DFG: Rojnamegeriya Kurd Israra Heqîqetê ye

  • rojane
  • 10:51 22 Nîsan 2020
  • |
img

AMED - Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Fiartê, bi minasebeta 22'ê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurd daxuyanî da û got: "Şopdarên heqîqetê carna di nav çar dîwaran de pênûsa xwe bi kar anîn,  carna jî bi berdêla canê xwe heqîqeqet ragihandin. Wêrektî, biryardarî û israra heqîqetê ya ku divê bêhtir mezin bûya bi saya wan navên dildarên çapemeniya azad watedare. Tu caran têkoşîna ragihandina heqîqetê bi dawî nebû û ew kelecana roja destpêkê îro jî berdewam dike."  

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Fiartê, bi minasebeta 22'ê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurd daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku îro 22’yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurd e û wiha got: "Lêgerîna heqîqetê ya ku 122 sal berê hîmê wê ji hêla Mikdad Midhat Bedirxan ve bi rojnameya Kurdistan hat avêtin, pêl bi pêl mezin bû. Kovara Hawar gelek weşanên din ê serdema borî hatin çapkirin ji bo Kurdan bûne banga serkeftinê. Her çiqas ev serpêhatiya rojnamegeriya Kurd li sirgûnê be jî, ji bo ragihandina heqîqetê bûne sembol li cihanê." 
 
'KURDISTAN DESTPÊKA HIŞYARBÛNA NETEWEYIYA kURD E' 
 
DFG'ê anî ziman ku bêguman rojanamegerî li her erdnîgariyê wek pîşeyeke herî dijwar tê pênasekirin û wiha cih da daxuyaniyê: "Mirov dikare bêje ku îro li her deverên cîhanê yek ji pîşe û kesên ku herî zêde rastî pêkutiyan tên rojnamegerî û rojnamevanin. Bê gûman ger mijar rojnamegeriya Kurd be ev yek zêdetir derdikeve pêşberî mirov. Serboriya rojnamegeriya Kurd vê yekê baştir ji me re vedibêje. Rojnamegeriya Kurdî cara yekem di 22’yê Nîsana 1898’an de li Qahîreyê bi rojnameya Kurdistanê, bi tîpên Erebî derket ser dika dîrokê. Bi îfadeyeke din derketina rojnamegeriya Kurdî, destpêka qonaxa hişyarbûn û têkoşîna nasnameya netewî ya gelê Kurd e. Bi derketina rojnameyên Kurdî re bîr û bawerî, zanîn û çanda rewşenbîrî ya nûjen a li ser bingeha neteweyî destpê kir. Di pêvajoya 122 salan de rojnamegeriya Kurd di her kêliyên jiyana xwe de rastî zext û pêkutiyên cur be cur hat. Sedema vê ya herî bingehîn jî israsra ragihandina heqîqetê bû. Li hemberî dagirkeriya li ser nasname, çand û zimanê Kurd bêdengiya dev, çav û guhan bi têkoşîna rojnamegeriya Kurd perçe bû." 
 
'LI DIJÎ BEROVAJÎKIRINÊ RASTÎ RONÎ KIR' 
 
DFG'ê, bal kişand ser rola çapemeniya Kurd û wiha li daxuyaniyê zêde kir: "Di vê rêwitiya zehmet û dirêj de em dikarin behsa demên gelek girîng bikin. Piştî ku doza Kurdayetî li Rojhilata Navîn xûrt bû di warê çapameniyê de jî ji bo rojnamegeriya Kurd pêvajoyake nû destpêkir. Bi vê serdemê ve rojnamegeriya Kurd, li hemberî hewldanên berovajîkirina dîrok û rastiya gelê Kurd bi keda ku meşand di têkoşîna azadiya gelê Kurd de wek amûreke girîng roleke mezin lîst. Ji ber ku heya wan deman zilma ku li ser Kurdan dihat meşandin di qada navnetewî de an nedihat dîtin, an jî dihat berovajîkirin. Lê ev valahiya mezin êdî hêdî hêdî bi rojamageriya Kurd re dihat tijekirin." 
 
'SALÊN 1990'Î BÛ PÊVAJOYEK NÛ' 
 
DFG'ê bal kişand ser pêvajoya salên 1990'an û pîştî wê û rewşa rojnamegeriya Kurd û wiha pêde çû: "Em dikarin bêjin ku bi despêka salên 1990’î de ji bo rojnamegeriya Kurd pêvajoyeke nû destpêkir. Bi pêşengtiya Musa Anter û Gurbetelî Ersozsan bi rojname û kovarên ku hatin derxistin rojnamegeriya bi zimanê Kurdî û Tirkî pêl bi pêl geş bû. Ev yek jî bingeha kevneşopiya çapemeniya azad a ku wek ruhê rojnamgeriya Kurd tê dîtin ava kir. Rojnameya Ozgur Gundem a ku bi Tirkî çap dibû û rojnameya Azadiya Welat hîmê bingeha vê pêvajoyê bûn. Helbet di serkeftina rojnamegeriya Kurd de divê mirov şehîdê çapemeniyê bi rêzdarî bibîr bîne. Ji bo ragihandina heqîqetê bi dehan rojnamegerên Kurd canê xwe feda kirin. Apê Mûsa, Gûrbetellî Ersoz, Cengîz Altûn, Hüseyin Deniz, Hafiz Akdemîr û bi dehan rêhevalên wan ji bo çapemeniya azad bûne pêşengê rastiya rojnamegeriya Kurd.
 
'ROJNAMEGERIYA KURD SÎNOR DERBAS KIRIN' 
 
DFG'ê' li ser pêşketin û belavbûna rojnamegeriya Kurd jî rawestiya û got: "Di sala 95’an rojnamegeriya Kurd bi pêngaveke nû dengê xwe ji sînoran derbaskir. Gelê cihanê û civaka Kurd di malên xwe de bi Televîzyona Med TV, ji rastiyan agâhdar dibû.Ev demên ku me binê wan xêz kirin, ji bo Rojnamegeriya Kurd serkeftinên dîrokî bûn. Li gel ewqas pêkutiyan 122 sal bê navber têkoşîn meşiya. Lê belê wekî her serkeftinan berdêla van serkeftinan jî çêbûn. Bi rêwitiya ku bi rojanameya Kurdistanê destpêkir de gelek berdêlên mezin hatin dayîn. Bi dehan kovar, rojname û radyo rastî girtin û qedexeya hatin."  
 
DFG'ê herî dawî li ser têkoşîn û rêwitiya rojnamegerên Kurd jî rawastiya û wiha bi dawî kir: "Lê berdêl ne ev tenê bûn. Berdêlên herî mezin dildarên rojnamegeriya Kurd dan. Şopdarên heqîqetê carna di nav çar dîwaran de pênûsa xwe bi kar anîn,  carna jî bi berdêla canê xwe heqîqeqet ragihandin. Wêrektî, biryardarî û israra heqîqetê ya ku divê bêhtir mezin bûya bi saya wan navên dildarên çapemeniya azad watedare. Bi saya wan û şopînerên wan tu caran têkoşîna ragihandina heqîqetê bi dawî nebû û ew kelecana roja destpêkê îro jî berdewam dike.  Em carekedin 22’yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurd pîroz dikin û ji bo hemû dildarên rastî û heqîqatê serkeftinê dixwazin." 
 
 

Sernavên din

23/04/2020
14:27 Qeyûmê Amedê alên tirk bi kargehên girtî ve daliqand
13:42 Parlamenterên HDP’ê: Dixwazin Rojavayê Kurdistanê ji kurdan xalî bikin
13:36 Pirsa 3 hezar û 474 kedkarên tenduristiyê ku bi vîrûsê ketine ji wezîr kir
13:32 Masiyê Gola Wane di talûkeyê de ne
13:06 Rojnamegerên Kurdistanî: Nakokiyan demildest ji holê rakin
12:15 Ji bo zarokan daxwaza “parastina bi bandor”
12:14 Rojî hat, welatiyan dest bi deynan kir
11:44 Faîlên tên berdan jinan dikin nav fikaran
11:32 Qirkirina 105 sal berê dîsa dubare dibe
11:11 Fitch Ratings: Aboriya Tirkiye dê teng bibe
10:57 Rapora Girtîgehên Wanê: Mafê jiyanê ya girtiyan tê binpêkirin
10:21 Rober Koptaş: Qirikirina Ermeniyan sûcê damezrîner ê Tirkiyeyê ye
10:20 Meclis di sala 100’emîn de ye: Li wekîlê HDP’ê ceza hat birîn
09:48 Ji girtiyê qeyrana dil derbas kir xwestin ku bibe sîxur
09:04 Karaaslan: AKP sûcê qanûna bingehîn dike
09:03 Di rojên şewbê de wateya hestên zarokan
09:02 Maske û lepikên li kuçeyan tên avêtin vegir in
09:02 Pira Malabadê jî nesîb ji pandemiyê girt, niha tena û bêdeng e
09:02 Nerazîbûnên pêşmergeyên berê yên ji bo ambargoya li ser Mexmûrê
09:01 Qereyazi bi xetereya vîrûsê re rû bi rû hatiye hiştin
09:01 Li Dersimê kampanyaya 'bila ocaxa keviran bê girtin'
09:00 Êrîşên li ser Mexmûrê û ambargoya didome girêdayî hev in
09:00 Li Êlihê di rojên coronayê de jî zarok li kuçe û kolanan dixebitin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2020'AN
22/04/2020
21:17 Tifaqa Kurdistanê: Em li destkeftiyên xwe xwedî derkevin
20:15 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dan bû 2 hezar û 376
16:28 Malbat û parêzeran xwestin biçin Îmraliyê
16:28 Ji bo pira yekitiyê bang kir
16:16 Ser û binê rêza li ber PTT'ê tuneye!
16:12 CHP ji bo betalkirina guhertina înfazê serî li AYM’ê da
16:00 Banka Navendî faîzê daxist
15:54 ‘Wezareta Tenduristiyê cudakariyê dike’
15:07 ‘Em di 1’ê Gulanê de daxwazên xwe qîr bikin’
14:29 Rêxistinên kedê bernameya 1'ê Gulanê aşkere kirin
14:11 Jina tundî lê hat kirin li pansiyonê dorpêçkirî ma
14:11 Bi 151 wesayîtan mirov birin Girê Spî
13:43 Qerantîna li gundê Endewl û Heramiyê dirêj kirin
13:42 Li cîhanê Covid-19: Dibe ku korona xelayê bîne
12:52 HDP: Kevneşopiya çapemeniya Kurd dîroka rêwîtiyek bi rûmet e
12:31 MED TUHAD-FED: Pêdivîya sereke ya gelê me Yekîtiya Neteweyî ye
12:26 Hîndekara ODTU’yê li Fînlandiyayê asê ma
12:22 TTB: 24 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan
12:09 Ûca: Çima agahî nadin parêzerên Ocalan?
11:49 MKGP'ê Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir
11:36 Li Hênê kesek hat girtin
11:12 Rojnameger Turfent ji girtîgehê name şand Roja Rojnamegeriya Kurd pîroz kir
10:51 DFG: Rojnamegeriya Kurd Israra Heqîqetê ye
10:25 Bi 64 girtiyan re vîrûsa corona hat dîtin
10:25 Sarisaç xwest zextên li ser çapemeniya kurd bên lêkolînkirin
10:19 Astengî bi malbatên xwişk û bira tên derbaskirin
10:15 Bîlgen: Kesên ji wan tirê em ê paş ve gav bavêjin, ji xwe re xeyalan çêdikin
10:07 Bendava Ilisûyê bihuşta herêmê veguherand dojehê
09:42 KCD: Rojnamegeriya Kurdî bêhndana Kurdistanê ye
09:30 Rojnameger Kaya: Plan berfireh e divê Kurd bibin yek
09:29 Turîzm sekinî krîz jî kûrtir bû
09:28 Ji malbata ku 4 kes jê hatin girtin du nexweşên wan di nav cihan de man
09:27 Gelo wê erzanbûna fiyetên petrolê bandoreke çawa li civakê bike?
09:26 Hem esnafên bazarê hem jî kirîgerên wê ji rewşa heyî nerazîne
09:26 Yek ji bivê nevêya ser sifreyan: Gihayê Zûzaxê
09:25 Gelo rêbazên lêpirsînên qedexe dîsa tên?
09:24 Tirkiye li ber felaketekê ye
09:23 Mêrsînî: Em bi tevdîrine hişk û cidî dikarin ji vîrûsê xelas bibin
09:07 Qanûna înfazê ya nû perçeyek 'Plana Rûxandinê' ye
09:06 Dîmena Geliyê Botanê mirov heyr û hejmekar dihêle
09:05 ‘Di kevneşopiya me de mafê biratiyê heye’
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2020'AN
21/04/2020
19:28 Li Tirkiyeyê 119 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
18:25 Ji heman malbatê 3 kes hatin girtin, 2 nexweşên di nav ciyan de bi tenê man
16:59 Malbatên li ber HDP’ê tên sekinandin êrişî jinekê kirin
16:44 Li Amedê kesek ji alyê leşkerên sivîl ve hat binçavkirin
16:23 TJA'yê ji bo Mexmûrê bangî NY'ê kir
15:42 Çerkezoglû: Dawî li cudakariya navbera kedkaran bînin
15:34 Girtiyê nexweşê giran Kaya dîsa şandin girtîgehê
15:26 Li şûna pirsgirêkan vebêjin, spasiya qeyûm kirin
15:07 Li Wanê wesayîtek leşkerî qulipî
14:54 Li Sêrtê erdhej çêbû
14:51 HDP: Ayhan Eren pişta xwe daye gel divê îstifa bike
14:42 HDP'îyên pakêtên piştevaniyê belav dikirin hatin binçavkirin
14:29 ÎHD: Li girtîgehan şertê jiyana mirovane tune ye
14:29 Parlamenterên jin ji jinên Kurdistana Federe re name şandin
14:14 Li taxa di bin qarantînayê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:58 Gulum: Divê Meclîs ji bo girtîgehan bi lezgînî bicive
13:41 Li Şirnexê teqînek mezin rû da
13:17 NYT: Tirkiye hêjmara miriyan vedişêrin
13:17 Daxwaza karantînayê ji bo girtiyên tên berdan kir
13:08 Li Stenbolê 2 li Bedlisê jî 6 tax weke “qada bi rîsq” hatin ragihandin
13:02 ‘Bila dest ji Bernameya Veguherandina Tenduristiyê were berdan’
12:46 Ji bo zaroka 1.5 salî hucreya kok pêwîst e
12:24 Li Westanê dema guldexwînan e
12:24 Girtiyê jimartina li ser piya red kir hat derpkirin
12:09 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê raporek ji CPT re şand
12:02 ‘Wezîfedarên girtîgehê dê vîrûsê veguhezînin girtîgehan’
12:02 Avba: Dixwazin plana par a li Xinêre-Xakurkê îsal li Zînî Wertê pêk bînin
11:07 Girtiyê nexweş: Gardiyan bê maske digerin
10:59 Ji ber axaftinên 8 sal berê dozek nû li Demîrtaş hat vekirin
10:45 Ciwanên Wanî êrîşa Zinî Wertê şermezar kirin
10:41 PENa Kurd: Bi hişyarî û hişmendiya netewî tevbigerin
10:35 Parêzerên di rojiya mirinê de gelek kîlo didin
10:34 Ji HAKÎM'an banga venêrtina mafên sewalan
10:14 TTB'ê: Tirkiye miriyan di panela elektronîk a cîhanê de qeyd nake