WAN - Gundê Kawîlk a navçeya Serayê, ji ber ku 6 kes lê bi vîrûsê ketin, xistin qerantînayê.
Li gundê Kawîlk a navçeya Seray a Wanê, di malbata welatiyekê ku ji Stenbolê hatibû de vîrûsa korona (Kovîd19) hat tespît kirin. Ji ber vê gund xistin bin qerantînayê û 6 kesên bi vîrûsê ketin rakirin nexweşxanê. Leşkeran ketin û derketin gund girtin û li gund kontrolkirina tenduristiyê dest pê kir.