NAVENDA NÛÇEYAN – Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 55 kesên din jî ji ber şewba coronayê jiyana xwe ji dest dan. Hejmara kesên heya niha mirine bû 3 hezar û 841 û hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 139 hezar û 771.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, tabloya der barê daneyên vîrûsa coronayê (Covîd-19) de li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir. Li gor daneyên Koca, di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê hezar û 114 kes bi şewbê ketine û 55 kes jiyana xwe ji dest dane.
Hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 139 hezar û 771 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 3 hezar û 841.
Parve bike: