Li her deverê bertek nîşanî qeyûman dan: Roj ne roja bêdengiyê ye

  • rojane
  • 16:09 15 Gulan 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistinên HDP’ê yên bajaran bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan û wiha hat gotin: “Qeyûm darbeya li dijî vîna hilbijêran e. AKP darbeya rasteqîn e. Roj ne roja bêdengiyê ye.” HDP’iyan bang li Ekrem Îmamoglû û hilbijêrin din kirin ku li dijî qeyûman derkevin.

 
Vê sibehê li ser biryarnameya Wezareta Karên Navxweyî qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê yên Îdir, Sêrtê, navçeyên Sêrtê Misirc û û Hawêl û bajarokê Vartînîs ê Mûşê hatin kirin. Hevşaredarên her pênc şaredariyan jî hatin binçavkirin. Li dijî tayînkirina qeyûman li gelek navendan Rêxistinên HDP’ê yên bajaran daxuyanî dan çapemeniyê û nerazîbûn nîşan dan. Di daxuyaniyan de hat gotin AKP li dijî vîna gel darbeyê pêk tîne. Li Stenbolê banga hevgirtinê li Îmamoglû û hemû hilbijêrên din hat kirin û wiha hat gotin: “Roj ne roja bêdengiyê ye.”
 
STENBOL
 
Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê li ber avahiya xwe daxuyanî da û wekîl û rêveberên HDP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn û dirûşmên li dijî qeyûman berz kirin. Hevserokê Rêxistina HDP’a Stenbolê Erdal Avci destnîşan kir ku di 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de ev roj bi taybetî hatiye bijartin û bijarteyên HDP’yî bi rebaza darbeye tên binçavkirin û şaredarî tên desteserkirin û vîna gel xistine bin îpotekê. Avci bang li her alî kir û got: “Îro roj roja yekîtiyê ye. Werin em li dijî qeyûman li gel bisekinin.” Avci bi boneya dijderketina tayînkirina qeyûman bang li hêzên demokrasiyê kir û wiha got: “Em di serî de bang li birêz Ekrem Îmamoglû yê ku gelê me ji bo demokrasiye piştgiriyê daye dikin û her wiha em bang li hemû hilbijêrên li ser navê demokrasiye hatine bijartin dikin, roj ne roja bêdengiyê ye. Roj roja hevgirtina li dijî qeyûman e.”
 
Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum jî axivî û tayînkirina qeyûman şermezar kir û got “Destê xwe ji ser şaredariyên me vekişînin. Şaredarî di qirika we de bimînin.”
 
Pişt re jî Rêveberê HDP’a Stenbolê Erkan Tepelî daxuyaniya çapemeniyê xwend û tayînkirina qeyûman şermezar kir û got dê ew di têkoşîna xwe de israr bikin û bidomînin.
 
ENQERE
 
Rêxistina HDP’ê ya Enqereyê jî li ber avahiya şaxa partiya xwe ya Çankayê daxuyanî da û tayînkirina qeyûman şermezar kir. Rêveberê HDP’ê Denîz Akil daxuyanî da û da zanîn ku gelê kurd gora vê îqtîdara yekperest bikole.
 
Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Mamak a Enqereyê jî xwest bi daxuyaniyek çapmeniyê sepana qeyûman şermezar bike, lê polîsan mudaxileyî HDP’iyan kir û HDP’iyan pişt re hem mudaxileya polîsan û hem jî tayînkirina qeyûman protesto kir.
 
ÎZMÎR
 
Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê jî li ber avahiya xwe bi beşdariya hevserok, rêveber û parlamenterên xwe daxuyanî da û tayînkirina qeyûman şermezar kir. Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Gulistan Kiliç Koçyigît da zanîn ku AKP xwedî ferasetek darbekar e û got bi rojane AKP li ser televîzyonan HDP’ê kiriye armanca xwe û di encama vê armancê de jî şaredariyên wan desteser kiriye.
 
EDENE
 
Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê jî bi beşdariya gelek kesan li dijî tayînkirina qeyûman xwest li ber avahiya xwe daxuyanî bide. Polîsan destûra daxuyaniyê neda û li ser vê yekê HDP’iyan li hundirê avahiya xwe daxuyanî da û qeyûman şermezar kir û banga têkoşîna li dijî îqtîdara AKP’ê hat kirin.
 
MÊRSÎN
 
Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê jî li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da. Hevserokê HDP’a Mêrsînê Mehmet Aliş bertek nîşanî şandina tayînkirina qeyûmên ser vîna gel da.
 
HATAY
 
Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Îskenderûna Hatayê jî tayînkirina qeyûman bi daxuyanik çapemeniyê şermezar kir. Hevserokê HDP’a Îskenderûnê Nevzat Guzel da zanîn ku tu kes nikare vîna gel desteser bike. Guzel Cejna Zimanê Kurdî ya gelê kurd jî pîroz kir.
 
ANTALYA
 
Rêxistina HDP’ê ya Antalyayê jî tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên partiya xwe şermezar kir. Hevserokê HDP’a Bajêr Muhsîn Taşan diyar kir ku vîna gel hatiye desteserkirin û ew ê li dijî vê desteserkirinê têbikoşin.
 
MANÎSA
 
Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Turgûtlû ya Manîsayê jî bi boneya tayînkirina qeyûman û Cejna Zimanê Kurdî li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê HDP’a Turgûtlûyê Hayrî Boku daxuyanî xwend û tayînkirina qeyûman şermezar kir.
 
MÛGLA
 
Rêxistina HDP’ê ya Mûglayê jî tayînkirina qeyûman şermezar kir û Hevseroka Rêxistina Bajêr Fûlya Erdogan daxuyanî xwend û desteserkirina şaredariyan şermezar kir.
 
AYDIN
 
Rêxistina HDP’ê ya Aydinê jî li dijî tayînkirina qeyûman daxuyanî da û Hevseroka HDP’a Bajêr Ayşenûr Vaîzoglû daxuyanî da û sepana tayînkirina qeyûman şermezar kir.
 
DENÎZLÎ
 
Rêxistina HDP’ê ya Denîzlî jî bertek nîşanî qeyûman da. Hevseroka HDP’a Denîzliyê Hande Ozkan daxuyanî xwend û biryara tayînkirina qeyûman protesto kir.

Sernavên din

17/05/2020
20:31 Resmê Covîd-19’ê ya Tirkiyê: Îro 44 kesan jiyana xwe ji dest da
16:51 Jinek li Cizîrê hat kuştin
16:37 Li ser Onlinê kampanya kursên Kurdî dest pê kir
15:58 Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman dewam dikin
15:46 Vîrûs ji Stenbolê anî Wanê
15:20 Di 2 mehan de herî kêm 128 karker ji ber şewbê mirin
15:04 Rapora Girtîgehên Wanê: Talûkeya li ser jiyana girtiyan zêde dibe
14:52 Guven: Em bi xwe tedbîrên xwe bigirin
14:42 Biryara veşartinê ji bo lêpirsîna Hevşaredarên Îdirê dan
14:06 Bi guleyan gef li Ayhan Bîlgen xwarin
13:57 Agir bi dexl zadê Mexmûra Jêrîn ket
13:32 Komeleya Ekolojî ya Mêrdînê bertek nîşanî çêkirina RES’ê da
13:32 Şîrket zorê li karkerên bi şewbê ketine dike ku îstîfa bikin
13:00 KCD'ê Kurtay, Anyik, Oner û Zengîn bibîr anîn
12:37 Deriyê Navenda Vegerandina Kocberan li parêzeran girtin
11:34 Koçberiya masiyên Gola Wanê dest pê kir
11:27 Karkerê çandiyê yê bi ceyranê ve ma jiyana xwe ji dest da
11:27 ‘Îbrahîm nayê jibîrkirin’
10:41 Endamên OSO li Serêkaniyê 2 sivîl kuşt li Eyn îsa dexil şewitad
10:10 Hevşaredarê Vartînîsê hat girtin
09:46 Çend dîmenên xizaniyê
09:24 Prof. Kurul: Divê Tirkiye bi têgînên ‘terorê’ û ‘terorîst’ re rû bi rû were
09:21 Li Girtîgeha Xarpêtê li girtiyên jin dane
09:12 DYA li dijî Îranê amadekariya şer dike
09:03 Çinîna ceh li Şengalê dest pê kir
09:02 Behsa hevalên xwe yê qawîşê Kûrtay, Zengîn, Anyik û Oner kir
09:01 Êrîşa li ser goristana perçeyek ji feraseta 'bila kurd dayika xwe nebîne' ye
09:01 Kûrtalan: AKP'ê pandemî jî veguherandiye firsendê
09:00 Pîroglû: Em dikarin siyaseta dijminatiyê ya îqtidarê pûç bikin
09:00 Parêzvanên mafên mirovan: Şewb veguherandina tolhilgirtinê
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2020'AN
16/05/2020
20:17 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 96
16:50 TMMOB’ê bertek nîşanî HES’ên Geliyê Zîlan da
16:25 Delîla suc ku xistin stuyê Hevşaredar aydî eskerê TSK’ê derket
16:11 Li Wanê nexweşên Covît-19 zêde dibin
15:59 ‘Hemû girtiyên nexweş berdin'
15:32 Jinan li Ofîsê Zincîra Xemrî ava kir: Jin Jîyan Azadî
15:07 Bûldan: Em bêdeng bimînin dê dor bê Stenbol û Enqerê jî
14:47 Li Îdir û Amedê qeyûm şermezar kirin
14:38 YNK'ê meşa Zînî Wertê asteng kir
14:35 Ji xizmên windayan pêşniyara “komîsyona rûbirûbûnê”
14:20 DEDAŞ'ê dîsa ceyran qut kir û gelek gund bê av man
14:04 Dayikên Şemiyê: Bila gorên her kesî bên dîtin
13:50 Banga ‘bêdeng nemîne’ li Îmamoglû kirin
13:29 Ji bo Kaya daxwaza ‘berdana lezgîn’
13:28 'Êrîşa li djiî goristanan hişmendiya Yezîd e'
13:27 Rêya çareseriyê têkoşîna hevpar e
13:03 Zîlan li ber çavê me dipirpirt e!
12:31 Dayik: Sol perçe kirin û dan girtiyan
12:09 Esker li Licê derketin operasyonê
12:06 Tundiya li dijî jin û zarokan zêde bû
12:00 Ne destûr dan bên şûştin, ne jî wesayîta cenaze dan malbatan
11:32 Xwişka Ferhat Kurtay: Her yek ji wan welatek bûn
11:13 Ciwanan dest bi meşa Zînî Wertê kirin
11:03 Çîçek: Ocalan, siyaseta ku hevsengiya Rojhilata Navîn biguhere pêş dixe
09:44 Ozsoy: Dewlet dixwaze miriyên kurdan ji îmaja siyasî derbixe
09:23 KÎD: Xwedî derketina mafê ziman seknek olî, sincî û mirovî ye
09:02 Ji bo girtiyên nexweş daxwaza 'tedawiya li malê'
09:01 Ên tên perçekirin ne gor in, mirovahî ye
09:01 Nivîsandina weziyeta karkerên çandiniyê bi qasî karê wan zehmet e!
09:00 Ondeş: Bi gotina 'raza dewletê' ser şaşiyan tê girtin
09:00 Cerdevan li Cûdî daristanê talan û wêran dikin
09:00 Li ser navê 'asayîbûnê' piştgiriya ji bo sermayeyê
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2020'AN
15/05/2020
23:48 Celîlê Celîl: Divê kurd dibistana vekin bi navê Hawarê
19:37 Îro hezar û 708 kes bi şewbê ketine
17:16 Xebata Tifaqa Kurdistanê tayînkirina qeyûman şermezar kir
16:47 Bijîşkekî din bi Covît-19 jiyana xwe ji dest da
16:40 Qeyûm ewil wêneyê Soylu û Erdogan bi dîwarê şaredariyê dakir
16:23 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:15 Adiyaman: Wezareta Tenduristiyê destûrê nade lêkolînên zanistî
16:09 Li her deverê bertek nîşanî qeyûman dan: Roj ne roja bêdengiyê ye
15:58 SES dê li dijî giştînameya SGK'ê dozê veke
15:56 Egîtîm Sen: Bi zimanê xwe bijîn
15:03 Li Xarpêtê gardiyanan li jinên girtî da
15:02 Polîsan bi gaza îsotê êrîşî welatiyan kirin
15:00 TJA: Her netew li ser çand û zimanê xwe mezin dibe
14:24 Karê ewil ê qeyûm Merşa Îstîklalê bû
14:21 Li Geliyê Zîlanê dê carek din talankirin pêk were
14:01 ‘Dewlet li dijî zimanê kurdî darbeyê pêk tîne’
13:06 Li dijî qeyûman bertek zêdene: Asayîbûna Qesrê ev e
13:05 Sancar: Ev îqtîdar darbekar e
12:50 Li dijî vîna hilbijêran darbe: Ji 65 şaredariyan qeyûm tayînî 45 şaredariyan kirin
12:45 DBP: Şaredarî hatin dagirkirin
12:18 Girtiya nexweş Ozbay: Dixwazin em ji mirinan yekê hilbijêrin
12:09 Polîsan li Qelqeliyê 43 kes binçav kirin
11:33 Di fabrîqeyan de 118 karker bi vîrûsa koronayê ketin
11:22 Yekîtiya Jinên Kurd Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
11:03 'Guh bidin vê Hawarê'
10:46 DBP: Em hemû qad û jiyana xwe bikin bi kurdî
10:33 Derî û şibake şikandin
10:20 Parlementerên HDP’ê: Yên dibêjin darbe ew bixwe darbekar in
10:20 Ji ber ambargoyê dermankirina nexweşan tê astengkirin
10:16 Dr. Deger: Heta derman neyê dîtin mirov nikare qala asayîbûnê bike
09:57 Encama Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ya 7'an diyar bû
09:42 Saleka xwe ya bi astengî derbas bû vegotin
09:30 HDP: Cejna Zimanê Kurdî li dijî zextan berxwedan e
09:30 Li Bedlîsê 356 malbatan hev dîtin
09:29 Kampanyaya xwendin, nivîsandin û pêşvebirina kurdî
09:29 AYM'ê serlêdana der barê girtiyê rewşa wî xedar Kaya de red kir