ŞIRNEX - Ciwanê bi navê Mehmet Ayas ê li Sîlopiyê hatibû binçavkirin hat berdan.
Ciwanê bi navê Mehmet Ayas ê pêr bi şev li navçeya Sîlopî ya Şirnexê hatibû binçavkirin, piştî li Midûriyeta Polîsan a Navçeyê îfade da sewqî edeliyê hat kirin. Ayas ê bi îdîaya "Propagandeya rêxistinê kirin" hatibû binçavkirin, pişiştî îfade da dozger, bi daxwaza şertê kontrola edlî bê berdan sewqî dadgehê hat kirin.
Dadgehê Ayas bi şertê kontrola edlî serbest berda.