Başaran: Jin dê di 1'ê Gulanê de li qadan bin

  • rojane
  • 12:44 29 Nîsan 2020
  • |
img

ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, geşedanên di rojevê de nirxandin û diyar kir ku jin dê di 1'ê Gulanê de ji bo azadiya xwe pêşeroja xwe û vîna xwe li qadan bin.  Başaran, anî ziman ku ajanda îqtîdara AKP'ê ya dijminantiya kurdan bi tecrîdkirina Ocalan berdewam dike.   

Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, têkildarî geşedanên dawî civîna çapemeniyê li dar xist. Başaran, bal kişand ser polîtîkayên îqtidarê yên li dijî şewba vîrûsê, keda jinê û keda karkeran û wiha got: "Îtîfaqa AKP-MHP'ê bi dijminantiya Kurdan ajanda xwe berdewam dike. Bi tecrîda li ser Birêz Ocalan berdewam dike. Tenduristiya  birêz Ocalan ji bo gelê Kurd gelek girîng e. Ji ber vê yekê divê bi lez tecrîd bi dawî bibe. Li gel banga cemaweriyê îqtîdar tu gavan navêje."  
 
Başaran, bal kişand ser polîtîkayên îqtîdarê û şewba vîrûsê û wiha got: "Li aliyê din bi firsenda corona  zagona înfazê anîn meclîsê û derbas kirin. Bi vê yekê gelek girtiyên sucê li dijî civakê kirine hatin berdan. Li aliyê din bi hezaran girtiyên siyasî li girtîgehê terkî mirinê kirin. Em meclîsa jinan diyar dikin ku heta hemû girtîgeh bên valakirin û hemû girtiyên siyasî bên berdan dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Yên corona dikin firsend û karkeran didin xebitandin û dixwazin jin di malê de bimînin em ve yekê qebûl nakin. Em li hemberî qerîna girtîgehan bêdeng namînin."  
 
'LI TIRKIYE KESÊN HERÎ XIZAN JIN IN'
 
Başaran, bal kişand ser rewşa aborî ya jinan û wiha berdewam kir: "Îqtîdara AKP'ê vîrûsê weki pirsgirêka tenduristiyê dibîne û pirsgirêkên derûnî, civakî, aborî li ber çavan nagire. Rewşa karker, kedkar û jinan û betalan li ber çavan nagire. Li Tirkiyeyê kesên herî xizan jin in. Li Tirkiye yên herî zêde xizaniyê dijîn jin in. Li gorî daneyên DÎSK-AR'ê rêjeya betalan a jinan ji sedi 30 ye. Her roj hêjmara betalan zêde dibe. Li tirkiyeyê bi milyonan jin nikarin tev li kar bibin. Mixabin gelek jinên ku kar dikin û tev li xebatê dibin jî karê rojane û bi kedek erzan kar dikin. Ji ber vê yekê bi pêvajoya tenduristiyê yên ewil ji kar hatin dûrxistin û derxistin destûra bê heq jin in. Di vê pêvajoyê de betaliya jinan aşkere li per çavan e. Mixabin îqtîdar di vê pêvajoyê de jinan di malê de hepis dike û ji hemû mafê wê bêpar dike."  
 
ÎQTÎDAR KEDA JINÊ BINPÊ DIKE
 
Ayşe Acar Başaran, bal kişand ser kedxwariya jinê û wiha  pêde çû: "Yên ku herî zêde serî li alîkariya civakî didin jin in. Ji ber ku jin neçarî herî zêde serî li alikariya civakî bidin. Îqtîdar bi nerîna feraseta mêr û newekheviya zayendiya civakî keda jinê binpê dikin. Vîrûsa corona herî zêde li karkeran dixe. Herî zêde li jinê dixe. Herî zêde li penaberan dixe. Lê mixabin tu tedbîrên îqtîdarê ji bo penaberan  tune. Di 17'ê Nisanê de zagonek aboriyê di meclîsê re derbas bû. Lê navê kedkarên jin qet derbas nebû. Ev jî xuya dike ku navê jinê di pakêta aboriyê de tune ye. Di encamê de geşedanên heyî nişan dide ku îqtîdar êdî çiqas nikare welat bi rêve bibe. Îqtîdar li şûna kesên întîhar bike dike wekî serkeftinekê. Bi manîpulasyonan hişekî nû ava dike."  
 
'EKÎPMAN DIŞÎNIN DYA LÊ NADIN XIZMETKARÊN TENDURISTIYÊ'
 
Başaran nêzikatiya hikumetê ya li hemberî xizmetkarên tenduristiyê jî rexne kir û got: "Xizmetkarên tenduristiyê weki hemû cîhanê li Tirkiyeyê jî piranî ji jinan pêk tê. Lê li dijî xizmetkarên tenduristiyê jî nêzîkatiyek zayendperesti heye. Ekîpman nadin jinan. Yên ku ekîpman dişînin DYA, ekipmanan naşînin nexweşxaneyan. Rûpoş, lepik û dezenfektanan bi qasî tê xwestin naşînin nexweşxaneyan. Xizmetkar neçar in bi rojan bi yek rûpoşê derbas bikin. Dîsa jinên ducanî neçarin kar bikin. Xizmetkarên tenduristiyê bi tirs û fikara ku nexweşiyê bigînin malê dijîn. Negirtina tedbiran a ji bo xizmetkarên tenduistiyê nayê qebûlkirin. Wekî hemû qadan di qada tenduristiyê de jî jin li gorî karê wekhev heqê wek hev nagirin. Di şertên bê tenduristî de kar dikin." 
 
'EM Ê DI 1'Ê GULANÊ DE LI QADAN BIN'
 
Başaran, herî dawî bal kişand ser 1'ê Gulanê û wiha bi dawî kir: "Em jin dê di 1'ê Gulanê de ji bo karê wekhev û heqê wekhev dîsa bi dirûşmeya "bijî 1'ê Gulanê li qadan bin. Ji bo heqê wekhev ên li karkerî, fabrîqe û qemû qadan ên jinê em ê li qadan bin. Em ê li dijî kedxwarî, newekhevî û zayendperestiyê li qadan bin. Di vê pêvajoya vîrûsa corona de yên herî zêde dikevin bin bandorê jin in û penaberin.  Ger ku dewlet dewleta civakî be û mesafeyê nexwe nava xwe ya civakê, karkeran, jinan û penaberan dê li Tirkiyeyê pirsgirêka aborî û qeyrana aborî nemîne. Ji ber vê yekê divê îqtîdar êdî pişta xwe nede sermayedaran û daxwaz û vîna jinê, kedkaran, karkeran bibîne.  Em wekî jin ji bo li bedena xwe azadiya xwe û pêşeroja xwe xwedî derkevin em ê di 1'ê Gulanê de li qadan bin. " 
 
 
 
 

Sernavên din

01/05/2020
15:40 Li 15 rêveberên DÎSK'ê 47 Hezar û 730 tl ceza birîn
15:13 Dayîkên Şengalê ji rêxistinên Kurdan xwestin peyama Ocalan rast binirxînin
14:42 Rojeva Cîhanê 1’ê Gulanê ye
14:32 Li Mexmûrê pîrozbahiya 1'ê Gulanê
14:14 Qada Îstasyonê îsal vale ma
14:14 Rêveberiya Xweser a Sûrî 1’ê Gulanê pîroz kir
13:23 Li Wanê 14 kes hatin binçavkirin
13:15 Li Amedê 2 avahî xistin qerantînayê
13:00 Çelenga zerar dît gîhandin Bîrdariya Taksimê
12:59 Li Enqereyê bang kirin: Em li her derê ne
12:49 Ziyaretên girtîgehan heta 15 rojên din taloq kirin
12:33 Sancar: Tifaqa li dijî desthilatê bêyî HDP’ê nabe
11:52 Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan
11:32 Li Qada Taksîmê dorpêça 1’ê Gulanê
11:31 Stêrk TV, li ser satalayta DVB-S2 dest bi weşanê kir
11:18 Tevî qedexeya derketina derve jî ji bo mafên xwe derketin derve
11:13 CNN Turkê 3 rojnameger ji kar avêtin
11:04 KCD'ê bi 3 zimanan 1'ê Gulanê pîroz kir
11:03 Kose li dijî qarantînaya siyasî rêya sêyemîn pêşniyar kir
10:49 3 kesên xwestin bimeşin Taksimê hatin binçavkirin
10:32 Li Taksîmê mudaxaleyî çalakiya 1'ê Gulanê kirin: Çerkezoglu binçav kirin
09:32 Nexweşê Şewbê vegot: Heta nîşane neyên dîtin test nayên kirin
09:31 Di 7 mehan de 320 fezleke derbarê parlamenterên HDP’ê de hatin amadekirin
09:29 Di binçavan de gefa ‘Em ê hestiyên we bi postayê bişînin’
09:03 Ne dikare ji nava cihan rabe û ne jî dikare raze
09:02 3 girtiyên jin di karantînayê de ne: Nîşaneyên şewbê hene, lê test tunene
09:02 Xwîşka Aktaş: Li Îmraliyê polîtîkayeke taybet, bêqanûniyeke bêsînor heye
09:01 Li Hatayê fikare ji bo penaberan
09:01 Weqfa Baran Tûrsûn: Erka 'berdanê' ya polîsan betal bikin
09:01 Kamaç: Tekane rêya xelasiyê yekîtiya neteweyî ye
09:00 Rêwîtiya karkerên demsalî dest pê dike
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2020'AN
30/04/2020
19:17 Li Tirkiyeyê 93 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
16:03 Li Mêrdînê 1’ê Gulan pîroz kirin
16:02 HDP’iyên xwestin biçin Girtîgeha Şakranê hatin astengkirin
15:16 KCD,DBP: Em bêjin Efûya Çakici baştir e
14:40 Mevlude Haran jiyana xwe ji dest da
14:13 Platforma Ked û Demokrasiyê: Em ê risteke civakî ya nû bi zanist û kedê biafirînin
13:36 HDP'a Amedê: Em bi ked aştî, azadî, tendûristî û hevkarîyê cîhaneke nû ava bikin
13:18 Walîtiya Enqereyê: 1’ê Gulanê di 30’ê nîsanê de pîroz bikin
13:01 Mehmet E. yê ji îstîsmarê hatibû girtin li qawîşê mirî hat dîtin
12:52 TJA: Ji bo jiyanek mirovahî em her derê bikin qada 1'ê Gulanê
12:37 Gunay: Ji her demê bêhtir pêwistiya gelên Tirkiyê bi Ocalan heye
12:00 Malbat û parêzeran ji bo hevdîtina Îmraliyê serlêdan kirin
11:38 Stêrk TV ji 1'ê Gulanê û şûnde li ser DVB-S2 weşanê dike
11:14 Yenî Şafakê kir hedef, Bîlgen jî berteka ‘îftîra û sextekariye’ da
10:59 HDP: Ji bo jiyanek nû di 1'ê Gulanê de em li her derê ne
10:41 Ji karkeran peyama 1’ê Gulanê: Azadî wê bi rêxistinbûnê were
10:30 Piştî Covît-19 li Amedê 8 hezar û 684 kargerî hatin girtin
10:09 Girtiyê nexweşîna penceşêrê: Ez diêşim dengê min bibihîzin
09:56 Sekreterê Giştî yê TTB'ê: Pêvajo sistiyê tehamul nake
09:30 Parêzer Kûzû: Kuştina Hemdanî encama polîtîkayên necezakirinê ye
09:19 Banga ji bo karkerên tekstîlê
09:18 Cotkar nizanin wê ji ber berazan çi bikin
09:17 Li Çelê dema çeltûkê dest pê kir
09:16 ‘Careke din agir bi dilê dê û bavê me dixin'
09:16 Di 14 salan de 403 kes bi destê polîsan hatine kuştin
09:15 Kurê girtiya 68 salî: Ka wekhevî, ka edalet û wijdan?
09:14 Piştî şewbê tecrîda li ser zarokên girtî girantir bûye
09:14 Jin û zarok bi şidetê re rû bi rû hatine hiştin
09:13 'Tirkiye 21 sal in hiqûqê binpê dike'
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2020'AN
07:32 Nîvê şevê cenazeyê Kardaş ê HPG’yî defin kirin
29/04/2020
21:32 Banga SKM'ê ya ji bo 1'ê Gulanê
19:42 Hejmara kesên ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane 3 hezarî derbas kir
17:50 Nûrî Mehmûd: Tu eleqedariya me bi teqîna li Efrînê tune ye
16:36 Baroya Rihayê: Diyanetê sûc kiriye
16:21 'Dê lêpirsîn li kesên navê Jiyan xedexe kirin bê vekirin?'
16:09 Li Hevraza Kazanci bîranîna qurbaniyên 1’ê Gulanê: Em ê dest ji Meydanê bernedin
15:46 CÎSST’ê giliyên 68 girtîgehan rapor kir
15:25 Parlamentera HDP’ê û parêzeran negirtin girtîgehê
15:17 Meşvanên Zînî Wertê: Hêzên xwe ji Zînî Wertê vekişînin
15:07 Rêxistina HDP’ê malbata Hemdan ziyaret kir
14:55 Jinan bertek nîşanî înfazê dan
14:44 Mazlûm Ebdî êrîşa Efrînê şermezar kir
14:35 Ji HDK’ê peyama 1’ê Gulanê: Em bibin yek wê ev pergal hilweşe
14:01 Ji bo girtîgehan 3 daxwazên bingehîn
13:24 Parlamentera HDP’ê Guzel vîrûsa li girtîgehan ji Wezîrê Dadê pirsî
13:00 Asayişê girseya xwestin bimeşin Zînî Wertê asteng kir
12:49 Li Tatosê bi dehan kes rakirin nexweşxanê
12:44 Başaran: Jin dê di 1'ê Gulanê de li qadan bin
11:59 2 endamên TUHAY-DER’ê hatin binçavkirin
11:57 HDP: Divê ji bo Birêz Ocalan şert û mercên azad û ewle bên afirandin
11:42 DÎSA-DER bertek nîşanî qedexekirina navê Jiyan da
11:27 Rûpoş tenê gihişt 8 milyon welatîyî
11:19 Biryara neşopandinê ji bo şermezarkirina ‘Kaniya Aştiyê’ hat dayîn
10:53 Rojnameger Orûç ê girtî: Em bi ava cemidî serê xwe dişûn
10:51 Ocalan ji bo hemû kurdan peyam şand
10:36 Berhemên xwezayî yên Qersê li Enqereyê ne
10:12 Şêniyên Zînî Wertê: Em destûr nedin birakujiyê
09:24 Ulug: Pûtîn ji bajarên mezin bêzar e
09:21 Bîra Sûrê ya hatiye tunekirin xêz dike
09:20 Karkerên Înşeatê bê maske dişixulin
09:20 Pêşmergeyê PDK'ê yê berê: Em pirsgirêkên xwe bi axaftinê çareser bikin
09:18 Di rojên coronayê û krîza aborî de rewşa weşanxaneyan
09:17 Şaredariya Qersê ji bo piştgiriya hilberîna xwecihî zend û benda badan
09:17 Mûtlû Kaya: Ma jiyana jinan ev qasî hêsan e?
09:16 Bi qanûna înfazê re rê li ber komkujiyê hat vekirin
09:15 ‘Mexdûrên veşarî’ yên şewbê zarokên in
09:15 Dest bi çandiniya şitlan hat kirin