Gelo wê erzanbûna fiyetên petrolê bandoreke çawa li civakê bike?

  • rojane
  • 09:27 22 Nîsan 2020
  • |
img

ENQERE - Serokê Şîrketa Qulûba Enerjiyê û Çavkaniyên Kûrewî ya Londrayê Mehmet Ogutçu, anî ziman ku wê erzanbûna fiyetên petrolê bandoreke erênî li gel bike, lê belê wê hikûmet dahata pêvekî ya ji petrolê tê nede gel. 

Petrola West Texas Intermediate/WTI a DYA'yê, hema bêje sedsala 21'ê de cara ewil e ev qasî erzan bûye. Cara ewil ku ji sedî 40 erzan bûye û fiyetê warîla wê heya 10,87 dolarî erzan bûye. Serokê Şîrketa Qulûba Enerjiyê û Çavkaniyên Kûrewî ya Londrayê Mehmet Ogutçu, krîza di piyaseyên petrolê de pêk tê û encamên wê yên muhtemel ên li gor welatan nirxand. 
 
PETROLA DYA'YÊ RÛXIYA 
 
Ogutçu, anî ziman ku pêldariya di piyaseyên petrolê de û westadriya aboriya cîhanî û rageşiyên jeo-stratejîk beriya şewba Covîd-19'yê rû dabûn û got, ev yek bi şerê di navbera Rûsya û Erebîstana Siûdî de ku ji ber fiyet û para bazarê rû da ev yek kûrtir bûye. Ogutçu, diyar kir ku DYA'yê xwestiye di ser Erebîstana Siûdî re Rûsyayê derî para bazarê bihêle, lê belê pêngavên ku Serokê Rûsyayê Pûtîn avêtine ev yek pûç kiriye û got, paşê Rûsya û Erebîstana Siûdî hin peyman çêkirine, lê belê ew peyman jî bi kêrî piyaseyên petrolê nehatiye. 
 
Ogutçu, anî ziman ku ji ber şewbê wê pisgirêka daxwazê û kêmbûna fiyetan hinekî din jî bidome û got: "Tişta ku li vira derketiye holê; DYA xwestiye ji Rûsyayê petrolê bidize, lê bi saya lîstika kişikê ya aqilane ya Pûtîn petrola DYA'yê rûxiyey. Helbet ev rûxandin ne rûxandineke mayînde ye. Wê niha hilberîna petrolê bidin sekinandin, lê ev wisa gava kengî bixwazin wê wiha bibe nabe." 
 
Ogutçu, diyar kir ku li cîhanê hêdî hêdî dev ji petrolê tê berdan û bikaranîna sotemeniya fosîlî zêdetir dibe û got: "Tim ji min dipirsîn 'wê kengî dawiya petrolê bê?' Min wek pêvajoyeke bisancû ev pêvajo dinirxand û digot wê ev pêvajo nêzî 10 salan dewam bike. Lê belê ev şewb lez da rûxandina petrolê. Loma pêşeroja şîrketan hinekî di xetereyê de ye."
 
'WÊ JI BO TIRKIYEYÊ NEBE MELHEM'
 
Her wiha Ogutçu, bal kişand ser bandorên erzanbûna petrolê yên li ser Tirkiyeyê jî û got, ev yek ji bo welatên pêgirtiyê petrola derve ne tiştek baş e, lê belê ji ber ku li Tirkiyeyê baca ji sotemeniyê tê girtin zêde ye, wê tesîreke baş li welatiyan neke. Ogutçu, bilêv kir ku baca petrolê ji sedî 60 e û got: "Hûn bi 10 lîreyan petrolê dikirin, lê 6 lîreyê vî pereyî bac e. Heger dewlet bixwaze ma qey nikare vê erzanbûnê ji bo gel jî bike. Dikare bike. Lê belê nake. Du sedemên vê hene. Yek; ev erzanbûn ne erzanbûneke mayinde ye. Ya din; pêdiviya dewletê bi pereyan heye. Hele di serdemeke wiha de wê dahata pêvekî ya ji petrolê tê qet ji bo gel nedin der. Wê bavêjin bêrîka xwe."  
 
Ogutçu, destnîşan kir ku erzanbûna fiyetên petrolê ji bo Tirkiyeyê "pencereya firsendê" ye û got: "Dibe ku ji ber van fiyetên erzan maliyeta pîşesaziyê, maliyeta gihaniyê kêm bibe û hevsengiya tahsîlatan rihet bibe. Lê ji ber ku pirsgirêka eboriya Tirkiyeyê pirsgirêkeke ew qasî mezin e, wê ev rewş di petrolê de ji bo wê nebe melhem. Halbûkî ji bo gel bide der, wê ji bo candarbûna aboriya xaneyê bêtir pereyan xerc bike. Wê ev jî hêza pîşesaziya îmalatê zêdetir bike û wê karibe hîn baştir reqabetê bike. Lê ji ber dewletê vê yekê ji bo gel nake û em nizanin pereyan ji bo çi xerc dike, wisa xuyaye wê bi awayekî erênî bandorê li aboriyê neke." 
 
MA / Selman Guzelyuz
 

Sernavên din

23/04/2020
13:36 Pirsa 3 hezar û 474 kedkarên tenduristiyê ku bi vîrûsê ketine ji wezîr kir
13:32 Masiyê Gola Wane di talûkeyê de ne
13:06 Rojnamegerên Kurdistanî: Nakokiyan demildest ji holê rakin
12:15 Ji bo zarokan daxwaza “parastina bi bandor”
12:14 Rojî hat, welatiyan dest bi deynan kir
11:44 Faîlên tên berdan jinan dikin nav fikaran
11:32 Qirkirina 105 sal berê dîsa dubare dibe
11:11 Fitch Ratings: Aboriya Tirkiye dê teng bibe
10:57 Rapora Girtîgehên Wanê: Mafê jiyanê ya girtiyan tê binpêkirin
10:21 Rober Koptaş: Qirikirina Ermeniyan sûcê damezrîner ê Tirkiyeyê ye
10:20 Meclis di sala 100’emîn de ye: Li wekîlê HDP’ê ceza hat birîn
09:48 Ji girtiyê qeyrana dil derbas kir xwestin ku bibe sîxur
09:04 Karaaslan: AKP sûcê qanûna bingehîn dike
09:03 Di rojên şewbê de wateya hestên zarokan
09:02 Maske û lepikên li kuçeyan tên avêtin vegir in
09:02 Pira Malabadê jî nesîb ji pandemiyê girt, niha tena û bêdeng e
09:02 Nerazîbûnên pêşmergeyên berê yên ji bo ambargoya li ser Mexmûrê
09:01 Qereyazi bi xetereya vîrûsê re rû bi rû hatiye hiştin
09:01 Li Dersimê kampanyaya 'bila ocaxa keviran bê girtin'
09:00 Êrîşên li ser Mexmûrê û ambargoya didome girêdayî hev in
09:00 Li Êlihê di rojên coronayê de jî zarok li kuçe û kolanan dixebitin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2020'AN
22/04/2020
21:17 Tifaqa Kurdistanê: Em li destkeftiyên xwe xwedî derkevin
20:15 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dan bû 2 hezar û 376
16:28 Malbat û parêzeran xwestin biçin Îmraliyê
16:28 Ji bo pira yekitiyê bang kir
16:16 Ser û binê rêza li ber PTT'ê tuneye!
16:12 CHP ji bo betalkirina guhertina înfazê serî li AYM’ê da
16:00 Banka Navendî faîzê daxist
15:54 ‘Wezareta Tenduristiyê cudakariyê dike’
15:07 ‘Em di 1’ê Gulanê de daxwazên xwe qîr bikin’
14:29 Rêxistinên kedê bernameya 1'ê Gulanê aşkere kirin
14:11 Jina tundî lê hat kirin li pansiyonê dorpêçkirî ma
14:11 Bi 151 wesayîtan mirov birin Girê Spî
13:43 Qerantîna li gundê Endewl û Heramiyê dirêj kirin
13:42 Li cîhanê Covid-19: Dibe ku korona xelayê bîne
12:52 HDP: Kevneşopiya çapemeniya Kurd dîroka rêwîtiyek bi rûmet e
12:31 MED TUHAD-FED: Pêdivîya sereke ya gelê me Yekîtiya Neteweyî ye
12:26 Hîndekara ODTU’yê li Fînlandiyayê asê ma
12:22 TTB: 24 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan
12:09 Ûca: Çima agahî nadin parêzerên Ocalan?
11:49 MKGP'ê Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir
11:36 Li Hênê kesek hat girtin
11:12 Rojnameger Turfent ji girtîgehê name şand Roja Rojnamegeriya Kurd pîroz kir
10:51 DFG: Rojnamegeriya Kurd Israra Heqîqetê ye
10:25 Bi 64 girtiyan re vîrûsa corona hat dîtin
10:25 Sarisaç xwest zextên li ser çapemeniya kurd bên lêkolînkirin
10:19 Astengî bi malbatên xwişk û bira tên derbaskirin
10:15 Bîlgen: Kesên ji wan tirê em ê paş ve gav bavêjin, ji xwe re xeyalan çêdikin
10:07 Bendava Ilisûyê bihuşta herêmê veguherand dojehê
09:42 KCD: Rojnamegeriya Kurdî bêhndana Kurdistanê ye
09:30 Rojnameger Kaya: Plan berfireh e divê Kurd bibin yek
09:29 Turîzm sekinî krîz jî kûrtir bû
09:28 Ji malbata ku 4 kes jê hatin girtin du nexweşên wan di nav cihan de man
09:27 Gelo wê erzanbûna fiyetên petrolê bandoreke çawa li civakê bike?
09:26 Hem esnafên bazarê hem jî kirîgerên wê ji rewşa heyî nerazîne
09:26 Yek ji bivê nevêya ser sifreyan: Gihayê Zûzaxê
09:25 Gelo rêbazên lêpirsînên qedexe dîsa tên?
09:24 Tirkiye li ber felaketekê ye
09:23 Mêrsînî: Em bi tevdîrine hişk û cidî dikarin ji vîrûsê xelas bibin
09:07 Qanûna înfazê ya nû perçeyek 'Plana Rûxandinê' ye
09:06 Dîmena Geliyê Botanê mirov heyr û hejmekar dihêle
09:05 ‘Di kevneşopiya me de mafê biratiyê heye’
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2020'AN
21/04/2020
19:28 Li Tirkiyeyê 119 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
18:25 Ji heman malbatê 3 kes hatin girtin, 2 nexweşên di nav ciyan de bi tenê man
16:59 Malbatên li ber HDP’ê tên sekinandin êrişî jinekê kirin
16:44 Li Amedê kesek ji alyê leşkerên sivîl ve hat binçavkirin
16:23 TJA'yê ji bo Mexmûrê bangî NY'ê kir
15:42 Çerkezoglû: Dawî li cudakariya navbera kedkaran bînin
15:34 Girtiyê nexweşê giran Kaya dîsa şandin girtîgehê
15:26 Li şûna pirsgirêkan vebêjin, spasiya qeyûm kirin
15:07 Li Wanê wesayîtek leşkerî qulipî
14:54 Li Sêrtê erdhej çêbû
14:51 HDP: Ayhan Eren pişta xwe daye gel divê îstifa bike
14:42 HDP'îyên pakêtên piştevaniyê belav dikirin hatin binçavkirin
14:29 ÎHD: Li girtîgehan şertê jiyana mirovane tune ye
14:29 Parlamenterên jin ji jinên Kurdistana Federe re name şandin
14:14 Li taxa di bin qarantînayê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:58 Gulum: Divê Meclîs ji bo girtîgehan bi lezgînî bicive
13:41 Li Şirnexê teqînek mezin rû da
13:17 NYT: Tirkiye hêjmara miriyan vedişêrin
13:17 Daxwaza karantînayê ji bo girtiyên tên berdan kir
13:08 Li Stenbolê 2 li Bedlisê jî 6 tax weke “qada bi rîsq” hatin ragihandin
13:02 ‘Bila dest ji Bernameya Veguherandina Tenduristiyê were berdan’
12:46 Ji bo zaroka 1.5 salî hucreya kok pêwîst e
12:24 Li Westanê dema guldexwînan e
12:24 Girtiyê jimartina li ser piya red kir hat derpkirin
12:09 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê raporek ji CPT re şand
12:02 ‘Wezîfedarên girtîgehê dê vîrûsê veguhezînin girtîgehan’
12:02 Avba: Dixwazin plana par a li Xinêre-Xakurkê îsal li Zînî Wertê pêk bînin
11:07 Girtiyê nexweş: Gardiyan bê maske digerin
10:59 Ji ber axaftinên 8 sal berê dozek nû li Demîrtaş hat vekirin
10:45 Ciwanên Wanî êrîşa Zinî Wertê şermezar kirin
10:41 PENa Kurd: Bi hişyarî û hişmendiya netewî tevbigerin
10:35 Parêzerên di rojiya mirinê de gelek kîlo didin
10:34 Ji HAKÎM'an banga venêrtina mafên sewalan
10:14 TTB'ê: Tirkiye miriyan di panela elektronîk a cîhanê de qeyd nake
09:52 Li Tirkiyê di nava 10 rojan de wê hejmara qurbaniyên koronayê zêde bibe
09:48 Ji Amerîkayê hişyariya S-400’an