Mûş – Piştî Wanê li Mûşê jî kêlêkên goran ji aliyê leşkeran ve hatin şikandin. Parlamenterê HDP’ê Mensûr Işik, şikandina kêlêkên goran bir rojeve meclisê û pirs kir ku hikumet bi şikandina kêlêkên goran çi armanc dike.
Di 16’ê nîsanê de li navend û navçeyên Wanê agahiyên nasnameyên malbatên ku zarokên wan di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane hatibûn girtin û wêneyên gorên zarokên wan hatibûn kişandin. Ev pêkanîn li bajarên din jî ket dewrê. Piştî Wanê li Mûşê jî leşker li taxan geriyan û hem malbatên ku zarokên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane û hem jî goran qeyd kirin.
PIŞTÎ QEYDKIRIN HILWEŞANDIN
Di 17’ê nîsanê de li gundê Tatazgazî yê navçeya Melezgirtê kêlêkên 2 goran û duh jî li gundê Sûlûca yê navenda Mûşê kêlêkên 2 goran li ber çavên malbatên wan hatin şikandin. Her çar gorên ku kodên navê kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn û direfşên li ser wan ji aliyê leşkeran ve bi qamerayên hatin qeydkirin û piştre hatin hilweşandin.
BILA SOYLÛ DAXUYANÎ BIDE
Parlamenterê Mûşê yê HDP’ê Mensûr Işik, şikandina kêlêkên gorên Îkram Sîdar, Serkan Çokşen, Meryem Akpolat û Serhat Akpolat bi pêşnûmepirsekê bi rojeva meclisê. Işık pirs kir ku hikûmet bim şikandina goran çi armanc dike û xwest ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû têkildarî mijarê daxuyanî bide.