Avba: Dixwazin plana par a li Xinêre-Xakurkê îsal li Zînî Wertê pêk bînin

  • rojane
  • 12:02 21 Nîsan 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê Mem Avba, di nivîsa xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser êrîşa li dijî Zînî Wertê û wiha got: "Sala par li Xinêre-Xakurkê bi çavgirtin û asankariya hinek aliyan, Tirkiye êrîş kir û xwest çûn û hatina Hêzên Parastina Gel asteng bike, niha jî li Zînî Wertê dixwaze bi heman plangeriyê li ser çiyayê Karoxê jî pêk bîne û herêma Qendîlê dagir bike." 

Rojnameya Xwebûn a hefteyê carekê tê çapkirin vê hefteyê bi manşeta "Xefika Zînî Wertê" derket. Rojnameyê nivîsa nivîskarê xwe Mem Avba ya li ser êrîşa li dijî Zînî Wertê derxist pêş. Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê Mem Avba, li ser armanc û plana êrîşê û li dijî vê yekê nêzîkatî û helwesta gurt mijar girt dest. Nivîskar Mem Avba, di nivîsê de diyar kir ku di demeke hewldan û daxwazên Yekîtiya Neteweyî (YE) di rojevê de ne, li başûrê Kurdistanê geşedanên balkêş diqewimin û wiha got: "Jixwe şewba vîrusa koronayê, mîna li tevahiya cîhanê bandoreke neyînî li welêt jî kiriye. Gelê kurd, ligel tevahiya nakokî û rageşiyên rêxistin û partiyan, xwedî helwesta yekîtiya neteweyî ye. Ji hêzên pêşeng ên kurdistanî bendewar e ku gavan bavêjin. Lê belê halê hazir wisa diyar e ku hêz û rêxistinên kurdî ji vê nêzikatiya çêker dûr in! 
 
'NEYARÊN KURDAN DI TENGASIYA VÎRÛSA CORONA DE ALOZIYÊ PÊŞ DIXIN' 
 
Avba, anî ziman ku neyarên kurd aloziyê pêş dixin û got: "Lewma neyar û xêrnexwazên gelê kurd jî dixwazin vê tengezariya ji ber vîrusa koronayê derketî holê, ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin û daxwazên xwe yên dagirkeriyê bidin ferzkirin. Ji bo wê ye ku dixwazin nakokiyan di nav hêzên kurdî de derînin. Bi vî awayî keysa xwe lê bînin û xeyalên xwe yên sedsalî, dagirkirina Kurdistanê pêk bînin. Di demeke wiha de ku pêwîstiya gel bi yekîtî û tevkariyê heye, geşkirina nakokî û rageşiyên ku xizmeta dagirkeran dikin, tevahiya gelê kurd dilgiran dike. Lewre gelê kurd li bendê ye ku hêz, sazî û dezgehên pêşeng ên li ser navê kurd û Kurdistanê xwedî angaşt û gotin in, yekrêziya xwe pêk bînin û ji civaka xwe re çareseriyekî pêş bixin."  
 
'GEŞEDANÊN LI HERÊMÊ GEL DIXIN NAVA FIKARAN' 
 
Avba bal kişand ser bûyerên dawî û wiha berdewam kir: "Lê mixabin di van rojên dawî de berovajiyê vê, geşendanên li başûrê Kurdistanê diqewimin, gel dixe nav fikar û xemgîniyeke mezin. Tevahiya gelê kurd, statuya başûrê Kurdistanê bi şanazî û serbilinidyeke mezin weke destkeftiya xwe dibîne û xwedî lê derdikeve. Lewre bendewariyeke mezin a ji bo yekîtiya neteweyî û çareseriyê jê heye. Lê mixabin bûyer û rageşiya li ser herêma ‘Zînî Wertê’ ya başûrê Kurdistanê diqewime, mirov dixe nav fikarên kûr ka li vê derê, sê hêzên sereke yên kurdistanî çima tên hemberî hev!? Bêguman heke di navbera her du hizbên başûrê Kurdistanê (PDK û YNK) de kêşeyek hebe, divê li parlamentoya Kurdistanê bi nîqaş û diyalogê çareser bikin. Heke pirsgirêkeke ewlehiyê hebe, li vê herêmê hêzeke kurdî heye û Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê dikare bi hevbeşî bi hêzên gerîla re li ser vê mijarê bisekine û çareseriyê pêk bîne. Lê heke hesabekî cuda hebe ku hêzên kurdî tîne beranberî hev û balafirên dewleta tirk herêmê bomberdiman dike; ev jî dibe sedama kuştin û hilweşînê, wê demê divê li ser bê fikirandin." 
 
'HEGER PIRSGIRÊKEK ÇÊBIBE DE BI DEWLETA ÎRANÊ RE ÇÊ DIBE' 
 
Avba, li ser rewşa herêmê ya erdnîgarî û siyasî rawestiya û wiha lê zêde kir. "Ev herêm devereke ku bi rojhilatê Kurdistan û Îranê re hevsînor e. Lewre heke pirsgirêkeke ewlehiyê  çêbibe, bi dewleta Îranê re çêdibe. Di rewşa niha ya hevsengiya Rojhilata Navîn de, qeyrana aborî, tenduristî, ambargoya li ser heyî, pir pêkan nîne ku Îran bikeve nav hewldanake wiha. Heke tişteke wiha biqewime jî hêzên gerîla bi salan e li vê deverê ye û bi dehan caran nîşan daye ku ji kê bê bila bê li hemberî êrîşan bê cudatî bergirî kiriye û destkeftiyên gel parastine. Ji daxuyaniyan jî diyar e ku dê ji niha û pê de jî bibin xwedî heman nêzikatiyê. Lewma gerîla ji bo gel û destkeftiyên başûrê Kurdistanê jî ewlehî û hêza parastinê ye. Ev faktor jî nîşan didin ku tu metirsiyeke wiha ya ji aliyê Îranê ve li ser wê herêmê tune…
Nexwe şandina Pêşmerge ya bo herêmê ji bo parastina welatiyên herêmê û rêkarên ji bo pêşîlêgirtina vîrusa koronayê be, li herêma Zînî Wertê hêzên polîs, asayîş, dezgehên îdarî û parastinê hene. Lewre tu hewcehî namîne ku hejmareke zêde ya peşmergeyan bi çekên giran biçin herêmê. Nexasim ku her alî (PDK cuda, YNK cuda) hêzên pêşmerge bi çekên giran bişîne herêmê. Lewma ev vebijark jî gengaz naxuyê!" 
 
'BERDEWAMA PLANA SALA PAR E' 
 
Avba, bal kişand ser planên Tirkiyeyê û wiha dirêjî da nivîsa xwe: "Divêtiya dîtir, asûna çiyayê Karoxê ku xwedî cihekî stratejîk ê li ser herêma Qendîlê ye. Lewre weke gelek siyasetmedarên başûrê Kurdistanê jî diyar kirin, li pişt vê rageşiyê, plangeriyên dewleta tirk ên dagirkeriyê hene. Çawa ku par, li herêma Xinêre-Xakurkê bi çavgirtin û asankariya hinek aliyan, dewleta tirk êrîş kir û xwest çûn û hatina Hêzên Parastina Gel asteng bike, niha jî li Zînî Wertê dixwaze bi heman plangeriyê li ser çiyayê Karoxê jî pêk bîne û herêma Qendîlê dagir bike. Ji bo ku nikare bi aşkera vê armanca xwe pêk bîne, dixwaze nakokiyên di navbera aliyên hikûmeta herêma Kurdistanê de bi kar bîne. Ji bo ku li herêma Kurdistanê sazûmaniyeke tekûz a hikûmetê çênebûye, dîsa ji ber valatiya qeyrana aborî û bêkariya heyî, belavbûna nexweşiya vîrusa koronayê; nexasim jî di vê dema ku hikûmta navendî ya Iraqê dixwaze serokwezîrekî nû hilbijêre de, dewleta tirk jî dixwaze ji bo hesab û berjewendiyên xwe bi kar bîne." 
 
HELWESTA GELÊ KURD
 
Avba, bal kişand ser helwesta gelê Kurd û wiha dawî li nivîsê anî: "Di serî de Başûr, tevahiya gelê Kurdistanê divê baş bizane ku ev bûyer û rageşiyên li herêma Zînî Wertê diqewimin, rojeveke sexte ya ji aliyê dewleta tirk ve ji bo dagirkirina herêmê û tesfiyekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê ye. Ji bo wê jî divê gelê kurd bi yek helwestê li dijî vê hewldana dagirkeriyê, li hemberî rageşiya di navbera hêzên kurdî de bisekine û bibe xwedî helwest." 

Sernavên din

23/04/2020
14:27 Qeyûmê Amedê alên tirk bi kargehên girtî ve daliqand
13:42 Parlamenterên HDP’ê: Dixwazin Rojavayê Kurdistanê ji kurdan xalî bikin
13:36 Pirsa 3 hezar û 474 kedkarên tenduristiyê ku bi vîrûsê ketine ji wezîr kir
13:32 Masiyê Gola Wane di talûkeyê de ne
13:06 Rojnamegerên Kurdistanî: Nakokiyan demildest ji holê rakin
12:15 Ji bo zarokan daxwaza “parastina bi bandor”
12:14 Rojî hat, welatiyan dest bi deynan kir
11:44 Faîlên tên berdan jinan dikin nav fikaran
11:32 Qirkirina 105 sal berê dîsa dubare dibe
11:11 Fitch Ratings: Aboriya Tirkiye dê teng bibe
10:57 Rapora Girtîgehên Wanê: Mafê jiyanê ya girtiyan tê binpêkirin
10:21 Rober Koptaş: Qirikirina Ermeniyan sûcê damezrîner ê Tirkiyeyê ye
10:20 Meclis di sala 100’emîn de ye: Li wekîlê HDP’ê ceza hat birîn
09:48 Ji girtiyê qeyrana dil derbas kir xwestin ku bibe sîxur
09:04 Karaaslan: AKP sûcê qanûna bingehîn dike
09:03 Di rojên şewbê de wateya hestên zarokan
09:02 Maske û lepikên li kuçeyan tên avêtin vegir in
09:02 Pira Malabadê jî nesîb ji pandemiyê girt, niha tena û bêdeng e
09:02 Nerazîbûnên pêşmergeyên berê yên ji bo ambargoya li ser Mexmûrê
09:01 Qereyazi bi xetereya vîrûsê re rû bi rû hatiye hiştin
09:01 Li Dersimê kampanyaya 'bila ocaxa keviran bê girtin'
09:00 Êrîşên li ser Mexmûrê û ambargoya didome girêdayî hev in
09:00 Li Êlihê di rojên coronayê de jî zarok li kuçe û kolanan dixebitin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2020'AN
22/04/2020
21:17 Tifaqa Kurdistanê: Em li destkeftiyên xwe xwedî derkevin
20:15 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dan bû 2 hezar û 376
16:28 Malbat û parêzeran xwestin biçin Îmraliyê
16:28 Ji bo pira yekitiyê bang kir
16:16 Ser û binê rêza li ber PTT'ê tuneye!
16:12 CHP ji bo betalkirina guhertina înfazê serî li AYM’ê da
16:00 Banka Navendî faîzê daxist
15:54 ‘Wezareta Tenduristiyê cudakariyê dike’
15:07 ‘Em di 1’ê Gulanê de daxwazên xwe qîr bikin’
14:29 Rêxistinên kedê bernameya 1'ê Gulanê aşkere kirin
14:11 Jina tundî lê hat kirin li pansiyonê dorpêçkirî ma
14:11 Bi 151 wesayîtan mirov birin Girê Spî
13:43 Qerantîna li gundê Endewl û Heramiyê dirêj kirin
13:42 Li cîhanê Covid-19: Dibe ku korona xelayê bîne
12:52 HDP: Kevneşopiya çapemeniya Kurd dîroka rêwîtiyek bi rûmet e
12:31 MED TUHAD-FED: Pêdivîya sereke ya gelê me Yekîtiya Neteweyî ye
12:26 Hîndekara ODTU’yê li Fînlandiyayê asê ma
12:22 TTB: 24 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan
12:09 Ûca: Çima agahî nadin parêzerên Ocalan?
11:49 MKGP'ê Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir
11:36 Li Hênê kesek hat girtin
11:12 Rojnameger Turfent ji girtîgehê name şand Roja Rojnamegeriya Kurd pîroz kir
10:51 DFG: Rojnamegeriya Kurd Israra Heqîqetê ye
10:25 Bi 64 girtiyan re vîrûsa corona hat dîtin
10:25 Sarisaç xwest zextên li ser çapemeniya kurd bên lêkolînkirin
10:19 Astengî bi malbatên xwişk û bira tên derbaskirin
10:15 Bîlgen: Kesên ji wan tirê em ê paş ve gav bavêjin, ji xwe re xeyalan çêdikin
10:07 Bendava Ilisûyê bihuşta herêmê veguherand dojehê
09:42 KCD: Rojnamegeriya Kurdî bêhndana Kurdistanê ye
09:30 Rojnameger Kaya: Plan berfireh e divê Kurd bibin yek
09:29 Turîzm sekinî krîz jî kûrtir bû
09:28 Ji malbata ku 4 kes jê hatin girtin du nexweşên wan di nav cihan de man
09:27 Gelo wê erzanbûna fiyetên petrolê bandoreke çawa li civakê bike?
09:26 Hem esnafên bazarê hem jî kirîgerên wê ji rewşa heyî nerazîne
09:26 Yek ji bivê nevêya ser sifreyan: Gihayê Zûzaxê
09:25 Gelo rêbazên lêpirsînên qedexe dîsa tên?
09:24 Tirkiye li ber felaketekê ye
09:23 Mêrsînî: Em bi tevdîrine hişk û cidî dikarin ji vîrûsê xelas bibin
09:07 Qanûna înfazê ya nû perçeyek 'Plana Rûxandinê' ye
09:06 Dîmena Geliyê Botanê mirov heyr û hejmekar dihêle
09:05 ‘Di kevneşopiya me de mafê biratiyê heye’
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2020'AN
21/04/2020
19:28 Li Tirkiyeyê 119 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
18:25 Ji heman malbatê 3 kes hatin girtin, 2 nexweşên di nav ciyan de bi tenê man
16:59 Malbatên li ber HDP’ê tên sekinandin êrişî jinekê kirin
16:44 Li Amedê kesek ji alyê leşkerên sivîl ve hat binçavkirin
16:23 TJA'yê ji bo Mexmûrê bangî NY'ê kir
15:42 Çerkezoglû: Dawî li cudakariya navbera kedkaran bînin
15:34 Girtiyê nexweşê giran Kaya dîsa şandin girtîgehê
15:26 Li şûna pirsgirêkan vebêjin, spasiya qeyûm kirin
15:07 Li Wanê wesayîtek leşkerî qulipî
14:54 Li Sêrtê erdhej çêbû
14:51 HDP: Ayhan Eren pişta xwe daye gel divê îstifa bike
14:42 HDP'îyên pakêtên piştevaniyê belav dikirin hatin binçavkirin
14:29 ÎHD: Li girtîgehan şertê jiyana mirovane tune ye
14:29 Parlamenterên jin ji jinên Kurdistana Federe re name şandin
14:14 Li taxa di bin qarantînayê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:58 Gulum: Divê Meclîs ji bo girtîgehan bi lezgînî bicive
13:41 Li Şirnexê teqînek mezin rû da
13:17 NYT: Tirkiye hêjmara miriyan vedişêrin
13:17 Daxwaza karantînayê ji bo girtiyên tên berdan kir
13:08 Li Stenbolê 2 li Bedlisê jî 6 tax weke “qada bi rîsq” hatin ragihandin
13:02 ‘Bila dest ji Bernameya Veguherandina Tenduristiyê were berdan’
12:46 Ji bo zaroka 1.5 salî hucreya kok pêwîst e
12:24 Li Westanê dema guldexwînan e
12:24 Girtiyê jimartina li ser piya red kir hat derpkirin
12:09 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê raporek ji CPT re şand
12:02 ‘Wezîfedarên girtîgehê dê vîrûsê veguhezînin girtîgehan’
12:02 Avba: Dixwazin plana par a li Xinêre-Xakurkê îsal li Zînî Wertê pêk bînin
11:07 Girtiyê nexweş: Gardiyan bê maske digerin
10:59 Ji ber axaftinên 8 sal berê dozek nû li Demîrtaş hat vekirin
10:45 Ciwanên Wanî êrîşa Zinî Wertê şermezar kirin
10:41 PENa Kurd: Bi hişyarî û hişmendiya netewî tevbigerin
10:35 Parêzerên di rojiya mirinê de gelek kîlo didin
10:34 Ji HAKÎM'an banga venêrtina mafên sewalan
10:14 TTB'ê: Tirkiye miriyan di panela elektronîk a cîhanê de qeyd nake