STENBOL – Murat Çîdam ê 45 salî ku li nexweşxaneyek cemaweriyê ya li Stenbolê wek wezîfedarê ewlehiyê dixebitî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da.
Li Nexseşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Hamîdiye Şîşlî Etfal a li Sariyera Stenbolê wezîfedarê ewlehiyê Mûrat Çîdam (45) ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da. Hat gotin 20 roj berê bi koronayê ketiye û ev 2 hefte ne li nexweşxaneyê dihat dermankirin. Di rojên dawî de rewşa Çîdam giran bû û duh êvarê tevî hemû mudaxleyan jî nehat rizgarkirin.