Mêrsînî: Em bi tevdîrine hişk û cidî dikarin ji vîrûsê xelas bibin

  • rojane
  • 09:23 22 Nîsan 2020
  • |
img

MÊRSÎN - Mêrsîniyan anî ziman ku AKP'ê li dijî şewba coronayê baş tevdîr negirtine û kampanyaya alîkariyê ya hikûmetê jî rexne kirin û gotin: "Dewletên din alîkariya pereyan dikin, lê ya me ji me dixwaze." 

Mêrsîniyan, diyar kirin ku AKP li dijî vîrûsa coronayê (Covîd-19) baş tevdîr negirtine. Welatiyan anî ziman ku demildest divê AKP di warê aborî de alîkariya gel bike û gotin, divê alîkariyeke wiha bikin ku welatî karibin di mal de bimînin. 
 
Nergîs Danabaş, anî ziman ku AKP ji ber rewşa aborî nikare bi awayekî domdirêj qedexeya derketina derve îlan bike û got: "Qey vîrûs tenê di hin rojan de belav dibe? Ji ber ku piştgiriya mirovan nayê kirin, mirov dertên derve. Ji ber ku mirov dixebitin çarşî qelebalix e. Mirov mecbûr in debara xwe bikin. Divê hikûmet tenê ne dawiya hefteyê, divê nêzî hefteyekê, nêzî 10 rojan qedexeya derketina derve îlan bike. Helbet divê piştgiriya welatiyan jî bike. Cihê kar ez jî bêheq şandim destûrê. Lê bawer bikin hezar û 100 TL bi kêrî tiştekî jî nayê. Kirêya min û lêçûnên min hene. 20 roj in min serî li krediya piştgiriyê daye, lê hê jî nehatiye bersivandin." 
 
‘DEWLET DESTÊ XWE LI BER ME VEDIKE' 
 
Danabaş, anî ziman ku AKP nikare pêvajoya şewbê bi rê ve bibe û got, daneyên Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ne rast in. Danabaş, got: "Em bacê didin dewletê. Diviya me destê xwe vekira, lê ew destê xwe vedike. Ji welatiyan 10 TL'yan dixwaze. Lê ew pere heqê 10 danan dike. Hikûmet tu sozên xwe yên ji bo alîkariyê bi cih nayne." 
 
JI BO ALÎKARIYÊ DERKETIYE DERVE 
 
Sûltan Kar jî anî ziman ku du meh in hevjînê wê naşixule û got, ji bo biçe weqfa alîkariyê ya civakiyî doza alîkariyê bike derketiye derve. Kar, got: "Heger qedexeya derketina derve bê dirêjkirin em ê ji şewbê xelas bibin. An jê kes guh nade tevdîran. Her kes li derve ye. Dewletê hezar TL alîkarî dame, me ew jî da heqê kirê. Piştgirî kêm in. Mirovên xizan pir in. Heger em dixwazin ji vê şewbê xelas bibin divê em dernekevin derve." 
 
‘EM NIKARIN MASKEYAN PEYDA BIKIN'
 
Îbrahîm Ogûz, jî dibêje tevdîrên tên girtin kêm in. Ogûz, destnîşan kir ku divê her kes bê testkirin û got: "Divê pêdiviyên mirovan hemûyan bên peydakirin û qedexeya derketina derve bê îlankirin. Tenê qedexe jî ne bes e. Divê pir test bên kirin. Qedexeya derketina derve ya ji bo çend rojan ne bes e. Niha em nikarin maskeyan jî peyda bikin. Me li ser e-devletê maske xwestin lê hê negihîştine ber destên me. ez maskeyê bi perê xwe dikirim. Daneyên tên parvekirin ne rast in. Dewletên din di warê pereyan de alîkariya welatiyên xwe dikin, lê ya me radibe pereyan ji me dixwaze." 
 
Hakki Batû jî anî ziman ku ji ber tirsa şewbê nêzî 2 meh in derneketiye derve. Batû, diyar kir ku tevdîrên tên girtin ne bes in û got: "Hikûmet divê alîkariya xizana bike. Ez debara xwe dikim, lê du kirêvanên min hene, hikûmet alîkariya wan nake. Ez dikim. Min ji keya re got, wî jî guh neda wan. Hikûmet sirf ji bo bêje alîakriyê dikim qoliyekê tîne. Hikûmet dibêje ez alîkariya pereyan bikim. Ka ew pere? Li kuçeyan bi hezaran mirov hene. Em tenê dikarin bi tevdîrine hişk û cidî ji vê vîrûsê xelas bibin." 
 
MA / Ergîn Çaglar

Sernavên din

23/04/2020
13:32 Masiyê Gola Wane di talûkeyê de ne
13:06 Rojnamegerên Kurdistanî: Nakokiyan demildest ji holê rakin
12:15 Ji bo zarokan daxwaza “parastina bi bandor”
12:14 Rojî hat, welatiyan dest bi deynan kir
11:44 Faîlên tên berdan jinan dikin nav fikaran
11:32 Qirkirina 105 sal berê dîsa dubare dibe
11:11 Fitch Ratings: Aboriya Tirkiye dê teng bibe
10:57 Rapora Girtîgehên Wanê: Mafê jiyanê ya girtiyan tê binpêkirin
10:21 Rober Koptaş: Qirikirina Ermeniyan sûcê damezrîner ê Tirkiyeyê ye
10:20 Meclis di sala 100’emîn de ye: Li wekîlê HDP’ê ceza hat birîn
09:48 Ji girtiyê qeyrana dil derbas kir xwestin ku bibe sîxur
09:04 Karaaslan: AKP sûcê qanûna bingehîn dike
09:03 Di rojên şewbê de wateya hestên zarokan
09:02 Maske û lepikên li kuçeyan tên avêtin vegir in
09:02 Pira Malabadê jî nesîb ji pandemiyê girt, niha tena û bêdeng e
09:02 Nerazîbûnên pêşmergeyên berê yên ji bo ambargoya li ser Mexmûrê
09:01 Qereyazi bi xetereya vîrûsê re rû bi rû hatiye hiştin
09:01 Li Dersimê kampanyaya 'bila ocaxa keviran bê girtin'
09:00 Êrîşên li ser Mexmûrê û ambargoya didome girêdayî hev in
09:00 Li Êlihê di rojên coronayê de jî zarok li kuçe û kolanan dixebitin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2020'AN
22/04/2020
21:17 Tifaqa Kurdistanê: Em li destkeftiyên xwe xwedî derkevin
20:15 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dan bû 2 hezar û 376
16:28 Malbat û parêzeran xwestin biçin Îmraliyê
16:28 Ji bo pira yekitiyê bang kir
16:16 Ser û binê rêza li ber PTT'ê tuneye!
16:12 CHP ji bo betalkirina guhertina înfazê serî li AYM’ê da
16:00 Banka Navendî faîzê daxist
15:54 ‘Wezareta Tenduristiyê cudakariyê dike’
15:07 ‘Em di 1’ê Gulanê de daxwazên xwe qîr bikin’
14:29 Rêxistinên kedê bernameya 1'ê Gulanê aşkere kirin
14:11 Jina tundî lê hat kirin li pansiyonê dorpêçkirî ma
14:11 Bi 151 wesayîtan mirov birin Girê Spî
13:43 Qerantîna li gundê Endewl û Heramiyê dirêj kirin
13:42 Li cîhanê Covid-19: Dibe ku korona xelayê bîne
12:52 HDP: Kevneşopiya çapemeniya Kurd dîroka rêwîtiyek bi rûmet e
12:31 MED TUHAD-FED: Pêdivîya sereke ya gelê me Yekîtiya Neteweyî ye
12:26 Hîndekara ODTU’yê li Fînlandiyayê asê ma
12:22 TTB: 24 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan
12:09 Ûca: Çima agahî nadin parêzerên Ocalan?
11:49 MKGP'ê Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir
11:36 Li Hênê kesek hat girtin
11:12 Rojnameger Turfent ji girtîgehê name şand Roja Rojnamegeriya Kurd pîroz kir
10:51 DFG: Rojnamegeriya Kurd Israra Heqîqetê ye
10:25 Bi 64 girtiyan re vîrûsa corona hat dîtin
10:25 Sarisaç xwest zextên li ser çapemeniya kurd bên lêkolînkirin
10:19 Astengî bi malbatên xwişk û bira tên derbaskirin
10:15 Bîlgen: Kesên ji wan tirê em ê paş ve gav bavêjin, ji xwe re xeyalan çêdikin
10:07 Bendava Ilisûyê bihuşta herêmê veguherand dojehê
09:42 KCD: Rojnamegeriya Kurdî bêhndana Kurdistanê ye
09:30 Rojnameger Kaya: Plan berfireh e divê Kurd bibin yek
09:29 Turîzm sekinî krîz jî kûrtir bû
09:28 Ji malbata ku 4 kes jê hatin girtin du nexweşên wan di nav cihan de man
09:27 Gelo wê erzanbûna fiyetên petrolê bandoreke çawa li civakê bike?
09:26 Hem esnafên bazarê hem jî kirîgerên wê ji rewşa heyî nerazîne
09:26 Yek ji bivê nevêya ser sifreyan: Gihayê Zûzaxê
09:25 Gelo rêbazên lêpirsînên qedexe dîsa tên?
09:24 Tirkiye li ber felaketekê ye
09:23 Mêrsînî: Em bi tevdîrine hişk û cidî dikarin ji vîrûsê xelas bibin
09:07 Qanûna înfazê ya nû perçeyek 'Plana Rûxandinê' ye
09:06 Dîmena Geliyê Botanê mirov heyr û hejmekar dihêle
09:05 ‘Di kevneşopiya me de mafê biratiyê heye’
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2020'AN
21/04/2020
19:28 Li Tirkiyeyê 119 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
18:25 Ji heman malbatê 3 kes hatin girtin, 2 nexweşên di nav ciyan de bi tenê man
16:59 Malbatên li ber HDP’ê tên sekinandin êrişî jinekê kirin
16:44 Li Amedê kesek ji alyê leşkerên sivîl ve hat binçavkirin
16:23 TJA'yê ji bo Mexmûrê bangî NY'ê kir
15:42 Çerkezoglû: Dawî li cudakariya navbera kedkaran bînin
15:34 Girtiyê nexweşê giran Kaya dîsa şandin girtîgehê
15:26 Li şûna pirsgirêkan vebêjin, spasiya qeyûm kirin
15:07 Li Wanê wesayîtek leşkerî qulipî
14:54 Li Sêrtê erdhej çêbû
14:51 HDP: Ayhan Eren pişta xwe daye gel divê îstifa bike
14:42 HDP'îyên pakêtên piştevaniyê belav dikirin hatin binçavkirin
14:29 ÎHD: Li girtîgehan şertê jiyana mirovane tune ye
14:29 Parlamenterên jin ji jinên Kurdistana Federe re name şandin
14:14 Li taxa di bin qarantînayê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:58 Gulum: Divê Meclîs ji bo girtîgehan bi lezgînî bicive
13:41 Li Şirnexê teqînek mezin rû da
13:17 NYT: Tirkiye hêjmara miriyan vedişêrin
13:17 Daxwaza karantînayê ji bo girtiyên tên berdan kir
13:08 Li Stenbolê 2 li Bedlisê jî 6 tax weke “qada bi rîsq” hatin ragihandin
13:02 ‘Bila dest ji Bernameya Veguherandina Tenduristiyê were berdan’
12:46 Ji bo zaroka 1.5 salî hucreya kok pêwîst e
12:24 Li Westanê dema guldexwînan e
12:24 Girtiyê jimartina li ser piya red kir hat derpkirin
12:09 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê raporek ji CPT re şand
12:02 ‘Wezîfedarên girtîgehê dê vîrûsê veguhezînin girtîgehan’
12:02 Avba: Dixwazin plana par a li Xinêre-Xakurkê îsal li Zînî Wertê pêk bînin
11:07 Girtiyê nexweş: Gardiyan bê maske digerin
10:59 Ji ber axaftinên 8 sal berê dozek nû li Demîrtaş hat vekirin
10:45 Ciwanên Wanî êrîşa Zinî Wertê şermezar kirin
10:41 PENa Kurd: Bi hişyarî û hişmendiya netewî tevbigerin
10:35 Parêzerên di rojiya mirinê de gelek kîlo didin
10:34 Ji HAKÎM'an banga venêrtina mafên sewalan
10:14 TTB'ê: Tirkiye miriyan di panela elektronîk a cîhanê de qeyd nake
09:52 Li Tirkiyê di nava 10 rojan de wê hejmara qurbaniyên koronayê zêde bibe
09:48 Ji Amerîkayê hişyariya S-400’an
09:45 Li cîhanê hejmara kesên ji ber vîrûsê mirin 170 hezar derbas kir