AGIRÎ - 2 HDP'iyên pakêtên xurekê yên piştevaniyê li welatiyên pêdiviyên wan heyî belav dikirin hatin binçavkirin.
Li Agiriyê, Rêveberê HDP'ê yê Navçeyê Hakan Maglay û endamê partiyê Yûsûf Keser ên di çarçoveya kampanyaya piştevaniyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji ber vîrûsa korona (Kovîd-19) da bû dest pê kirin de, pakêtên xurekê li welatiyên pêdiviyên wan heyî belav dikirin, hatin binçavkirin.
Maglay û Keser ên hatin binçavkirin birin Miduristiya Polîsan a Bajêr.