MÊRDÎN - Gundê Risîn a navçeya Mahsertê ji ber vîrûsa koronayê kirin karantînayê.
Li gundê Risîn ê navçeya Mahsertê ya Mêrdîtinê testa vîrûsa korona (Kovîd-19) ya 8 kesan pozîtîf derket. Ji ber vê yekê gund xistin karantînayê.
LI 7 GUNDAN KARANTÎNA DEWAM DIKE
Karantînaya li gundên Tibyad a Qoserê, gundên Qesra Ehmed, Qurdîsê û Gundê Bernîşt ên Artûklû, Goma Heramiyê ya Dêrikê, Dêra Metîna ya Şemrexê û gundê Barman a Stewrê yên Mêrdînê dewam dikin.