Aborînas Tunç: Tirkiye dê ji sedî 8 tengav bibe

img
 
AMED - Aborînas û Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê Ramazan Tunç bi sernavê "Piyaseya hirçê û slumpflasyon" gotarek ji rojnameyê re nivîsî. Tunç, diyar kir ku Dahata Neteweyî ya Giştî (DNG) ya Tirkiyeyê di sala 2020’an de wê ji %5 dakeve û enflasyon jî wê li derdora  %18’an be û got: "Aboriya Tirkiyeyê wê ji %8 tengav bibe. Ev tengavbûn nêzikî 60 milyar dolarî ye." 
 
Aborînas û Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê têkildarî rewşa aboriya Tirkiye û qeyrana aborî ya li pêş Tirkiye gotarek ji Rojnameya Xwebûnê re nivîsî. Tunç, bi ser navê "Piyaseya hirçê û slumpflasyon"  bal kişand ser rewşa aboriya Tirkiyeyê. Tunç, di qotara xwe de da zanîn ku Fona Pereyî ya Cîhanê (IMF) û Banqeya Cîhanê du saziyên ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn ji bo pergala pere û fînansê ya navneteweyî saz bikin, hatine avakirin û got: "Ji vê pergalê re tê gotin Pergala Bretton Woods an jî wek saziyên cêwî yên Bretton Woodsê tên binavkirin. Li gor Peymana Bretton Woodsê (1944) hemû pereyên cîhanê bi dolarê Amerîkayê ve hatin girêdan û dolarê amerîkî bû tekane pere ku li hemberî zêr bi nirxekî westar (sabît) bê qebûlkirin. Li gor vê peymanê onsek zêr (1 Ons=31.10 gr) wek 35 dolarê amerîkî qebûl kirin. Peymana Bretton Woodsê di heman demê de destpêka kadîbûna (globalbûna) pergala fînansê û pere ye jî. Peywirên van saziyên cewî ew in, ku hevsengî û aramiya piyaseyê bidin rûniştandin. Ji bo rewşa pergalê her sal, salê du caran di mehên nîsan û cotmehê de IMF raportên  rewşa welatan amade dike, li gor nîşaneyên (indikator) makro û darayî nirxandinan li ser pêşveçûyîna aborî û dahata welatan dike. Carinan jî hişyarî dide welatên ku rewşa wan ber bi başbûnê ve naçe. Rêveberiyên welatan der barê hevsnenga darayî, piyase, budçeyê, rêjeya ribayê (faîz) û rêjeya pereguherînê (Exchange rate) de şiyar dike." 
 
'XUYA YE KU TIRKIYE DÊ DI 2021'AN DE JÎ DI NAV SLUMPFLASYONEKE KUR DE DERBAS BIBE' 
 
Tunç, bal kişand ser rewşa aborî ya salên pêş û wiha cih da gotarê: "Li gor nîşane û texmînên IMF’ê, Dahata Neteweyî ya Giştî (DNG) ya Tirkiyeyê di sala 2020’an de wê ji %5 dakeve û enflasyon jî wê li derdora  %18’an be. Li gor raporta meha cotmeha 2019’an texmîna rêjaya  zêdebûnê %3 bû. A niha tê wê menayê aboriya Tirkiyeyê wê ji %8 tengav bibe. Ev tengavbûn nêzikî 60 milyar dolarî ye.  Texmînên IMF’ê gelekî girîng in, ji ber ku biryardarên rêvebirina karan, fabrîkayan, karsaz, karker û zihakar di piyaseyê de li wê gorê tevdîrên xwe werdigirin û biryarên xwe didin. Li gor pîvanên aborî û fînansê, erge li welatekî DNG kêm bibe û enflasyon jî pê re zêdê bibe, jê re “Slumpflasyon” tê gotin. Rewşa aboriya Tirkiyeyê ne tenê ku IMF’ê ji bo sala 2020’an tesbît kiriye lê belê ji bo sala 2021’î jî xuya ye, ku wê di nav slumpflasyoneke kûr re derbas bibe. Ji ber ku têsîrên şokê li gor dîtaneya derengî (lag) Granger (ceribandina sedemî û lag) û Posner (zarîkirina derengiya bazirganiyê) li ser hinek îndîkatoran test kirine, 3 an jî 4 demsal didomin. Halbûkî li gor armanc û hedefên 2023’yan ên sedsaliya cimûriyetê û li gor Plana 10’emîn a Pêşveçûnê ku di dema vê hikûmeta desthildar de hatiye amadekirin, di 2023’yan de DNG’ya Tirkiyeyê pêwîst bû ku ji 2 trilion dolarê amerîkî derbas bûbûya. Li gor vê hejmarê ew ê ji DNG’ê serê kesekî 25 hezar dolarê Amerîkî bikete. Ew plansazî bi tevahî hilweşiya û a niha van salên pêşiya me xuya dike wê salên darbendiyê, tunebûnê, qeyran û desttengiyê bin." 
 
'PIŞTÎ HILBIJARTIN BETAL BÛ TOFAN RABÛ' 
 
Tûnç, li ser plan û projeyên îqtidarê yên ji sala 2002'an heta niha jî rawestiya û ev analîz kir: "Partiya desthildar a Tirkiyeyê wexta di 2002’yan de hêza piraniya parlamentoyê bi dest xist, bi piştgiriya Yekîtiya Ewropayê (YE) û sererastkirina aboriyê li gor prensîbên IMF’ê, Krîterên Maestricht û Baselê yên pergala fînansê, banka û rewşa darayî ji nû ve nirxandin û dest bi reforman kirin. Di 5 salên pêşîn ên desthilatdariya xwe de plansaziya 2009 û 2014’an, Plana 10’emîn a Pêşveçûnê amade kir. Li gor pîvan û reformên YE’yê hewl dan ku civak jî û aborî jî pêşve here û ji derveyî nijadperestên jakoben hemû derdorên civakî piştgirî dan vê pêvajoyê. Di 2010’an de referandûma ku hêza desthilatdariyê ji bo reforman zêde kir, hêvî da piyaseyê. Di 2014’an de şerê DAIŞ’ê dest pê kir û di heman demê de hewldana ji bo rejîma serokatiyê jî dest pê kir û hilbijartinên hezîrana 2015’an ji bo demokrasiyê, serdestiya hiqûqê û piyaseya ku bi hêviyên baş bi rê ve diçe, hêviyeke mezin çêkirin. Piştî ku hilbijartin betal bûn û şûnde tofan û qiyamet rabû. Desthildarî ji bo hêza xwe biparêza agir bi reforman xist, demokrasî û serdestiya hiqûqê ya ku jixwe li Tirkiyeyê kor û topal bû, berê xistin cemedxanê, di dawiyê da jî agir pêxistin û şewitandin. Di 2017’an de rejîma Tirkiyeyê guherî û hêza teknokratên ku aborî, fînans û dezgehên darayî yên dewletê bi rê ve dibirin, hat tunekirin, kesên ku li dijî grubeke kleptokrat dengê xwe yê muxalefetê bilind kirin, hatin tasfiyekirin. Hewldana darbeyê ya 2016’an derfet da desthildariyê ku hemû saziyan têxe bin reveberiya komeke biçûk. Di nav vê gêjgerînekê de piyaseyan hêviyên xwe wenda kirin, kêmhêvîbûnê hevsenga piyaseyan xera kir û di tebaxa 2018’an de krîza (qeyrana) nirxê pereguherînê li piyaseya Tirkiyeyê xist. Li şûna ku desthilatdar pêşiyê li qeyranan bigire, mafê axaftinê qedexe kir û hêz û çavkaniyên bankeya navend daxistin û ziha kirin. Piştî ku pêvajoya hevdîtina bi Îmraliyê re hat astengkirin, di 5’ê nîsana 2015’an de rêzaniyên (polîtîkayên) şer li ser budçeyê giraniyeke mezin çêkir. DNG’ya Tirkiyeyê di 2019’an de daket 740 biliyon dolarî. Rêjeya dolar û TL jî bi qasî 3 katan zêde bû, rêjeya pereguherînê ji bo dolarê amerîkî ji derdora 2.5 TL’î derket derdora 7 TL’an. Yanî li gor 5 sal berê, hêza welatiyan û dahat, serê kesê ji 3 qatan zêdetir daket." 
 
 
'POLÎTÎKAYÊN ARAMIYÊ TENÊ JI BO KÊMEK BIÇÛK TÊN AMADEKIRIN' 
 
Tûnç, li ser polîtîkayên îqtîdardê yên niha jî rawestiya û wiha li gotarê zêde kir: "A niha jî li derdora 730 biliyon dolarî ye û li gor texminên IMF’ê piştî krîza şewba Covid-19’ê di 2020’an de ew ê slumplflasyon çêbibe, him DNG kêm bibe û him jî enflasyon zêde bibe. Di vê pêvajoyê de polîtîkayên aramiyê tenê ji bo komeke biçûk tên amadekirin û welatî di bin barê qeyranê de dimînîn. Di sala 1944’an de wexta ku IMF tê damezrandin, 1 ons zêr 35 dolar e. A niha 1 ons zêr di piyaseya cîhanê ya serbest a spot de gişhîşt 1740 dolarî. Her çiqas qeyrana Covid-19’ê li ser piyaseya kadî tevahî bandor kiribe jî, şewba Covid-19’ê wek tofanekê li piyaseyê tesîr kir, ji ber kadîbûnê çawa sermiyan û kar, danûstandina mal û xizmetan di nav welatan de azad pêk tê, nexweşîn û şok jî welat bi welat digerin. Ruhê krîzên pergalê jî di nav vê geremolê de xwe roj bi roj zêde dide nîşandan.
 
ABORÎNASÊN DYA PIŞTÎ QEYRANA 2008'AN GOTIN 'QEYRANÊ ÇI FÊRÎ ME KIR' Û BI KURAHÎ NIRXANDIN
 
Tunç, bal kişand ser qeyrana DYA ya 2008'an û piştî wê û wiha berdewam kir: "Piştî qeyrana 2008’an ku li Amerikayê dest pê kir û belav bû, aborînasên Amerîkayê yên bi nav û deng ên wek Joseph Stiglitz, Oliver Blanchard, David Romer, George Akerlof wek lijneyeke edîtoryal di bin navê “Qeyranê Çi Ferî Me Kir” de bi kurahî rewş nirxandin û di der barê polîtîkayên makro yên aboriyê de pêşniyazên xwe nivîsandin. Di wê demê de aborînas Alan Greenspan ku di der barê aboriyê de pirtûka bi navê “Serberjêrçûyîna Serbest” nivîsandiye û bi nîşaneyên makro rêjeya pereguherînê, riba-faîz û pergala navneteweyî dinirxîne û tîne ziman, ku wexta nîşane serberjêr dibin, pêşîlêgirtin gelek zor dibe û ji bo pêşîlêgirtinê rêzaniyên heterodoks pêwîst in, saziyên xurt dikarin pêşiyê li serberjêrçûyînê bigirin. Li cihê ku Tirkiye sazî û çavkaniyên xwe xurt bike, kes xurt kirin û hundirê saziyan vala kirin, lê mijiyan, berê çavkaniyan dan nav satarên taxa komekî ku tevna pola nepotîzm û kleptokrasiyê de ne." 
 
'PIŞTÎ 2015'AN REWŞA TIRKIYE' 
 
Tunç, di dawiya gotarê de jî bal kişand ser rewşa dawi ya Tirkiye û got: "Piştî 2015’an rewşa rêvebirina aboriya Tirkiyeyê jî xera bû. Di referandûma 2017’an de jî ev xerabûn ji bo pergaleke navendî dest pê kir. Vê pergala navendî fonek damezirand, ku navê wê jî Fona Hebûniya Tirkiyeyê (Turkey Wealth Fund) danîn û şirîkatiyên wek Ziraat Bankası, Halkbank, Borsa Istanbul, Turk Telekom, THY, PTT, TURKSAT, BOTAŞ, Eti Maden û Çaykur di bin sîwana vê fonê de hatin komkirin. Bi piranî fonên wiha ji ber ku di welatên dewlemend de zêdehiyên bazirganiyê derdikevin, tên damezirandin. Li Tirkiyeyê ev zêde nîn e, ji ber ku Tirkiye di warê bazirganiyê de tim deyndar e, kêmasiyên bazirganiyê hene. Ji ber ku çavkaniyên Bankeya Navend a Cimûriyetê nemane, vê fona hanê jî wek Bankeya Navend ji bo ku ji piyaseyê re pere bibînin, tê bikaranîn. Ev fon jî a niha betal e û nikare bê bikaranîn. Piştî ku rejîmê hukmê xwe xurt kir, ji bo bûrjûvaya nêzî xwe ava bike, berê çavkaniyên dewletê dan şîrketên mezin ên ku di nav wan tevnên kleptokrasiyê de ne. A niha jî tenê fona bêkariyê heye, ku mezinahiya wê li derdora 20 bilyon dolarî ye. Lê mixabin ji ber ku di vê pergala navendî de serdestiya hiqûqê, zelalî û hesabdayîn nîn e, ev budçe di ku derê de tê xerckirin ne diyar e. Bi piranî ev fon ji berîka karkeran û xebatkaran derdikeve lê wisa xuya ye, di nav vê şêlûbûnê de tevnên kleptokrasiyê dest didin ser van fonên ku bi ked û xweydana eniya welatiyan hatiye berhevkirin. Ji bo demên ku senedên parên şirîkatiyan û hemû îndikatorên piyaseya fînansê dadikevin, di zimanê guhertingehê de “Piyaseya Hirçê” tê bikaranîn. Wisa xuya ye ku piyaseya hirçê li hemû cîhanê ji ber Covid-19’ê dest pê kir. Di nav vê tevlihevî û qelqeleyê de li Tirkiyeyê jî qeyrana Covid-19’ê li piyaseyê xist. Rez ji xwe ne tu rez bû, hirçê jî lê xist.
 
Slumpflasyon: Di zimanê piyaseyê de wexta ku buhabûna mal û xizmetan û kêmbûna dahatê bi hev re derdikevin holê û hevsenga piyaseyan xerab dikin, tê bikaranîn.
 
Zêdeya bazirganiyê (Trade Surplus-Ticaret Fazlası): Pîvana hevsenga di nav bazirganiya dervefrotin û dervestandinê (hinarde û hawirde) de ye. Ku dervefrotin (îxracat) jidervestendinê (îtalat) derbas bibe, ev zêde dertê holê. Hevsenga Bazirganiyê = Dervefrotin-Jidervestendin
 
Piyaseya hirç û ga: Di zimanê piyaseyan de wexta piyase serberjêr dibe û reşbînî hebe, jê re tê gotin piyaseya hirçê, ji ber ku napirkên hirçê serberjêr in, wexta piyase hêvîdar dibe xweşbînî hebe, guhertingehên senedan û endeks ber bi jor ve diçin, berejor dibin, jê re tê gotin piyaseya ga, ji ber ku qiloçên ga serê wan berjor in.
 
Gotinek ji gotinên pêşiyên me
 
Rez ji xwe ne tu rez bû teyrokê jî lê da: Ji bo rewşên ku ne baş in û bi ser de jî tofaneke xwezayî yan jî çewtiyeke bi destê mirovan bi ser de tê, tê bikaranîn." 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

26/04/2020
09:03 Dîsa jin û zarok berdêla wê didin
09:01 Doza 5'ê Hezîranê: Bêyî ku delîl esas bên girtin biryar hatiye nivîsandin
09:01 Daxwaza karkeran heman daxwaz e: Di dema xebatê de em naxwazin bimirin
09:01 Pergala EBA'yê û pergala perwerdehiya asayî
09:00 ‘Bavê min ji ber coronayê mir, lê di raporê de gotin bêhnçikandin e'
09:00 Piştî mirov di mal de man, bêhna xwezayê derketiye
09:00 Li Edeneyê xebatkarekî xizmeta civakiyî enfekte bû
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2020'AN
25/04/2020
20:23 Li Tirkiyeyê 106 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
17:02 Mazlûm Ebdî: Wê di rojên pêş de encamên erênî aşkera bibin
16:47 Grup Yorum: Em dest bidin hef Îbrahim bidin jiyandin
16:14 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Jin bi kuştinê re rûbirû hatin hiştin
15:59 Ji bo girtiyên di bin gefa vîrûsa koronayê de bang kirin
15:49 Bûldan: AKP bi qasî şewbê jiyana civakî tehdît dike
14:59 Dadgehê 2 jê zarok 5 kesên êrîşa Zînî Wertê şermezar kirin girtin
14:45 Dayikên Şemiyê: Divê bi Qirikirina Ermenan re hevrûbûn çêbibe
14:35 ÎHD: Dibe ku sibe pir dereng bikeve
14:16 Mirovê 65 salî xwest destdirêjiya zaroka 6 salî bike
13:24 Li Heftenînê eskerekî jiyana xwe ji dest da
13:12 Xizmên windayan lêgerîna windayan di hefteya 585'an de berdewam kir
12:18 Qerantîna li du gundan bi dawî bû
12:17 Rejîma Îranê darvekirina girtiyên kurd didomîne
11:57 Nexweşê MS'ê nexweşê nivîna ye
11:56 Li 76 bajaran 23 hezar û 801 welatî li wargehan di karantînayê dene
11:43 Teyrê Masîxwar ê Hîndî li Geverê hat dîtin
11:41 Girtiyê nexweş Yilmaz: Dibe ku ev hevdîtina me ya dawî be
10:58 MED TUHAD-FED: Girtî rastî zext û tundiyê tên
10:31 Her kes li malê ye lê ew dîsa li derve ne
10:30 Qad piştî 130 salan dê yekem car vala be
09:59 Li Tirkiyê çima aborî serûbin dibe?
09:32 Gergerlîoglu: Mustafa li dijî bêedaletiyê canê xwe feda kir
09:24 MED TUHAD-FED: Em bibin dengê kesên di rojiya mirinê de
09:04 135 kesên ji Iraqê anîn li wargeha xwendekaran bi cih kirin
09:03 Divê hêviyên zarokan zindî bên girtin
09:02 ‘Êrîşa goristana dijminatiya çand û zimanê kurdî ye’
09:02 Onlu: Plana çokdanînê ya duyemîn tê sepandin
09:02 Bendavê rêya gundan girt
09:01 Ji ber şewbê îsotên wan jî xera bûne
09:01 Ji bo mişterî netirsin maske nedane karkeran
09:00 Defîneger Elo Dînoyê texrîb dikin
09:00 Heywanên xwe li kuçeyan diçêrîne
09:00 ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2020'AN
24/04/2020
22:16 Îdianameya der barê 6 rojnamevanan de hat amadekirin
21:04 Dayika Aştiyê Fehîme Tûran jiyana xwe ji dest da
19:37 Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 2 hezar û 600
17:16 Platforma Ked û Demokrasiyê: Dawî li siyaseta mirinê bînin
17:00 Cenazeyê Koçak gihîşt Mala Cemê ya Gaziyê
17:00 DTO: Divê xebatkarên tenduristiyê neçarî tercîhkirinê neyin kirin
16:43 Agahiya we ji girtiyên bi şika şewba Covid-19 heye?
16:05 Qedexeya ji bo firinan feqîran mexdûr kir
15:54 Sedema mirina Dr. Şahîn pirsî
15:36 ‘Bi heqîqet û edaletê re rû bi rû bibin'
15:05 'Em bi şerma Qirkirina Ermenan re rûbirû dibin’
15:04 ÎÎSŞP: Divê 1’ê Gulanê bi “qedexeyê” neyê bîranîn
15:04 Ronî: Ji ber em li dora we nebûn xelek em fedikar û şermezar in
14:45 Parazvanên mafên mirovan bang kirin
14:30 Turkdogan: Îqtîdara ku mafya berdan daxwaza ciwanekî pêk neanîn
13:48 Jinên ku karkerê malan e: Ewlehiya canê me tuneye, karê me li benda rehma Xwedê ye
13:40 HDP: Siyaseta îqtîdarê ya kujer Mustafa kuşt
13:35 Koordînasyona Qeyranê ya Herêmê ya Covît-19: Em bibin dengên girtîgehan
13:16 'Sedsalek derbas bû, bila rojek din derbas nebe’
13:08 Qereqolê ji malbatan xwest tîpên X, W, Q ji kêlêkan gorên zarokên xwe bibin
13:07 Jiyaneke xwezayî ya bi sewalan re
13:05 Romana nû ya nivîskar Metîn Aktaş derket
12:52 ÎHD: Yên guhê xwe ji daxwazên bi mafdar re girtin berpirsiyarin
12:33 Paylan: Edaleta ermen li bendê ne li Meclîsê dikare were temînkirin
12:09 Gotinên dawîn ên Mustafa Koçak
11:46 Serwisa karkeran qeza kir: Karkerek mir û 15 birindar bûn
11:23 Cenazeyê Koçak ber bi Stenbolê vê derxistin rê
11:12 ‘Bi mirina Mûstafa dengê edaletê fetisî’
10:55 KCD: Em hevîdarin meha Remezanê bi bereket û tenduristî derbas bibe
10:32 Cenazeyê Koçak dê li Stenbolê were veşartin
10:17 Vîrûs dîplomeyan ji hev cihê nake
10:13 Aborînas Tunç: Tirkiye dê ji sedî 8 tengav bibe
09:07 ‘Ji bo rojnamegerên girtî em binivîsin'
09:05 ‘Rojê carekê xwarinê didin girtiyan'
09:05 Herî zêde jin û xebatkarên rojkî ji pandemînê bi bandor dibin
09:04 523 rojin doza mafê xwe dikin
09:04 Nobeta Av û Jiyanê: Heya ew neçin em ê li vira bin
09:04 Ji bo kujerên jinan 'efûyeke sergirtî'
09:03 Tûrgût: Polîtîkaya PDK'ê rûreşiyeke mezin e
09:02 'Dev ji maskê berdinî nan jî bi dest me nakeve'
09:02 'Alîkariyên şaredariyan bi hîsteriya tolgirtinê tên astengkirin'
09:02 Berjwendiyên patronan di ser her tiştî re ne
09:01 Daxwaza wî tenê ew e bi qirkirinê re hevrûbûn e
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2020'AN
07:52 Koçak ê 297 rojin di rojiya mirinê de bû jiyana xwe ji dest da
23/04/2020
20:31 Li Tirkiyeyê hejmara kesên bi şewba Covîd-19'ê ketine 101 hezar derbas kirin
16:59 Sancar: Ger hûn yekîtiyê dixwazin divê hûn muzakereyê qebûl bikin
16:19 Bavê Resûl Ozdemîr ê radestî Tirkiyê hat kirin axivî
16:06 Polîsan şahiya moral a hunermandan asteng kir
15:31 Dayîkên Başûr: Rê li pê şerê birakujiyê bigirin
15:10 Nexweşxaneyên taybet ku kar nakin berê xwe dan kedkarên tenduristiyê
14:41 Ji ÎHD’ê bang. Komkujiya Ermeniyan nas bikin û tazmînatê bide
14:27 Qeyûmê Amedê alên tirk bi kargehên girtî ve daliqand
13:42 Parlamenterên HDP’ê: Dixwazin Rojavayê Kurdistanê ji kurdan xalî bikin
13:36 Pirsa 3 hezar û 474 kedkarên tenduristiyê ku bi vîrûsê ketine ji wezîr kir
13:32 Masiyê Gola Wane di talûkeyê de ne
13:06 Rojnamegerên Kurdistanî: Nakokiyan demildest ji holê rakin
12:15 Ji bo zarokan daxwaza “parastina bi bandor”