Li Dersimê kampanyaya 'bila ocaxa keviran bê girtin'

img
DERSIM - Yek ji birêvebirên kampanyaya îmzeyê ya ji bo girtina ocaxa keviran a li Parka Orenonu ya Dersimê Denîz Bîlgîn, xwest kes nebe şirîkê rûxandina xwezayê û got: "Şerm e, gune ye, zilm e, cinayet e." 
 
Ocaxa keviran a li Parka Orenonu ya Dersimê ku nêzî 15 sal in heye, hema bêje gundê Milliyê veguherandiye erdeke bejî. Her wiha ji ber ku gora Helbestvan Silo Qiz û Mezela Dewrêş û ziyareta Vile Jêlê jî li vê deverê ye, zêdetir bertekên li dijî wê zêdetir bûne. 
 
Berê jî li dijî vê ocaxa keviran a Erdal Guntaş di gelek platforman de têkoşîn çêbûn, lê belê ne şaredarî ne parlementerên bajêr û ne jî saziyên li bajêr pir guh nedan vê yekê û piştgirî nedan. Her wiha muteahîd Guntaş di Kanûna 2015'an de daxuyanî dabû ku ew ê ocaxa keviran bigire, lê belê 5 sal derbas bûne hê jî nehatiye girtin. 
 
Şêniyên gundê Miliyê ji bo ocax bê girtin careke din ketin nav hewldanan û kampanyaya îmzeyê dan destpêkirin. 
 
BI PEREYAN HER KESÎ TEPISANDIYE
 
Yek ji birêvebirên kampanyayê Denîz Bîlgîn, anî ziman ku saziyên dewletê destûr dane ku ocaxa keviran bê vekirin û paşê jî şaredariyê ji bo çêkirina betonê destûr daye. Bîlgîn, destnîşan kir ku ji ber têkiliya xwediyê ocaxê ya bi hunermedn, saziyên dewletê û nûnerên partiyên siyasî re xebitandina ocaxê didomîne. Bîlgîn, bilêv kir ku xwediyê ocaxê Erdal Guntaş 5 sal berê gotibû wê ocaxê bigire û got: "Lê niha ji bo ocaxa keviran negire hewl dide kampanyaya me pûç bike. Heger mirovê vê axê be, heger bi qasî serê derziyê jî bawerî û çanda vê axê pê re hebe, wê bi vî awayî vê axê xera neke. Ji ber ku em dixwazin gundê xwe, axa xwe biparêzin heqaret li me tên kirin. Guntaş, li ser medyaya civakî xwe digihîne mirovan û ji wan re dibêje bila peyamên me parve nekin. Ji wan re dibêje hûn mirovekî hedef nîşan didin. Xwediyê ocaxa keviran diyar e, ma em ji dewletê bixwazin bila wê bigire? Heya niha me çi gotibe, derî rêzgirê me tiştek negotiye. Lê tehamulkirin jî heya cihekî ye." 
 
Bîlgîn, anî ziman ku hesasiyeta li dijî xirabkirina xwezayê kêm e û got: "Halbûkî ji têkoşîneke ji bo parastina xwezaya xwe, gundê xwe, mal, av û darên xwe mafdar tu têkoşîn tuneye. Ew tunebin wê mirov çi bin! Aha vîrûsa coronayê jî nîşan da heger em û xwezayê biahengî tev ngerin, heger em heywanên wê bikujin, wê xirab bikin wê felaketên ji vê xirabtir bên serê me. Di bîr û baweriya Qizilbaşiyê, elewîtiyê de rêza ji bo xwezayê heye. Çimkî wekî canekî nêzî wê dibe. Nîmetên wê pîroz in. Keviran, daran maç dikin. Di wî kevirî de, di wê darê de, di wî çiyayî de tiştên ji pereyan biqîmetir, çanda me, baweriya me heye. Dê û bavê me ji me re nabêjin, 'keça min, kurê min tu elewî yî.' Em bawerî, çand, jiyanê ji çiyê, ji kevir û daran hînd ibin. Loma ji bo bîr, bawerî, çanda xwe divê em xwezayê biparêzin. Windakirina xwezayê, windakirina gelek tişta ye." 
 
Bîlgîn, ji bo kampanyaya îmzeyê ya ji bo girtina ocaxa keviran dane destpêkirin jî got, heya niha zêdetirî 100 îmze berhev kirine. Bîlgîn, destnîşan kir ku lê ji ber ku ev pirsgirêk bi salan e nehatiye çareserkirin mijarê li ser medyaya civakiyî parve dikin û got, kampanyayê li ser malbpera change.org jî dane destpêkirin. 
 
Bîlgîn, got: "Helbet mesele tenê ne meseleya îmzeyan e. Li wir gelek ziyaret û tirbên ewliyayan hene. Li gor baweriya me li cihên pîroz ne dar tên şikandin ne jî kevir. Ev ocaxa keviran li cem mekanê Dewrêşê Milîzî ye ku ew û Xizir destbirakên hev in. Ev ziyaret goristana gundê me ye, gora Silo Qiz jî li wir e. Berê kevirên ocaxê gindîrîn hatin kevirên gorên me şikandin. Êdî dar fêkiyan nagirin, li bîstanan tiştek şîn nayê. Li wir ziyareta Siltan Paysa, Kûres, Dewrêşê Dawid, Qelendera Bava hene. Ziyareta Qere Heyder û Duzgun Baba bira ne." 
 
‘ŞERM E, GUNE YE, ZILM E' 
 
Bîlgîn, bang li sazî û dezgehên elewiyan, mirovên bawermend kirin û got: "Em bang li xwezaparêzan, bang li kesên ehlê heqîqetê û partiyên siyasî dikin. Bila pêşî li ber rûxandina li vî gundî bigirin. Ev mesele tenê ne meseleya vî gundî ye. Ev pirsgirêk pirsgirêka hemû kesên li wir in. Divê kes nebe şirîkê rûxandina xwezayê. Wekî seyîdê me Seyîd Riza gotî, 'Şerm e, gune ye, zilm e, cinayet e.' Divê em xwezaya xwe, axa xwe nekin qurbana pereyan. Ên ehlê heqîqetê wê ne li cem sermayeyê, li cem xwezayê û xizanan bin. An jê wê nifşên wî em nalet bikin." 
 
MA / Ayşe Surme

Sernavên din

23/04/2020
14:27 Qeyûmê Amedê alên tirk bi kargehên girtî ve daliqand
13:42 Parlamenterên HDP’ê: Dixwazin Rojavayê Kurdistanê ji kurdan xalî bikin
13:36 Pirsa 3 hezar û 474 kedkarên tenduristiyê ku bi vîrûsê ketine ji wezîr kir
13:32 Masiyê Gola Wane di talûkeyê de ne
13:06 Rojnamegerên Kurdistanî: Nakokiyan demildest ji holê rakin
12:15 Ji bo zarokan daxwaza “parastina bi bandor”
12:14 Rojî hat, welatiyan dest bi deynan kir
11:44 Faîlên tên berdan jinan dikin nav fikaran
11:32 Qirkirina 105 sal berê dîsa dubare dibe
11:11 Fitch Ratings: Aboriya Tirkiye dê teng bibe
10:57 Rapora Girtîgehên Wanê: Mafê jiyanê ya girtiyan tê binpêkirin
10:21 Rober Koptaş: Qirikirina Ermeniyan sûcê damezrîner ê Tirkiyeyê ye
10:20 Meclis di sala 100’emîn de ye: Li wekîlê HDP’ê ceza hat birîn
09:48 Ji girtiyê qeyrana dil derbas kir xwestin ku bibe sîxur
09:04 Karaaslan: AKP sûcê qanûna bingehîn dike
09:03 Di rojên şewbê de wateya hestên zarokan
09:02 Maske û lepikên li kuçeyan tên avêtin vegir in
09:02 Pira Malabadê jî nesîb ji pandemiyê girt, niha tena û bêdeng e
09:02 Nerazîbûnên pêşmergeyên berê yên ji bo ambargoya li ser Mexmûrê
09:01 Qereyazi bi xetereya vîrûsê re rû bi rû hatiye hiştin
09:01 Li Dersimê kampanyaya 'bila ocaxa keviran bê girtin'
09:00 Êrîşên li ser Mexmûrê û ambargoya didome girêdayî hev in
09:00 Li Êlihê di rojên coronayê de jî zarok li kuçe û kolanan dixebitin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2020'AN
22/04/2020
21:17 Tifaqa Kurdistanê: Em li destkeftiyên xwe xwedî derkevin
20:15 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dan bû 2 hezar û 376
16:28 Malbat û parêzeran xwestin biçin Îmraliyê
16:28 Ji bo pira yekitiyê bang kir
16:16 Ser û binê rêza li ber PTT'ê tuneye!
16:12 CHP ji bo betalkirina guhertina înfazê serî li AYM’ê da
16:00 Banka Navendî faîzê daxist
15:54 ‘Wezareta Tenduristiyê cudakariyê dike’
15:07 ‘Em di 1’ê Gulanê de daxwazên xwe qîr bikin’
14:29 Rêxistinên kedê bernameya 1'ê Gulanê aşkere kirin
14:11 Jina tundî lê hat kirin li pansiyonê dorpêçkirî ma
14:11 Bi 151 wesayîtan mirov birin Girê Spî
13:43 Qerantîna li gundê Endewl û Heramiyê dirêj kirin
13:42 Li cîhanê Covid-19: Dibe ku korona xelayê bîne
12:52 HDP: Kevneşopiya çapemeniya Kurd dîroka rêwîtiyek bi rûmet e
12:31 MED TUHAD-FED: Pêdivîya sereke ya gelê me Yekîtiya Neteweyî ye
12:26 Hîndekara ODTU’yê li Fînlandiyayê asê ma
12:22 TTB: 24 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan
12:09 Ûca: Çima agahî nadin parêzerên Ocalan?
11:49 MKGP'ê Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir
11:36 Li Hênê kesek hat girtin
11:12 Rojnameger Turfent ji girtîgehê name şand Roja Rojnamegeriya Kurd pîroz kir
10:51 DFG: Rojnamegeriya Kurd Israra Heqîqetê ye
10:25 Bi 64 girtiyan re vîrûsa corona hat dîtin
10:25 Sarisaç xwest zextên li ser çapemeniya kurd bên lêkolînkirin
10:19 Astengî bi malbatên xwişk û bira tên derbaskirin
10:15 Bîlgen: Kesên ji wan tirê em ê paş ve gav bavêjin, ji xwe re xeyalan çêdikin
10:07 Bendava Ilisûyê bihuşta herêmê veguherand dojehê
09:42 KCD: Rojnamegeriya Kurdî bêhndana Kurdistanê ye
09:30 Rojnameger Kaya: Plan berfireh e divê Kurd bibin yek
09:29 Turîzm sekinî krîz jî kûrtir bû
09:28 Ji malbata ku 4 kes jê hatin girtin du nexweşên wan di nav cihan de man
09:27 Gelo wê erzanbûna fiyetên petrolê bandoreke çawa li civakê bike?
09:26 Hem esnafên bazarê hem jî kirîgerên wê ji rewşa heyî nerazîne
09:26 Yek ji bivê nevêya ser sifreyan: Gihayê Zûzaxê
09:25 Gelo rêbazên lêpirsînên qedexe dîsa tên?
09:24 Tirkiye li ber felaketekê ye
09:23 Mêrsînî: Em bi tevdîrine hişk û cidî dikarin ji vîrûsê xelas bibin
09:07 Qanûna înfazê ya nû perçeyek 'Plana Rûxandinê' ye
09:06 Dîmena Geliyê Botanê mirov heyr û hejmekar dihêle
09:05 ‘Di kevneşopiya me de mafê biratiyê heye’
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2020'AN
21/04/2020
19:28 Li Tirkiyeyê 119 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
18:25 Ji heman malbatê 3 kes hatin girtin, 2 nexweşên di nav ciyan de bi tenê man
16:59 Malbatên li ber HDP’ê tên sekinandin êrişî jinekê kirin
16:44 Li Amedê kesek ji alyê leşkerên sivîl ve hat binçavkirin
16:23 TJA'yê ji bo Mexmûrê bangî NY'ê kir
15:42 Çerkezoglû: Dawî li cudakariya navbera kedkaran bînin
15:34 Girtiyê nexweşê giran Kaya dîsa şandin girtîgehê
15:26 Li şûna pirsgirêkan vebêjin, spasiya qeyûm kirin
15:07 Li Wanê wesayîtek leşkerî qulipî
14:54 Li Sêrtê erdhej çêbû
14:51 HDP: Ayhan Eren pişta xwe daye gel divê îstifa bike
14:42 HDP'îyên pakêtên piştevaniyê belav dikirin hatin binçavkirin
14:29 ÎHD: Li girtîgehan şertê jiyana mirovane tune ye
14:29 Parlamenterên jin ji jinên Kurdistana Federe re name şandin
14:14 Li taxa di bin qarantînayê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:58 Gulum: Divê Meclîs ji bo girtîgehan bi lezgînî bicive
13:41 Li Şirnexê teqînek mezin rû da
13:17 NYT: Tirkiye hêjmara miriyan vedişêrin
13:17 Daxwaza karantînayê ji bo girtiyên tên berdan kir
13:08 Li Stenbolê 2 li Bedlisê jî 6 tax weke “qada bi rîsq” hatin ragihandin
13:02 ‘Bila dest ji Bernameya Veguherandina Tenduristiyê were berdan’
12:46 Ji bo zaroka 1.5 salî hucreya kok pêwîst e
12:24 Li Westanê dema guldexwînan e
12:24 Girtiyê jimartina li ser piya red kir hat derpkirin
12:09 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê raporek ji CPT re şand
12:02 ‘Wezîfedarên girtîgehê dê vîrûsê veguhezînin girtîgehan’
12:02 Avba: Dixwazin plana par a li Xinêre-Xakurkê îsal li Zînî Wertê pêk bînin
11:07 Girtiyê nexweş: Gardiyan bê maske digerin
10:59 Ji ber axaftinên 8 sal berê dozek nû li Demîrtaş hat vekirin
10:45 Ciwanên Wanî êrîşa Zinî Wertê şermezar kirin
10:41 PENa Kurd: Bi hişyarî û hişmendiya netewî tevbigerin
10:35 Parêzerên di rojiya mirinê de gelek kîlo didin
10:34 Ji HAKÎM'an banga venêrtina mafên sewalan
10:14 TTB'ê: Tirkiye miriyan di panela elektronîk a cîhanê de qeyd nake