‘Dewlet li dijî zimanê kurdî darbeyê pêk tîne’

  • rojane
  • 14:01 15 Gulan 2020
  • |
img

WAN – DÎSA-DER, Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê û Atolyeya Hunerê ya Aryenê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin û gotin a netewê li ser pêya digire ziman e û dewlet jî darbe li dijî xebatên ziman û çanda kurdî pêk tîne.

 
Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunera Kurdî ya Wanê (DÎSA-DER), Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê û Atolyeya Hunerê ya Aryenê bi awayek hevpar bi boneya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî peyamek pîrozbahiyê belav kirin.
 
Daxuyaniya hevpar a saziyan wiha ye:
 
“Wekî tê zanîn ne dîrok, ne civak û ne jî netewe bê çand û huner û ziman ne pêkan e! Ji bo ku mirov qala dîrok, civak û neteweyekê bike divê di holê de çand û huner û ziman hebe ku mirov bikaribe qala wan tiştan bike! Ji ber ku ya dîrokê dike dîrok,ya civakê dike civak û ya neteweyê dike netewe ev hersê hêmanên bingeha pêkhatina mirovahiyê ne!!
 
Têgîna mirovahiyê ne têgîneke biyolojî û hejmarî, têgîneke civakî û çandî ye ango peyva ‘mirovahî’ ji çêbûna mirovan a fizîkî û zêdebûna mirovan a hejmarî re nayê gotin. Peyva ‘mirovahyê’ ji civakbûyîn û çandiniya mirovan re tê gotin. Ji ber ku ya mirovan ji jîndarên din cuda dike civakbûyîna mirovan e, û ya civakbûyînê jî pêk tîne çand û huner û ziman e. Bi gotineke din em dikarin bêjin ziman nebe çand, çand nebe civak, civak nebe dîrok û dîrok jî nebe mirovahî ne pêkan e.
 
Îro roj kombûyîna me ya li vir û sedema wê daxwuyaniyê jî mixabin înkarkirin, tunekirin û qirkirina li ser çand û huner û zimanê gelekî ya domdar e. Ew gelê ku çand û huner û zimanê wê bi domdariyeke dijwar û bê navber tê înkarkirin, tunekirin û qirkirin jî mixabin gelê ku bi navê KURD ê ku di bingeha pêkanîna dîroka civakbûyîn û çandiniya mirovahiyê de xwedî rol-risteke sereke, bandoreke diyarker û mohra zêrîn e.
 
Gelê Kurd ne gelekî bê çand-huner-ziman ne jî gelekî bê dîrok e. Bila baş bê zanîn ku gelê Kurd hem xwedî çand û huner û zimaneke xurt û berfireh û kevnar û dîrokekî kûr û qedîm û hem jî di pêkanîna çand û dîroka tevahiya mirovahiyê de jî xwedî kedekî bêhempa, pareke mezin û roleke diyarker e.
 
ZIMAN GELAN DIPARÊZ E
 
Bi minasebeta Kovara Hawarê ya ku di sala 1932'yan de ji hêla Celadet Elî Bedirxan ve, bi Kurdî û Elfabeya Latînî derketiye û dest bi weşanê kiriye; ji sala 15'ê Gulana 2006'an û vir de her sal roja 15'ê Gulanê wekî Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.
Ziman, piştevana ku gelan diparêze, wan li ser piyan dihêle û diroka wan dide pelikandin e.
Tunehesibandin û qedexekirina zimanekî, tunehesibandina çand û dîroka gelê ku bi wî zimanî diaxive û mehandin û tunekirina bîra wî ye.
Gelê Kurd ê ku bi salan e tuçarî stemkarî û qedexeyan bûye, ji bo wê ye ku Cejna Zimanê Kurdî wekî roja têkoşinê dibîne û li zimanê xwe xwedî derdikeve.
 
Bila baş bête zanîn; ligel ku li gelek welatên dinê, ji zimanekî bêtir gelek ziman wekî zimanên fermî têne bikaranîn, li Tirkiyeyê ji bo zimanê ku bi mîlyonan mirov pê diaxivin hê jî qedexe ye û ji bo wê tu maf nehatiye dayîn. Sedema vê yekê danjibîrkirin û tenêkirin e.
 
DARBE LI XEBATÊN KURDÎ XISTIN
 
Di vê maweyê de, bi destpêka OHALê dibistanên ku bi kurdî perwerdehî didan hatine girtin, di serî de KURDİ-DER û komele, sazî û akademiyên ku li ser ziman, çand û wêjeya kurdî lêkolîn dikirin bi KHK'yan hatine girtin; weşana rojnameya Azadiya Welat a ku tekane bi kurdî bû, hatiye sekinandin Şaredariyên ku ji hêla Kayiman de têne birêvebirin, çalakiyên çandî û hunerî dane sekinandin. Mafên herî kêm yek bi yek ji kurdan hatine standin. Hemû maf, tenê bi hefteyê du saetan dersên bijarte ên ku li ser navê ‘Ziman û Zaravayên ku dijîn" tên dayîn, hatine sînordarkirin. Li gorî xwe vê yekê têr dibînin.
 
Ji bo jiyaneke azad, wekhevî û bi rûmet divê astengiyên li ber zimanê kurdî bêne rakirin. Kurdî di hemû qadên civakî de were bikaranîn û ji bo vê yekê gav bêne avêtin.
 
Bila neyê jibîr kirin; gelên ku nikaribin bi zimanê xwe bi kar binin; nikaribin bi zimanê xwe biaxivin û binivîsin, bi zilm û bişavtina herî mezin re rû bi rû dimînin.
Gel bi saya zimanê xwe li ser piyan dimînin û gelê kurd ji bo ku zimanê xwe biparêze têkoşîna herî mezin daye ber xwe.
 
Li ser esasê nirx û rêzdariya vê têkoşînê; jiyandina zimanê kurdî bi zimanê xwe binivîse, bi zimanê xwe bixwîne. Peywira me ya herî mezin berzkirina vê mîreteyê ye.
 
Em di wê çarçoveya rasteqînî de cejna 15'ê Gulanê a zimanê Kurdî li tevayi Kurd û Kurdistanî û dost dilxwazên Kurd û Kurdistaniyan û hemû kesên çandparêz û welatparêz û zimanhez bi germahî û dildarî pîroz dikin û banga xwedîderketina çand-huner-zimanê Kurdî dikin.
 
Zimanê me hebûna me ye. Zimanê me rûmeta me ye. Zimanê me pêşeroja me ye.”
 
 
 

Sernavên din

17/05/2020
20:31 Resmê Covîd-19’ê ya Tirkiyê: Îro 44 kesan jiyana xwe ji dest da
16:51 Jinek li Cizîrê hat kuştin
16:37 Li ser Onlinê kampanya kursên Kurdî dest pê kir
15:58 Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman dewam dikin
15:46 Vîrûs ji Stenbolê anî Wanê
15:20 Di 2 mehan de herî kêm 128 karker ji ber şewbê mirin
15:04 Rapora Girtîgehên Wanê: Talûkeya li ser jiyana girtiyan zêde dibe
14:52 Guven: Em bi xwe tedbîrên xwe bigirin
14:42 Biryara veşartinê ji bo lêpirsîna Hevşaredarên Îdirê dan
14:06 Bi guleyan gef li Ayhan Bîlgen xwarin
13:57 Agir bi dexl zadê Mexmûra Jêrîn ket
13:32 Komeleya Ekolojî ya Mêrdînê bertek nîşanî çêkirina RES’ê da
13:32 Şîrket zorê li karkerên bi şewbê ketine dike ku îstîfa bikin
13:00 KCD'ê Kurtay, Anyik, Oner û Zengîn bibîr anîn
12:37 Deriyê Navenda Vegerandina Kocberan li parêzeran girtin
11:34 Koçberiya masiyên Gola Wanê dest pê kir
11:27 Karkerê çandiyê yê bi ceyranê ve ma jiyana xwe ji dest da
11:27 ‘Îbrahîm nayê jibîrkirin’
10:41 Endamên OSO li Serêkaniyê 2 sivîl kuşt li Eyn îsa dexil şewitad
10:10 Hevşaredarê Vartînîsê hat girtin
09:46 Çend dîmenên xizaniyê
09:24 Prof. Kurul: Divê Tirkiye bi têgînên ‘terorê’ û ‘terorîst’ re rû bi rû were
09:21 Li Girtîgeha Xarpêtê li girtiyên jin dane
09:12 DYA li dijî Îranê amadekariya şer dike
09:03 Çinîna ceh li Şengalê dest pê kir
09:02 Behsa hevalên xwe yê qawîşê Kûrtay, Zengîn, Anyik û Oner kir
09:01 Êrîşa li ser goristana perçeyek ji feraseta 'bila kurd dayika xwe nebîne' ye
09:01 Kûrtalan: AKP'ê pandemî jî veguherandiye firsendê
09:00 Pîroglû: Em dikarin siyaseta dijminatiyê ya îqtidarê pûç bikin
09:00 Parêzvanên mafên mirovan: Şewb veguherandina tolhilgirtinê
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2020'AN
16/05/2020
20:17 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 96
16:50 TMMOB’ê bertek nîşanî HES’ên Geliyê Zîlan da
16:25 Delîla suc ku xistin stuyê Hevşaredar aydî eskerê TSK’ê derket
16:11 Li Wanê nexweşên Covît-19 zêde dibin
15:59 ‘Hemû girtiyên nexweş berdin'
15:32 Jinan li Ofîsê Zincîra Xemrî ava kir: Jin Jîyan Azadî
15:07 Bûldan: Em bêdeng bimînin dê dor bê Stenbol û Enqerê jî
14:47 Li Îdir û Amedê qeyûm şermezar kirin
14:38 YNK'ê meşa Zînî Wertê asteng kir
14:35 Ji xizmên windayan pêşniyara “komîsyona rûbirûbûnê”
14:20 DEDAŞ'ê dîsa ceyran qut kir û gelek gund bê av man
14:04 Dayikên Şemiyê: Bila gorên her kesî bên dîtin
13:50 Banga ‘bêdeng nemîne’ li Îmamoglû kirin
13:29 Ji bo Kaya daxwaza ‘berdana lezgîn’
13:28 'Êrîşa li djiî goristanan hişmendiya Yezîd e'
13:27 Rêya çareseriyê têkoşîna hevpar e
13:03 Zîlan li ber çavê me dipirpirt e!
12:31 Dayik: Sol perçe kirin û dan girtiyan
12:09 Esker li Licê derketin operasyonê
12:06 Tundiya li dijî jin û zarokan zêde bû
12:00 Ne destûr dan bên şûştin, ne jî wesayîta cenaze dan malbatan
11:32 Xwişka Ferhat Kurtay: Her yek ji wan welatek bûn
11:13 Ciwanan dest bi meşa Zînî Wertê kirin
11:03 Çîçek: Ocalan, siyaseta ku hevsengiya Rojhilata Navîn biguhere pêş dixe
09:44 Ozsoy: Dewlet dixwaze miriyên kurdan ji îmaja siyasî derbixe
09:23 KÎD: Xwedî derketina mafê ziman seknek olî, sincî û mirovî ye
09:02 Ji bo girtiyên nexweş daxwaza 'tedawiya li malê'
09:01 Ên tên perçekirin ne gor in, mirovahî ye
09:01 Nivîsandina weziyeta karkerên çandiniyê bi qasî karê wan zehmet e!
09:00 Ondeş: Bi gotina 'raza dewletê' ser şaşiyan tê girtin
09:00 Cerdevan li Cûdî daristanê talan û wêran dikin
09:00 Li ser navê 'asayîbûnê' piştgiriya ji bo sermayeyê
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2020'AN
15/05/2020
23:48 Celîlê Celîl: Divê kurd dibistana vekin bi navê Hawarê
19:37 Îro hezar û 708 kes bi şewbê ketine
17:16 Xebata Tifaqa Kurdistanê tayînkirina qeyûman şermezar kir
16:47 Bijîşkekî din bi Covît-19 jiyana xwe ji dest da
16:40 Qeyûm ewil wêneyê Soylu û Erdogan bi dîwarê şaredariyê dakir
16:23 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:15 Adiyaman: Wezareta Tenduristiyê destûrê nade lêkolînên zanistî
16:09 Li her deverê bertek nîşanî qeyûman dan: Roj ne roja bêdengiyê ye
15:58 SES dê li dijî giştînameya SGK'ê dozê veke
15:56 Egîtîm Sen: Bi zimanê xwe bijîn
15:03 Li Xarpêtê gardiyanan li jinên girtî da
15:02 Polîsan bi gaza îsotê êrîşî welatiyan kirin
15:00 TJA: Her netew li ser çand û zimanê xwe mezin dibe
14:24 Karê ewil ê qeyûm Merşa Îstîklalê bû
14:21 Li Geliyê Zîlanê dê carek din talankirin pêk were
14:01 ‘Dewlet li dijî zimanê kurdî darbeyê pêk tîne’
13:06 Li dijî qeyûman bertek zêdene: Asayîbûna Qesrê ev e
13:05 Sancar: Ev îqtîdar darbekar e
12:50 Li dijî vîna hilbijêran darbe: Ji 65 şaredariyan qeyûm tayînî 45 şaredariyan kirin
12:45 DBP: Şaredarî hatin dagirkirin
12:18 Girtiya nexweş Ozbay: Dixwazin em ji mirinan yekê hilbijêrin
12:09 Polîsan li Qelqeliyê 43 kes binçav kirin
11:33 Di fabrîqeyan de 118 karker bi vîrûsa koronayê ketin
11:22 Yekîtiya Jinên Kurd Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
11:03 'Guh bidin vê Hawarê'
10:46 DBP: Em hemû qad û jiyana xwe bikin bi kurdî
10:33 Derî û şibake şikandin
10:20 Parlementerên HDP’ê: Yên dibêjin darbe ew bixwe darbekar in
10:20 Ji ber ambargoyê dermankirina nexweşan tê astengkirin
10:16 Dr. Deger: Heta derman neyê dîtin mirov nikare qala asayîbûnê bike
09:57 Encama Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ya 7'an diyar bû
09:42 Saleka xwe ya bi astengî derbas bû vegotin
09:30 HDP: Cejna Zimanê Kurdî li dijî zextan berxwedan e
09:30 Li Bedlîsê 356 malbatan hev dîtin
09:29 Kampanyaya xwendin, nivîsandin û pêşvebirina kurdî
09:29 AYM'ê serlêdana der barê girtiyê rewşa wî xedar Kaya de red kir