MÊRDÎN - Qerentînaya li Gundê Endewl û Heramiyê yên Navçeya Dêrikê hefeyek din dirêj kirin.
Ji ber vîrûsa corona gundên Heramîye û Endewlê yên navçeya Dêrika Mêrdînê di 8'ê Nîsanê de xistibûn qerantînayê. Qerandîna gundan ku diviya bû îro bi dawî bibe, hefteyek din jî dirêj kirin. Eskerên ku di ketin û derketina gundan de nokteyên kontrolê ava kirine destûr nadin ku kes ji derve biçe gund û ji gund derkevin derve. Li Gundan heta niha 15 kes bi şika şewb bi wan re heye di bin qarantînayê de têne girtin.
Li Gund û mezrika ku nifûsa wî 3 hezar û 200 kes in, piştî şewb belav bû 200 karker ji Stenbolê vegeriya bûn gund. Piştî vegerê Bave 2 zarokan Nurettin Çinar bi şewba vîrûsê jiyana xwe ji dest dabû. Piştre gund xistibûn qarantînayê.
8 CIHÊNDIN DI QERENTÎNAYÊ DE NE
Heta nhia gundê Tibyad ê Qoserê, gundê Qesra Ehmed, Gundê Qurdîsê û Gundê Bernîşt yên Artuklu, Gundê Endewl û Heramiyê yên Dêrikê, Gundê Deramatine yê Şemrexê û Gundê Barman yê Stewrê di qerantînaye de ne.