'Dev ji maskê berdinî nan jî bi dest me nakeve'

  • rojane
  • 09:02 24 Nîsan 2020
  • |
img
ENQERE - Penaber Nadir Racî, her roj diçe navenda diyalîzê, lê belê du hefteye bi heman maskeyê diçe û tê. Malbata Racî, got: "Dev ji maskeyê berdin nan jî bi dest me nakeve." 
 
Penaberên netomarkirî nikarin maskeyên ku dewlet belav dike bi dest bixin, lê belê penaberên tomarkirî jî li ser e-devletê ji bo maskeyê serî lê didin lê belê dîsa jî bu dest wan nakeve. Malbata Racî ku li navçeya Keçîoren a Enqereyê dijî, çendî ku nasnameya wan a demborî heye jî, nikarin sûdê ji alîkariyên tên dayîn û maskeyên tên belaavkirin bigirin. 
 
Nadir Racî (51), 3 sal berê tevî malbata xwe ji bajarê Helebê berê xwe daye Tirkiyeyê. Nexweşîna gurçikan pê re ye, nexweşîna wî nexweşîneke kronîk e. Ji ber vê nexweşîna xwe Racî her roj diçe navenda diyalîzê. Lê belê du hefteya Racî bi heman maskeyê diçe navenda diyalîzê û tê. Racî, got: "Diviya min her roj maskeyek bi kar bianiyana. Li tu derê nayên firotin. Ditirsim, dema diçim nexweşxaneyê û têm bi şewbê bikevim û ji ber min malbata min jî pê bikeve." 
 
‘XWARIN BI DEST ME NAKEVE' 
 
Racî, bal kişand ser rewşa xwe ya aborî jî û got: "Dev ji maskeyê berdin, ji ber ku betal im nan nan û xwarin jî bi dest me nakeve. Tenê em diçin ji marketên sûriyeyan bi deyn tiştan tînin. Meha Remezanê hat. Duh dîsa çûm min bi deyn hin tişt kirîn. Lê ji ber ku deynê me pir bûye dibe careke din nede me. Kurê min li Ûlûsê di dikaneke ku çenteyên jinan çêdikir de dişixulî. Lê ji ber şewbê niha betal e. Em 5 kes in. Kurê min ê biçûk ji ber kar dev ji dibistanê berda, lê niha ew jî betal e. Em mehê 500 lîre heqê kirê didin. Du meh in me heqê kirêya xwe nedaye. Wisa xuyaye di nêz de wê me ji xanî jî derxin." 
 
9 MEH IN HEQÊ KIRÊYA XWE NEDANE 
 
Bûka wî Dîlan Resûl (25) ku bi kurê wî Muhamed Racî re zewicandiye, tevî malbata xwe di xaniyekî bi kirê de ye. Resûl, anî ziman ku du meh berê nasnameyeke demborî girtiye. Resûl ku tevî malbata xwe ji Qamişloyê koç kiriye got: "Ji bo maske û alîkariyan tu der nema me serî lê neda. Lê tiştek bi dest me neket. 9 meh in me heqê kirê nedaye. Heger wiha dewam bike wê xwediyê xanî me ji xanî derxe. Êdî dikanên sûriyeyan jî bi deyyn nadin me. 2 zarokên min hene û niha ducanî me. Êdî em nikarin potikên zarokan, xwarina wan bikirin. Rewşa me qet nebaş e. Sarinca min jî hew dişixule." 
 
NE JI CÎRANA BÛNA...
 
Resûl, diyar kir ku dewlet alîkariya wan nake, lê belê cînarên wan alîkariya wan dikin û got: "Gelek kesên wek me hene. Dibe em ne welatiyê vî welatî bin, lê em mirov in. Heke ne ji cînarên me bûna belkî em niha ne sax bûna jî." 
 
Mûhamed Racî jî got: "Niha betal im. Ji ber şewbê kar bi dest min nakeve. Nikarim heqê kirê û fatûreyên xwe bidim. Ji bo maskeyê me serlêdan kir lê hê jî nedane me."
 
MA / Zemo Aggoz

Sernavên din

26/04/2020
09:03 Dîsa jin û zarok berdêla wê didin
09:01 Doza 5'ê Hezîranê: Bêyî ku delîl esas bên girtin biryar hatiye nivîsandin
09:01 Daxwaza karkeran heman daxwaz e: Di dema xebatê de em naxwazin bimirin
09:01 Pergala EBA'yê û pergala perwerdehiya asayî
09:00 ‘Bavê min ji ber coronayê mir, lê di raporê de gotin bêhnçikandin e'
09:00 Piştî mirov di mal de man, bêhna xwezayê derketiye
09:00 Li Edeneyê xebatkarekî xizmeta civakiyî enfekte bû
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2020'AN
25/04/2020
20:23 Li Tirkiyeyê 106 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
17:02 Mazlûm Ebdî: Wê di rojên pêş de encamên erênî aşkera bibin
16:47 Grup Yorum: Em dest bidin hef Îbrahim bidin jiyandin
16:14 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Jin bi kuştinê re rûbirû hatin hiştin
15:59 Ji bo girtiyên di bin gefa vîrûsa koronayê de bang kirin
15:49 Bûldan: AKP bi qasî şewbê jiyana civakî tehdît dike
14:59 Dadgehê 2 jê zarok 5 kesên êrîşa Zînî Wertê şermezar kirin girtin
14:45 Dayikên Şemiyê: Divê bi Qirikirina Ermenan re hevrûbûn çêbibe
14:35 ÎHD: Dibe ku sibe pir dereng bikeve
14:16 Mirovê 65 salî xwest destdirêjiya zaroka 6 salî bike
13:24 Li Heftenînê eskerekî jiyana xwe ji dest da
13:12 Xizmên windayan lêgerîna windayan di hefteya 585'an de berdewam kir
12:18 Qerantîna li du gundan bi dawî bû
12:17 Rejîma Îranê darvekirina girtiyên kurd didomîne
11:57 Nexweşê MS'ê nexweşê nivîna ye
11:56 Li 76 bajaran 23 hezar û 801 welatî li wargehan di karantînayê dene
11:43 Teyrê Masîxwar ê Hîndî li Geverê hat dîtin
11:41 Girtiyê nexweş Yilmaz: Dibe ku ev hevdîtina me ya dawî be
10:58 MED TUHAD-FED: Girtî rastî zext û tundiyê tên
10:31 Her kes li malê ye lê ew dîsa li derve ne
10:30 Qad piştî 130 salan dê yekem car vala be
09:59 Li Tirkiyê çima aborî serûbin dibe?
09:32 Gergerlîoglu: Mustafa li dijî bêedaletiyê canê xwe feda kir
09:24 MED TUHAD-FED: Em bibin dengê kesên di rojiya mirinê de
09:04 135 kesên ji Iraqê anîn li wargeha xwendekaran bi cih kirin
09:03 Divê hêviyên zarokan zindî bên girtin
09:02 ‘Êrîşa goristana dijminatiya çand û zimanê kurdî ye’
09:02 Onlu: Plana çokdanînê ya duyemîn tê sepandin
09:02 Bendavê rêya gundan girt
09:01 Ji ber şewbê îsotên wan jî xera bûne
09:01 Ji bo mişterî netirsin maske nedane karkeran
09:00 Defîneger Elo Dînoyê texrîb dikin
09:00 Heywanên xwe li kuçeyan diçêrîne
09:00 ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2020'AN
24/04/2020
22:16 Îdianameya der barê 6 rojnamevanan de hat amadekirin
21:04 Dayika Aştiyê Fehîme Tûran jiyana xwe ji dest da
19:37 Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 2 hezar û 600
17:16 Platforma Ked û Demokrasiyê: Dawî li siyaseta mirinê bînin
17:00 Cenazeyê Koçak gihîşt Mala Cemê ya Gaziyê
17:00 DTO: Divê xebatkarên tenduristiyê neçarî tercîhkirinê neyin kirin
16:43 Agahiya we ji girtiyên bi şika şewba Covid-19 heye?
16:05 Qedexeya ji bo firinan feqîran mexdûr kir
15:54 Sedema mirina Dr. Şahîn pirsî
15:36 ‘Bi heqîqet û edaletê re rû bi rû bibin'
15:05 'Em bi şerma Qirkirina Ermenan re rûbirû dibin’
15:04 ÎÎSŞP: Divê 1’ê Gulanê bi “qedexeyê” neyê bîranîn
15:04 Ronî: Ji ber em li dora we nebûn xelek em fedikar û şermezar in
14:45 Parazvanên mafên mirovan bang kirin
14:30 Turkdogan: Îqtîdara ku mafya berdan daxwaza ciwanekî pêk neanîn
13:48 Jinên ku karkerê malan e: Ewlehiya canê me tuneye, karê me li benda rehma Xwedê ye
13:40 HDP: Siyaseta îqtîdarê ya kujer Mustafa kuşt
13:35 Koordînasyona Qeyranê ya Herêmê ya Covît-19: Em bibin dengên girtîgehan
13:16 'Sedsalek derbas bû, bila rojek din derbas nebe’
13:08 Qereqolê ji malbatan xwest tîpên X, W, Q ji kêlêkan gorên zarokên xwe bibin
13:07 Jiyaneke xwezayî ya bi sewalan re
13:05 Romana nû ya nivîskar Metîn Aktaş derket
12:52 ÎHD: Yên guhê xwe ji daxwazên bi mafdar re girtin berpirsiyarin
12:33 Paylan: Edaleta ermen li bendê ne li Meclîsê dikare were temînkirin
12:09 Gotinên dawîn ên Mustafa Koçak
11:46 Serwisa karkeran qeza kir: Karkerek mir û 15 birindar bûn
11:23 Cenazeyê Koçak ber bi Stenbolê vê derxistin rê
11:12 ‘Bi mirina Mûstafa dengê edaletê fetisî’
10:55 KCD: Em hevîdarin meha Remezanê bi bereket û tenduristî derbas bibe
10:32 Cenazeyê Koçak dê li Stenbolê were veşartin
10:17 Vîrûs dîplomeyan ji hev cihê nake
10:13 Aborînas Tunç: Tirkiye dê ji sedî 8 tengav bibe
09:07 ‘Ji bo rojnamegerên girtî em binivîsin'
09:05 ‘Rojê carekê xwarinê didin girtiyan'
09:05 Herî zêde jin û xebatkarên rojkî ji pandemînê bi bandor dibin
09:04 523 rojin doza mafê xwe dikin
09:04 Nobeta Av û Jiyanê: Heya ew neçin em ê li vira bin
09:04 Ji bo kujerên jinan 'efûyeke sergirtî'
09:03 Tûrgût: Polîtîkaya PDK'ê rûreşiyeke mezin e
09:02 'Dev ji maskê berdinî nan jî bi dest me nakeve'
09:02 'Alîkariyên şaredariyan bi hîsteriya tolgirtinê tên astengkirin'
09:02 Berjwendiyên patronan di ser her tiştî re ne
09:01 Daxwaza wî tenê ew e bi qirkirinê re hevrûbûn e
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2020'AN
07:52 Koçak ê 297 rojin di rojiya mirinê de bû jiyana xwe ji dest da
23/04/2020
20:31 Li Tirkiyeyê hejmara kesên bi şewba Covîd-19'ê ketine 101 hezar derbas kirin
16:59 Sancar: Ger hûn yekîtiyê dixwazin divê hûn muzakereyê qebûl bikin
16:19 Bavê Resûl Ozdemîr ê radestî Tirkiyê hat kirin axivî
16:06 Polîsan şahiya moral a hunermandan asteng kir
15:31 Dayîkên Başûr: Rê li pê şerê birakujiyê bigirin
15:10 Nexweşxaneyên taybet ku kar nakin berê xwe dan kedkarên tenduristiyê
14:41 Ji ÎHD’ê bang. Komkujiya Ermeniyan nas bikin û tazmînatê bide
14:27 Qeyûmê Amedê alên tirk bi kargehên girtî ve daliqand
13:42 Parlamenterên HDP’ê: Dixwazin Rojavayê Kurdistanê ji kurdan xalî bikin
13:36 Pirsa 3 hezar û 474 kedkarên tenduristiyê ku bi vîrûsê ketine ji wezîr kir
13:32 Masiyê Gola Wane di talûkeyê de ne
13:06 Rojnamegerên Kurdistanî: Nakokiyan demildest ji holê rakin
12:15 Ji bo zarokan daxwaza “parastina bi bandor”