STENBOL - Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Dûrakoglû, têkildarê guherandina hilbijartin baroyan û odeyên pîşeyî de got: "Hikûmet dibe ku vê bike. Lê wê encamên wê pir giran bin."
Serokomar Tayyîp Erdogan, di 5'ê Gulanê de di civîna Desteya Rêvebir a Navendî ya partiya xwe de gotibû divê hilbijartina barroyan û odeyên pîşeyî bê guherandin.
Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Dûrakoglû jî bertek nîşanî vê yekê da û got: "Fikra wan çi ye, wê çi bikin? Tişta jê re dibêjin pergala hilbijartinê çi ye? A rast nizanim. Meraaq dikim. Hela bila pêşnûma derkeve, wê çaxê wê helwesta me jî diyar bibe."
ÎQTIDAR JI BAROYAN NERIHET E
Dûrakoglû, anî ziman ku helwesta muxalif a baroyan îqtidarê nerihet dike û got, loma baroyan hedef digire. Dûrakoglû, diyar kir ku ne mimkun e ku baro helwesteke muxalif nîşan nedin û got: "Dijderketina binpêkirina mafên mirovan peywira me ye. Ji ber ku em li dij binpêkirina mafên mirovan derdikevin hikûmet nerihet dibe. Di pergala me ya hilbijartinêd e prigsirêk tuneye. Pergaleke antîdemokratîk be jî û rabin biguherînin me yê wateyek lê ba rbikirana, lê belê tiştekî wiha tuneye. Her diçe otrîterbûn zêde dibe û niha baro jî nesîbê xwe jê digirin."
Dûrakoglû, diyar kir ku ew li benda pêşnûmayê ne û got, piştî pêşnûma derket şûnde wê helwesta wan jî diyar bibe. Dûrakoglû, got: "Heger ji pergala hiqûqê ya Tirkiyeyê baro bên vekişandin wê bi navê hiqûq û edaletê titştek jî nemîne."
Herî dawî Dûrakoglû, got: "Hikûmet dibe ku vê bike. Lê wê encamên wê pir giran bin. Wê parêzer vê yekê qebûl nekin. Ne mimkun e tu bi parêzeran bidî qebûlkirin. ji xwe ev şerekî me yê dîrokî ye."
MA / Erdogan Alayûmat