AMED – Li gundê Kaledîbî ya navçeya Hêzê, di serdegirtina malekê de welatiyê binavê R.Y. hat binçavkirin û girtin.
Li gundê Kaledîbî ya navçeya Hênê ya Amedê, leşkeran bi ser malekê de girtin û welatiyê bi navê R.Y. binçav kirin. R.Y. piştî lêpirsîna li qereqolê sewqî edliyê hat kirin. Dozger îfadeya R.Y. girt û bi daxwaza girtinê şand dadgehê. Dadgehê, bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê”, “Propagandeya rêxistinê kirin” û “Zirar dayîna malê çemawerî” R.Y. girt û şand girtîgehê.