NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de ji ber vîrûsa coronayê 121 kesên din jî mirin û hejmara miriyan bi giştî bû hezar û 890.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên dawî yên der barê vîrûsa coronayê de parve kirin. Koca, daxuyand kur di 24 saetên dawî de di 3 hezar û 783 kesên din de jî vîrûsa coronayê hatiye tespîtkirin û hejmara kesên vîrûs di wan de hatiye tespîtkirin 82 hezar û 329.
Koca, daxuyand ku 121 kesên jî jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bûye hezar û 890.
Her wiha Koca diyar kir ku di 24 saetên dawî de hezar û 822 kesên din jî başa bûne.