ÎDIR - Li Îdirê welatiyên xwestin tayînkirina qeyûm a Şaredariya Îdirê û binçavkirina hevşaredarên xwe şermezar bikin, lê polîsan bi gaza îsotê êrîşî girseyê kir.
Polîsên ku avahiya Şaredariya Îdirê dorpêç kirin, êrîşî welatiyên xwestin tayînkirina qeyûm a şaredariyê û binçavkirina hevşaredaran Eylem Çelîk û Yaşar Akkûş şermezan bikin, kirin û bi gaza îsotê mudaxileyê welatiyan kirin.
Polîsên gaza îsotê li welatiyan reşandin, Alîkarê Serokê Şaredariyê Halîs Guneya derp kirin.