ENQERE – Hat zanîn ku li Girtîgeha Bedlîsê ji bo paqijiyê tenê ava caman paqij dike (camsîl) dane girtiyan û gardiyan berevajî daxuyaniya Wezareta Dadê diçin malên xwe û tên.
Xizmên girtî û hikumxwarên li Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê dan zanîn ku li girtîgehê li dijî vîrûsa koronayê tu tevdîr nehatine girtin û li qawîşên 10 kesî 20 kes dimînin û kelûpelên paqijiyê jî tenê ava caman paqij dike (camsîl) dane girtiyan.
Xizmên girtiyan diyar kirin ku gardiyan berevajî daxuyaniya Wezareta Dadê du heftene diçin malên xwe û tên û qawîşan dezenfekte nakin. Xizmên girtiyan dan zanîn ku li qawîşan lêgerîn didome û gardiyan bêlepik li ser girtiyan lêgerînê pêk tînin.
Hat zanîn ku girtiyên bi navê Osman Çîçek û Ercan Guzelkaya nexweşên KOAH’ê ne û emrê wan bi ser 70 salî re ye.
MIDUR: EM TEVDÎRAN PÊK TÎNIN
Me têkildarî mijarê xwe bi rêya telefonê gihand midurê girtîgehê û midur îdia kir ku ew tevdîrên Wezareta Dadê ji wan re şandine disepînin û tevdîran pêk tînin.