ANTALYA - Hevseroka Şaxa SES'ê ya Antalyayê Şukran Îçoz, diyar kir ku di kesên ji girtîgehan hatin berdan de tespîta vîrûsê hatiye kirin û xwest kesên bên berdan bixin karantînayê.
Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) ya Antalyayê Şukran Îçoz, derbarê girtiyên ji ber Qanûna Înfazê yên li Antalyayê hatin berdan û di wan de şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) hat tespîtkirin de daxuyanî da. Îçoz, diyar kir ku girtiyên hatine berdan bi tu awayî di kontrola tenduristiyê de nehatine derbas kirin û wiha axivî: "Bêyî ku tu bergirî bên girtin, girtî hatine berdan. Niha jî testa yên tên dîtin dikin. Yên ku nayin dîtin jî vîrûsa li ser xwe digerînin. Kesên ji girtîgehan hatin berdan, testa wan a vîrûsê pozîtîf derketiye. Divê kesên bên berdan di karantînayê de bên hiştin."