EDENE - Li Edenê rêxistinên pîşeyî, bertek nîşanî daxuyaniyên Erdogan ên têkildarî guhertina pergala hilbijartinê, dan û gotin: "Divê baro û odeyên pîşeyî azad û serbixwe bimînin."
Baroya Edenê, Odeya Diran a Edenê, Odeya Bijîşkên Beytar a Edenê, Odeya Eczaciyên Edenê, Odeya Bijîşkan a Edenê û TMMOB'ê, bertek nîşanî daxuyaniyên Erdogan ên têkildarî guhertina pergala hilbijartinê dan. Di daxuyaniya hat dayîn de, hat diyar kirin ku wan Yekitiya Odeyên Pîşeyî ya Akademîk a Edenê avakirine.