'Gardiyan li qawîşan bê lepik dest didin her derî'

  • rojane
  • 09:09 13 Gulan 2020
  • |
img

ÎZMÎR - Yildiz Davran ku ji Girtîgeha Şakranê derket, anî ziman ku gava gardiyan dihatin qawîşan lepikên di destê xwe de derdixistin û dest didin her derî û got, girtiyên edlî yên xwarin belav dikirin jî bê maske û lepik bûn. 

Yildiz Davran ku di 1'ê Adara 2017'an de li Colemêrgê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin, di 10'ê Gulanê de ji Girtîgeha Jina ya Şakranê derket. Davran, anî ziman ku li Şakranê li 3 qawîşan bi giştî 44 girtî û 3 zarok hene. 
 
Davran, di 10'ê Gulanê roja Yekşemê hatiye berdan, lê belê ji ber ku qedexeya derketina derve hebû bi zor û heft bela çûye mala xwe
 
Davran, destnîşan kir ku li Şakranê li dijî şewba coronayê tevdîr nedihatin girtin û got, maske, lepik û amûrên paqijiyê nedidan wan. Davran, diyar kir ku di rojan carekê nîvê qedeha çayê ava kincan didan wan û got: "Me xwe bi xwe tevdîrên xwe digirtin. Em ji bo hevdîtina telefonê derdiketin. Girtiyên edlî jî ew telefon bi kar dianîn. Gava em diçûn me bi xwe re potikên biderman dibirin û pê ankesorên telefonê paqij dikirin. Me tim qawîşên xwe dişûştin. 4 qawîşên girtiyên siyasî hebûn. Lê belê îdareyê ji me re got wê heya demekê qawîşa çaran bikin cihê kontrolkirina tenduristiyê. Me jîq ebûl kir. Paşê me dît ku ew der kirine odeya karantînayê. Kesên dibirin nexweşxaneyê, gava wan dianîn 14 rojan li wir didan sekinandin. Hê jî amûrên hevalên me li wê qawîşê ne." 
 
RADYO Û ROJNAME TUNE NE 
 
Davran, bilêv kir ku tu rojname nedidan wan, nameyên wan nedidan wan û dest datanîns er pirtûkên wan û got, xwarina girtîgehê jî pir xirab bûye. Davran, got: "Radyoyên me tunebûn û nedidan me. Girtiyên edlî xwarin belav dikirin. Lê belê lepik û maske bi kar nedianîn. Me ji îdareya girtîgehê re digot. dareyê jî digot, 'girtiyên edlî yên berê bi qanûna înfazê re hatine berdan, ev nû ne hê neelimandîne.' Me ji bo neheqiyên li girtîgejê gelek caran daxwazname nivîsandin. Lê belê aqûbeta daxwaznameyên me nediyar bû. Çimkî tu ebrsiv nedihat. Çendî ku me hevdîtin bi îdareyê re çêdikirin jî lê heman helwest û liv û tevger dewam dikirin. Bi taybetî jî gardiyan dixwestin me tehrîk bikin. Hin gardiyan gava dihatin qawîşê mexsûs lepik û maskeyên xwe deridixistin. Me bertek nîşan dida, lê dibû roja din dîsa heman tişt dikirin." 
 
DEMILDEST DIVÊ BÊN BERDAN 
 
Davran, diyar kir ku li Girtîgeha Jina ya Şakranê li qawîşa siyasiyan 3 zarok hene û got, girtiyên di ser 60 salî re jî hene. Davran, da zanîn ku li girtîgehê girtiya nexweşîna wê giran Fatma Ozbay, nayê tedawîkirin û got: "Wê nedibirin nexweşxaneyê.Pençeşêra pêsîran lê peyda bûye û pêsîrek wê hatiye jêkirin. Yanî nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bimîne. Fatma Ozbay, niha hema bêje xweşikî nikare bimeşe jî. Xwişka wê Gulser Ozbay û keçxaleta wê Aynûr Eplî jî di heman qawîşê de ne. Demildest divê bê berdan. Gava me bi telefonê binpêkirinên mafan ên li grtîgehê ji malbatên xwe re digotin, roja dinê îdareyê davêt ser qawîşan. Amûrên me belawela dikirin û est didan wan. Di demên dawî de hema bêje her hefte davêtins er qawîşan. Me ji gardiyanan re digot li hundir nexweşa rewşa wê giran heye, lê radibûn amûrên wê jî talan dikirin. Ên nexweşînên wan ên kronîk hebûn ji xwe bi tu awayî wan nedibirin revîr û nexweşxaneyê, tenê derman didan wan." 
 
Davran, diyar kir ku gava hatiye berdan îdareya girtîgehê lepik û maske nedane wê û jê re gotine ji kantînê bikire. 
 
MA / Rûken Demîr

Sernavên din

15/05/2020
09:28 Fîlmekî nû yê Alî Kemal Çinar: Dilop
09:18 OHD: Ji bo ziman bibe zimanê perwerdehiyê hewceye serlêdanên navnetewî bên kirin
09:18 Erdogan, mirovê teqawidbûyî daye ber îcrayê
09:17 Mamosteyê kurdî ê li Japonyayê: Hêviyê ji tu dewlet û pergalan nekin
09:16 Li dijî şidetê jiyana hevpar a azad
09:15 Gokkan: Ê ku xwe nede ber yekîtiyê wê bêîtibar bibe
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2020'AN
08:00 Qeyûm tayînî Şaredariyên îdir, Sêrt, Misirc, Hawêl û Vartînisê kirin
14/05/2020
23:05 Bernameya 'Zaravayên Kurdî' li dar xistin
19:37 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 4 hezar derbas kir
16:12 Li ser xeta Serêkaniyê û Tilxelef teqîn pêk hat
16:02 Kesên birûpoş: Em ê şevekê bên taxa Gazî hesap ji we bipirsin
15:55 Li Qelqeliyê êrîşî wesayîta şaredariyê kirin: 2 kes mirin û kesek jî birÎndar bû
15:27 Rêxistinên pîşeyî: Ji bo rawestandina vê hewlê em ê bixebitin
15:25 Başaran: Yê bi dijminantiya jinan û Kurdan welat perçe dike îqtîdar bi xwe ye
15:24 Alinak: Ji ber nêrînên xwe hatim darizandin
14:22 Di salvegera 88’emîn de 88 pirs kir
14:15 Polîsan xwest Gulistan Atasoy bêdeng bikin
13:53 Malbata Ceylan: Ne întîhare, kuştin e
12:22 TJA: Emê têkoşîna azadkirina hemû zimanan bi rêve bibin
12:11 Cenazeyê Duran defin kirin: Wezîr 2 sal berê gotibû 'hat kuştin'
12:00 Platforma Zimanê Kurdî: Têkçûna zimanê me têkçûna netewa me ye
11:37 Li sêgoşeya Licê, Pasûr û Dara Hênê 4 esker hatin kuştin
11:25 Şûştina cenazeyan asteng kirin
11:11 Ahmet Turk: Ruhê şoreşgerî dikare gelek tiştan biguherîne
10:36 Li dijî asîmlasiyonê rêya herî bibandor: Axaftin, xwendin û nivîsandina bi kurdî ye
10:18 Piştî Nisêbînê li Bismilê jî tundî li zarokekî hat kirin
09:34 Dîmen nehatibûna parvekirin dê dest polîsan nedabûna
09:33 Kerestecîoglû: Tundiya li dijî jinên em ê rawestînin
09:32 Piştî 25 salan dîsa heman ambargo
09:32 Karadag: Hikumet dixwaze baroyên xwe ava bike
09:31 Dahata me keda me ye
09:30 Ne cotkar ne karker ji rewşa heyî nerazîne
09:17 Nivîskarê Kurd Varli: Li her qadên jiyanê kurdî
09:16 Saziyên Ziman ên Kurdî kampanyaya alfabeya kurdî didin destpêkirin
09:15 Ji bo kurdî pêşniyara 'kampanyayeke civakî'
09:10 Bijîşk Torûn: Dibe ku pêla duyemîn piştî cejnê dest pê bike
09:09 Li quntarên Çiyayê Erekê amadekariyên zivistanê
09:09 ‘Gotin ên Omer in, lê emel ên Yezîd in'
09:00 Osmanagaoglû: Hêzên paramîlîter ketine dewrê
09:00 'Ziman nasname ye, nasnameya xwe winda nekin'
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2020'AN
08:12 14 kesên li Enqereye hatin binçavkirin serbest hatin berdan
13/05/2020
23:32 Behsa Baba Tahirê Uryan û dubeytiyên wî kirin
19:33 Li Tirkiyeyê hejmara miriyan bû 3 hezar û 952
16:43 Ma Muzîkê konser da
16:22 Bi solan kêfa zarokan anîn
15:46 ‘Em bi zimanê xwe hene’
15:46 Giliyê Serokê Diyanetê û Serdozgerê Komare yê Enqereyê kirin
15:32 Birayên ku tundiyê li jinekê kiribûn hatin girtin
15:16 Ragihandina birîna ceyranê pêşiya PTT’an têje kir
15:06 301 karkerên kana komirê li ser gorên xwe hatin bibîr anîn
14:54 301 qûrbanî hatin bibîranîn: Çerx dizivire û karker dimirin
14:46 Li sêgoşeye Lîcê, Pasûr û Dara Hênê operasyon
14:28 CÎSST: Ji 72 girtîgehan giliyê binpêkirina mafan hat
14:03 Li dijî êrişên goristanan nerazîbûn: Bêdengî erêkirin e
14:00 Mahmût Alinak hat berdan
13:48 Sancar: Gewdeya HDP’ê kurd û guliyên wê jî gelên Tirkiyeyê ne
13:38 Jinan hişyar kir: Em destûr nadin ‘Efûya îstîsmarê'
13:36 Piştî serî li qereqolê da sê roj şûn de daliqandî hat dîtin
13:07 Li Serayê gundek xistin qerantinayê
12:15 Koordînasyona Qeyranê ya Covît-19: Li girtîgehan îzolasyon veguheriye tecrîdê
12:11 KESK: Zû yan jî dereng em ê hesabê Somayê bipirsin
11:33 Vê carê jî roviyên girtiyê nexweş Kaya xwîn bûn
11:32 Dosyaya Kadîrova: Angaşta întîharê heye, lê rapora ATK’ê tuneye
11:08 Girtiyê nexweşê şîzofren hat berdan
11:06 Serokê TMMOB'ê: Hewldanên AKP'ê li dijî Destûra Bingehîn e
11:04 Gulum: Êriş û gef ji navendekê tên birêvebirin
10:28 HDP: Bi sererastkirina înfazê pêşî li faîlên Somayê vebû
10:10 Uyanik: Me li Amedê piştgirî da 10 hezar malbatan
10:08 Li Turkoglû bergirî tuneye, provokasyon heye
09:48 ‘Ev nêzîkatî ji Destûra Bingehîn a Cunta wêdetir e'
09:39 ‘Ne tenê rojek 365 rojan li ser kurdî bisekinin’
09:16 Zimanzan Alpay: Tu ziman ne di ser tu zimanî re ye
09:15 Li Somayê bedêla 'mirina her mirovekî' 6 roj cezayê girtîgehê ye!
09:14 Biryara ji bo JES'ê dijî hiqûqê ye
09:13 Li madenê şert û merc giran bûne, nexweşîn zêde bûne
09:11 Zevî bi rengê kesk û sor û zer xemilîne
09:10 Nivîskar Robar: Em ne ziman, ne ruh, ne jî bedenê bikujin
09:09 'Gardiyan li qawîşan bê lepik dest didin her derî'
09:08 Gunay: Îqtidar 'zirxê bêcezatiyê' dide polîsan
09:00 ROJEVA 13'YÊ GULANA 2020'AN
12/05/2020
20:08 53 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
20:00 Bernameya 15'ê Gulanê ya Tora Çand û Zimanê Kurdî diyar bû
17:21 Ji Rêxistinên Mêrdînê bertekên hevpar: Destê xwe nedin zarokên me
16:35 Bijîşkek din ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
16:29 ‘Bêcezatî ji bo xwe kirine kevneşopiyek'
16:06 Şandeya DBP û HDP’ê li Tetwanê çû serdana goristanê
15:54 Sancar bersiva ‘maseya welat’ da Meral Akşener
15:31 Beştaş: Dewleta ku êrîşê tîne ser goristanan têk çûye
15:20 Buldan Cemxaneya Gazî ziyaret kir: Divê îqtîdar lêborînê ji elewiyan bixwaze
15:07 Walîtiya Enqereyê bîranîna Komkujiya Somayê qedexe kir
14:52 Li Bajarê Kurdan çima cezayê vîrûsa corona zêde ye
14:26 6 Girtiyên ku daxwazên wan hatin qebûlkirin dev ji greva birçîbûnê berdan
14:13 Hejmara nû ya Jineolojiyê derket
13:51 Bang li Gerînendeyê Giştî yê Evrenselê Polat kirin ku îfade bide
13:49 Gef li HDP’iyan xwar û bêyî ku hesab bide çû
13:30 Girêdayî pevçûna çekdarî 14 kes hatin binçavkirin
13:05 Aktivîsta TJA'yê Newal jiyana xwe ji dest da
13:00 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin