qewimînên dawî yên li herêmê nirxandin. 
 
SYKES-PÎCOT A NÛ 
 
Soro, îşaret bi civîna Tel Avîvê kir ku di 25'ê Hezîrana 2019'an de Îsraîl, DYA û Rûsya li hev kom bibûn û vê yekê wekî "Sykes-Pîcot a Nû" nirxand. Soro, diyar kir ku her sê dewletan Rojhilat Navîn di nav xwe de parve kiriye. 
 
Soro, anî ziman ku hê jî biryarên civînê nehatine deşîfrekirin û got: "Em dizanin DYA, ketiye şûna pêşengên pergala kûrewî Fransa û Îngilîtereyê Xeyalên Rûsyayê yên li Rojhilata Navîn û Behra Spî pêk hatin. Yanî Peymana Sykes-Pîcotê di nav van hêzan de hatiye rojanekirin. Di civînê de, geşedanên li qada Sûriyeyê û Çîn hebûn. Çimkî di warê bejahiyê de herî zêde dilê Çînê dibije axa Rûsyayê. Gava mirov li têkiliyên di navbera Çîn-Rûsyayê de mêze dike, hê di dema Mao Zedong ve navbera Mao û Stalîn nebeş bû. Her du komunîzm dijberî hev bûn. Niha jî aboriya Çînê aboriyeke mezin e. Nifûsa wê pir zêde ye, lê erdnîgariya wê biçûk e. Yanî di warê enerjî û îstihdamê de sînorên wê têra wê nakin. Ji bo vê jî hewl dide deverên nêzî xwe têxe bin serweriya xwe. Loma li ber vê aboriya Çînê û mezinbûna wê ya aborî û jeo-stratejiyî, wê Rûsya nikaribe bi tena serê xwe bitêkoşe. Ji ber vê Rûsya, pêdivî bi hevkariya DYA û pergala Rojavayî dibîne." 
 
HEBÛNA ÎSRAÎLÊ 
 
Soro, di têkiliya navbera DYA-Rûsyayê de bal kişand ser bandor Îsraîlê û got: "Îsraîl, tim û tim dînamîkeke ku siyaseta kûrewî diyar dike. Lobiya herî mezin a Îsraîlê, DYA û Rûsya ye. Lewma di meseleyên kûrewî de, nêzîkbûna refleksên DYA-Rûsyayê, girêdayî ewlehiya Îsralî ye. Bi ya min divê li ser vê yekê lêhûrbûnek baş bê kirin. Civîna 25'ê Hezîranê ya li Tel Avîvê ne tesadufî ye."
 
Soro, anî ziman ku di civîna 25'ê Hezîranê de Sûriye hatiye parvekirin û Îsraîl ewlehiya xwe garantî kiriye û got, ji bo Îsraîlê komên sunî yên radîkal ên li Sûriyeyê ne tehdîd in. Soro, got: "Tehdîda sereke Îran e. Di pêvajoya nû de hin îşaretên ku dê Îran ji Sûriyeyê bê derxistin hene. Derxistina Îranê ya ji Sûriyeyê wê bi kêrî Rûsyayê jî bê. Di warê pêşeroja Esad û Sûriyeyê de Îran, dest û piyên Rûsyayê girêdide. Pêngavên Rûsyayê asteng dike. An jî  ji ber polîtîkayên Îranê, Rûsya û hêzên din rû bi rû dimînin." 
 
Her wiha Soro, anî ziman ku pozîsyona Tirkiyeyê jî dişibe ya Îranê û got: "Tirkiye jî ji bo rojeva xwe zorê dide DYA'yê. Ji ber ku stratejiya sereke ya Tirkiyeyê dijminatiya bi kurdan re ye, ji xeynî rojeva DYA'yê rojeva xwe ferz dike. Ji ber vê DYA û mutefîkên wê yên li heremê û dînamîkên din û Rûsya rû bi rû dimînin. DYA-Rûsya peymanek çêkirin. Wê DYA Îranê, Rûsya jî Tirkiyeyê konsolîde bike. Hevkêşeyeke wiha derdikeve holê." 
 
REWŞA KURDA
 
Soro, ji bo pêvajoya nû ku dê bandoreke çawa li kurdan bike jî got: "Kurd, wekî hêzeke mezin derketin holê û serketineke mezin a leşkerî bi dest xistin. Lê belê ji ber nakokiyên xwe yên bi dînamîkên navxweyî re, cih bi cih hin mewzî ji dest wan derketin. Ji ber ku hevkêşeya DYA'yê baş nehat xwendin, Efrîn ji dest derket. Girê Spî jî wisa. Ji ber hevkêşeya YE, rûs, tirkan baş nehat xwendin wisa bû. Yanî pêngavên li gor hevkêşeyan, têkiliya bi her kesî re û liv û tevgera bi dînamîkên xwe yên xweser û veguherîne hêzeke mayinde girîng e. 'Heger tu ne li ser maseyê bî, tu yê di menuyêd e bî.' Divê kurd pozîsyonên xwe yêna ktorî baş bi kar bînin û dînamîzma xwe ya navxweyî baş pêk bînin." 
 
ŞERÊ ÎRAN-IRAQÊ BIBÎR XIST 
 
Soro, ji bo vê şerê Îran-Iraqê bibîr xist û got: "Îranê kurdên Iraqê bi kar dianî; Sedam jî kurdên Îranê bi kar dianîn û di eşr de kurdên her du perçeyan di warê erdnîgarî û siyasî de derbên giran xwarin. Niha ev xetere li Rojava jî heye. Lewma siyaseta Rûsya û DYA'yê ya li Rojava xwedî potansiyeleke ku pêşeroja kurdan diyar bike. Bangawaziya Rêber Ocalan a ji bo yekîtiya neteweyî pir girîng e. Ji ber vê li Rojavayê divê kurd hem di warê leşkerî hem jî di warê polîtîk de bi dînamîkên din hemûyan r ebi hevkariyî tev bigerin. Em grîngiya vê ji gotinên Çavûşoglû fêm dikin ku gotibû 'Yekbûna ENKS û PYD'ê projeyek e. Em ê nehêlin ev yek pêk bê.' Herî baş divê ENKS hay ji vê hebe. Çimkî heger PYD bê tasfiyekirin, dê wê derê nedin ENKS'ê an jî li PKK b tasfiyekirin wê Kurdistana Başûr alaya xwe li Qendîlê neçikîne. Wê li serê Qendîlê alaya tirkan daliqînin û 'axirê ez tirk im' binivîsînin. Tasfiyekirina PKK'ê, tasfiyekirina PDK û YNK'ê ye. Li Rojava jî divê ev yek bê fêmkirin." 
 
MA / Selman Guzelyuz

Sernavên din

20/05/2020
15:15 Li Nexweşaneya Zarokan a Amedê tundî li jinê kirin
14:58 HDP li dijî qeyûman daket kolanan
14:50 Li dijî qanûna îstismarê çalakiya qurdeleya Xemrî li dar xistin
14:46 EMO bertek nîşanî Bendava Ilisûyê da: Ji xeletiyê vegerin
14:34 Wekîlên jin ên HDP’î xwestin îstîsmara zayendî bê lêkolînkirin
14:16 Hevşaredara Îdirê Çelîk sewqî edliyê kirin
13:55 Destê girtiyan li pişt wan kelemçekirin û ji kogûşan derxistin
13:45 BTS: Em ê li dijî sirgûnan li berxwe bidin
13:08 Serpîl Kemalbay: Bi taybetî gorên li ser navê Kurdî û tîpên ê-x-î heye dikin nedef
13:07 Ji Gola Sixkê 30 ton çop derxistin
12:29 Doza Pirsûsê cara 14’emîn taloq kirin
12:03 Gulum, 261 cenazeyên li ser hev li Kilyosê hatin defin ji meclîsê pirsî
11:35 30 karkerên bi koronayê ketine ne li nexweşxaneyê li konteyniran tên ragirtin
11:22 Paylan: Çima wezîr warên dîrokî û dêran naparêze?
10:59 Beşdariya bernameya xwarinê jî sûc hat dîtin
10:34 Elîaçik: AKP bi kapîtalîzmê dezmêjê dide girtin
10:03 'Ya wê îtîraz bikin an jî wê dawiya xwe bînin’
09:55 Danişîna doza Pirsusê dê bê parêzer bê dîtin
09:35 Tenduristiya siyasetmedarê kurd Demîr xirab e
09:30 Medya îqtîdarê Efûya Îstîsmarê nûjen dike û bingehê ava dike
09:29 Wê tazmînatê bidin girtiyên dest dane ser nameyên wan
09:28 Wexta zebeşên pêşwext dest pê kir
09:27 Alîgirên xwe tayin dikin, muxalifan jî sirgûn
09:26 Girtî test nekirin û xistin qarantînayê
09:26 Penaber bi şewbê û birçîbûnê re rû bi rû hatine hiştin
09:25 Sykes-Pîcot a nû di dewrê de ye: Divê hêzên Kurd bibin yek
09:24 Ji her kesî re qedexeye, lê ji AKP û qeyûman re serbest e
09:24 Bi xwezaya xwe mirov heyr dihêle
09:23 Nanê zuha jî bi mista wan nakeve
09:22 AVM'yan pêla şewbê zêde kir
09:21 'AKP-MHP bi çavê dijmin li girtiyan dinere'
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2020'AN
19/05/2020
22:57 Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd hate avakirin
19:33 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 199
17:04 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Bi ruhê gulanê ber bi serkeftinê
16:58 6 girtî bi xwarinê jehrî bûn
16:52 Cara duyemîn roviyên girtiyê nexweş Kaya xwîn bûn
16:23 194 welatan biryara lêpirsîna Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê dan
16:16 Surucu ji Meclîsê xwest têkildarî 261 cenazeyan lêkolînê bike
16:09 Polisên ku xiza xwe negirtin bi ser malên cîran de girtin!
14:58 Daketin kolanan û qeyûm şermezar kirin
14:55 Ji bo 15 bajaran sînordarkirina liv û tevgerê hat dirêjkirin
14:21 Konseya Ewropayê: Qeyûm heqaret e li hilbijêr û gefa li demokrasiyê ye
14:10 Îdîaya jinekê întîhar kir
13:56 HDP’ê ‘Wezareta Ciwanan’ pêşniyaz kir
13:52 Li Silîvriyê ku vîrûs lê belav bûye test nayên kirin
13:39 Hepsa malê dan Hevşaredarên Sêrtê
12:57 Veşartina 261 cenazeyên li peyarêyê hatine veşartin ji Oktay pirsî
12:36 Koordînasyona Qeyrana Covît-19: Şewba vîrûsê newekhevî zêde kir
12:18 Şaredariya AKP'î dest danî ser standa alîkariyê
11:49 Mizrakli: Li dijî zilmê dema werêkiyê ye
11:31 40 gundên Qoser û Dêrikê dîsa bê av û ceyran hiştin
11:30 Ciwanê di bin çavan de hat berdan
11:10 KCD: Li dijî qirkirina xwezayê helwest bigirin
10:52 Ji YE’yê berteka qeyûm
10:48 Li pişt perda Zînî Wertê soza ‘devletê’ derket
10:10 Partiya Paşerojê ya Çepgir: Desthilat demên xwe yên dawîn dijî
09:21 Dozger xwest hevşaredar bên girtin
09:20 Beştaş: Çavê me dê li ser qeyûman be
09:19 Pardon me sûc nedît!
09:19 Kaplan: Wê qeyûm wekî trawmayekê di bîra dewletê de bimînin
09:18 Hişyariya ji bo 'efûya îstismarê': Dê encamên wê giran bin
09:17 Pîvazên wan di destê wan de man
09:05 Qeyûm şertê 'bexşa mecbûrî' daniye ber muteahîdan
09:05 Ji bo bîranîna rojnamevanên jiyana xwe ji dest dane pirtûkxane ava kirin
09:05 'Qirkirina daran' a ji bo qaleqolan didome
09:03 Ji 284 parlamenteran re peyam şand, lê yek kesî/ê jî bersîv neda
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2020'AN
08:46 HDP’iyan bertek nîşanî van dîmenan dan
18/05/2020
20:15 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan 150 hezarî derbas kir
19:36 Hevşaredarê Îdirê Akkûş hat girtin
16:39 Berteka li djî qeyûm: Em qet di paş de gav navêjin
16:35 Ji girtiyên Efrînî re ‘maf’ nîne
15:52 Hêjmara zêde ya rêwiyan rîske zêde dike
15:35 Yuksekdag: Li Girtîgeha Kandirayê sansûra 'AKP'ê tê sepandin
14:57 Ciwanek li Sîlopiyê binçav kirin
14:53 Jin dê li dijî efûya îstîsmarê derkevin kolanan
14:36 13 partiyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan
14:24 Meclîsa Ciwanên HDK'ê: Em girêdayî doza Îbo, Heqqî û Çaran de ne
14:13 HDK: Têkoşîna bi rêxistin dikare îqtîdarê têk dibe
13:16 Hevşaredaran daxuyaniya ‘manîpulasyonên qeyûm’ da
13:04 Çend girtî enfekte bûne?
13:03 Şahidê çalakiya Agirê Çaran: Tirs kuştin
11:47 Hatîp Dîcle: Di çareserkirina Pirsgirêka Kurd de KCD muxatabeke demokratîk e
11:10 HDP'ê şoreşgerên meha gulanê bibîr anî
10:38 Rûmên Pontosê: 19'ê Gulanê ji bo me komkujî ye
10:29 22 meh in li ber xwe didin: Ne korona wê JES me bikuje
09:44 Gundê Zîlanê xistin qerantinayê
09:28 Hewldana 78'an a Amedê: Meha Gulanê meha bibîranîna şehîd û cangoriyan e
09:23 Di pîvajoya 'Asayîbûnê' de nexweşên vîrûsê zêde bûn
09:21 Derket holê ku 261 cenaze li ser peyarêyê hatine veşartin
09:20 Karkerên çandiniyê: Dibêjin ‘bila feqîr bimirin’
09:20 Tê gotin ji ber rantê xaniyên şêniyên Sûrê nadin wan
09:11 Karsaza jin: Piştî pandemiyê wê bêkarî zêde bibe
09:11 Derbarê endama Meclîsa HDP’ê Kûyûn de lêpirsîn hat destpêkirin
09:10 Qeyûm qaseyê vala kir û bajar derxist ber firotinê!
09:09 Li Şirnex û Mêrdînê 4 hezar û 500 malbat li benda ‘hevmalîbûnê’ ne
09:09 Huda Kaya peyama ‘fetloneka dîrokî’ da muxalefetê
09:01 Kuştina Çavgûn bû dîrok
09:00 ROJEVA 18'Ê GULANA 2020'AN