NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daxuyand ku li Tirkiyeyê ji ber vîrûsa coronayê 117 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û heya niha hejmara kesên ji ber vîrûsê mirine bûye 2 hezar û 376.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, piştî Civîna Desteya Zanistê daneyên dawî yên der barê şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) parve kirin.
Koca, daxuyand ku di 24 saetên dawî de 117 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û di 3 hezar û 83 kesan de jî vîrûs hatiye tespîtkirin.
Li Tirkiyeyê heya niha hejmara kesên ji ber vîrûsa coronayê jiyana xwe ji dest dane bûye 2 hezar û 396 û di 98 hezar û 674 kesî de jî vîrûs hatiye tespîtkirin.