NAVENDA NÛÇEYAN – Bi biryarên bi îmzeya Sewrokkomar Erdogan, li Stenbolê taxên Yenîmahalle û Tozkoparanê û li Bedlîsê jî 6 tax weke “qada bi rîsq” hatin îlankirin.
Biryarên Swerokkomar ên têkildarî hin herêmên Stenbol û Bedlîsê ku weke “qada bi rîsq” hatine îlankirin, di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Bi biryarên ku bi îmzeya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan hatine weşandin, li navçeya Bagcilar a Stenbolê taxa Yenîmahalle û li navçeya Gungoren a Stenbolê jî taxa Tozkoparanê hin herêm weke “qada bi rîsq” hat îlankirin.
Bi heman biryaran li Bedlîsê jî li taxa navendî ya Bedlîsê û li taxên Ataturk, Devrîm, Gazîbey, Hersan û Muştakbabayê hin herêm weke “qada bi rîsq” hatîn îlankirin.
Di biryaran de nexşerê û kroki û sînor û koordînatên qadên bi rîsq jî cih girtine.